طلب ضروري

السلام عليكم
بدي طلب ولو اكون ثقيلة

مطلوب منا بحث عن شاعر كردي وباللغة الكردية وبحث ولم اجد باللغه الكرديه
فقط بالعربي

ممكن تترجم من قبلكم باللغة الكوردية واكون جدا شاكرة
ياريت لو اليوم لان جدا محتاجة لها

وهذه حياة الشاعر



((انا عطار و لست جوهرا انا قد غرست نفسي ولم يعن احد بتجربتي انا كردي جبلي من هذه السفوح وهذه الكلمات جئت بها من الصميم الكردي فوقعوها بحسن ألطافكم اصغوا إليها بسمع إصغائكم )) بهذه الكلمات يقدم احمد خاني نفسه لقرائه في ملحمته الخالدة (( مم وزين ))
ولد احمد خاني ابن الشيخ الياس في قرية (( خان )) بالقرب من مدينة (( بيازيد )) عام 1650 م ونسب إليها وقد نسبه البعض إلى عشيرة (( خانيان )) تلقى خاني علومه الابتدائية في الكتاتيب والجوامع ثم في المدارس التي انتشرت في المدن الكبيرة مثل (( بيازيد وتبريز وبدليس )) وقد ظهرت عليه علائم البلوغ وهو لم يتجاوز الرابعة عشرة من عمره وسعيا وراء المزيد من العلم والمعرفة ترك (( بيازيد )) وتنقل في المدن فزار عاصمة الدولة العثمانية (( الآستانة )) ومكث فيها فترة من الزمن يتلقى العلم من مشايخها ثم زار دمشق ومصر فاطلع على علوم عصره وتلقفها فجمع بين الادب ولا سيما الشعر والفقة الإسلامي والتصوف فذاعت شهرته مقرونة بالثقافة الواسعة و المعرفة العميقه في الامور الادبية والفلسفية والدينية
وقد اتقن خاني العربية والفارسية والتركية بالاضافة الى الغة الكردية التي كان يعتز بها ويدعو الشبان الكرد الى تعلمها والكتابة بها ومن اجل ذلك راح يفتح المدارس ويتطوع للتعليم فيها بنفسه دون مقابل ومن اجل ان يحبب العلم بالطلاب اعد لهم كتابا ليسهل عليهم التعلم سماه (( نو بهارا بجوكان )) أي الربيع الجديد للصغار مجسدا بذلك حبه لشعبه ولغته القومية
وعلى الرغم من تمكنه و إتقانه لهذه اللغات فقد آثر ان يكتب بلغة قومه ليؤكد بذلك مساهمة الكرد في بناء الحضارة الإنسانية وإبرازا لشعبه و لطاقته الفكرية او كما يقول هو : ((-- ولكي لا يقول احد ان انواعا من الممل تملك الكتب ولا حساب للكرد وحدهم في هذا الميدان )) ولكي يشجع الادباء الكرد على الكتابة باللغة الكردية بدلا من اللغات الاخرى فتصبح آثارهم وينسى الناس اصلهم الكردي
عاش احمد خاني في القرن السابع عشر الذي كان حافلا بالصراع بين الإمبراطوريتين الفارسية و العثمانية للسيطرة على كردستان وثرواتها والذي شهد ايضا انهيار الإمارات الكردية الواحدة تلو الاخرى وآخرها إمارة تبلس وانصراف الامراء والحكام الكرد الى الاقتتال الداخلي فكتب ملحمته الخالدة (( مم و زين)) يدعو فيها الامراء الكرد الى الاتحاد والتعاون بدلا من الاقتتال والفرقة ويوضح لهم مرامي الإمبراطوريتين العثمانية والصفوية ((الفارسية )) إذ ان كل همهما هو احتلال كردستان والتمتع بمواردها وبموقعها الاستراتيجي الهام والاستفادة من الشعب الكردي كرأس حربة ضد الإمبراطورية الاخرى او كستار امام هجوم الدولة المهاجمة ولم يكتف خان بدعوة الامراء فقط للوحدة بل دعا الشعب ايضا لليقظة والتنبه والاعتماد على الذات إذ كان يثق بطاقات شعبه الخلاقة فلم يترك فرصة إلا وكان يدعو الكرد للتعلم والاتحاد والعمل حيث كان يربط بين الازدهار السياسي والازدهار الاقتصادي و العملي و بالاضافة الى فكره القومي الثاقب كان خاني متحررا وقف الى جانب المرأة و انصفها في شعره ودعاها الى التعلم والتحرر كما كان معاديا للظلم ويكره اللهاث وراء جمع المال ورعاته اما اهم اعماله بالإضافة الى ملحمته ((مم و زين )) في قاموس كردي – عربي للاطفال بعنوان ((نو بهارا بجوكان )) نظمها في 37 صفحة و (( عقيدة الإيمان )) وهي قصيدة شعرية باللغة الكردية نظمها في 70 بيتا من الشعر و ديوان شعر متنوع المواضيع توفي احمد خاني في مدينة (( بيازيد )) سنة 1708 م ودفن فيها
و بهذا انتهت قصة حياة شاعرا كردي كبير ولكن بقيت اعماله خالدة في اذهان الشعبه المناضل منذ امدا بعيد
 

G.M.K Team

G.M.K Team
رد: طلب ضروري

اختي الكريمة ينقل موضعك الى قسم اللغة الكردية

اتمنى ان تجدي احد يساعد لا املك دقت الترجمة استطيع ترجمه ولكن شعر هكذا نوع يحتاج الى

مختص او متفرغ اكيد سوف تجد من يساعدك



47188kobani.jpg
 

G.M.K Team

G.M.K Team
رد: طلب ضروري

Jîyana Ehmedê Xanî Bi Kurdî

Ehmedê Xanî

Her çendîn yên li ser jiyana Ahmedê Xanî nivîsîbin ne hindik bin jî yên ku agahdariyeke berbiçav û rast dabin gellek kêm in. Ew ên ku bi vî awayî nivîsîbin jî ji çend rêzan bêtir titşek neanîne. çimkî heta niha ji bilî berhemên Ahmedê Xanî tu tiştekî wekî belge neketiye ber dest da meriv karibe firehtir li ser jiyana wî raweste. Berî ku em werin ser lêkolîna Alaeddîn Seccadî ya berfireh, di nav wan kesan de ku li ser Xanî nivîsîne, Mele Mehmûdê Bayezîdî, Hemze Begê Muksî û Celadet Alî Bedirxan in ku bi kurtî be jî hin agahdariyên rast dane, yên din li ser tarîxa jidayikbûn û mirina wî, li ser cih û warê wî agahdariyên şaş dane.

Cara pêşîn Aleksandre Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna Kurmancî ya derheqê jiyana Ahmedê Xanî ku Mela Mehmûdê Bayezîdî nivîsiye. Aleksandre Jaba, ev metin her di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di vir de destnîşan dike ku Ahmedê Xanî ''ji taîfeya Hekariyan ji 'eşîrata Xaniyan e''. Em ji wir fêr dibin ku ev eşîr di sala 1000-ê Hîcrî (1592-yê Mîladî de) hatiye li Bayezîdê niştecî bûye. Ew dinivîse ku wî Mem û Zîn, Nûbar û bi Kurmancî, Tirkî, Farisî û Erebî işîr û xazel nivîsîne, li Bayezîdê bi navê xwe mizgeftek ava kiriye û ew bi xwe jî li rex wê mizgeftê definkirî ye. Heta di wir de tê diyarkirin ku Simaîlê Bayezîdî jî ku şairekî Kurd e şagirdê Ahmedê Xanî bûye û di mizgefta wî de dersên Kurdî daye biçûkên Kurdan (Ev şair di 1065-ê Hicri de bûye û di 1121-ê Hîcrî de miriye- Yanî hemdemê Xanî ye) 1. Piştî wî, Hemze Begê Muksî gava di 1919-ê de Mem û Zîn daye çapê, di pêşgotina xwe de, behsa tarîxa jidayîkbûn û ya temambûna Mem û Zînê ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî li gor hesabê Hîcrî neqil dike, ji bo yekê dibêje 1061 û ji bo ya din dibêje 11052. Piştre, Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-yan a Hawarê ya 1941-ê de ji Aleksandre Jabayî, ji Hemze Begê Muksî û ji Mem û Zînê bi xwe hin agahdariyên li jorê cara pêşîn bi tîpên latînî û bi Kurmancî dinivîse, lê di hesabkirinê de hin şaşîtiyan jî dike3. Cara pêşîn bi rêk û pêktir, piçekî berbiçavtir û firehtir Alaeddîn Seccadî hin agahdarî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane ku agahdarîne rast di wan de hene. Agahdariyên ku wî dane hin di eserên Ahmedê Xanî bi xwe de hene, lê hin jî ew bi xwe nabêje rasterast ji kê wergirtine4. Lê dinivîse ku du tişt ji Mela Salih wergirtine ku tarîxa mirina Ahmedê Xanî û navê bavê wî ye. Tarîxa bûna xwe, ya xelaskirina Mem û Zînê, ya xelaskirina Nûbara Biçûkan û ya ku kengî dest bi nivîsandinê kiriye û gava ku Mem û Zîn xelaskiriye umrê wî yê nivîskariyê çend bûye, di Mem û Zînê de û di Nûbara Biçûkan de hene. Pişt re bajarê Ahmedê Xanî medresên ku wî lê xwendine û bajar û welatên ku ew lê geriyaye jî wekî agahdarî di esera Alaeddîn Seccadî de hene, lê ew, belge an navekî diyarkirî nade ku wî ev ji kê yan ku derê wergirtine.

Wekî min berê jî nivîsîbû qenaeta min Alaeddîn Seccadî hem ev agahdarî, hem jî yên di berhemên Ahmedê Xanî de ji wî Mela Salihê ku ew bi nav dike wergirtine, ne ku ji berhemên Ahmedê Xanî û ne jî ji cihinî tir. çimkî eşkere ye ku ew bi kûr û dûrî li ser berhemên Ahmedê Xanî hûr nebûye loma jî hin agahdariyên şaş di heqê naveroka berheman de (mesela di heqê Mem û Zînê de) daye.

Mesela tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî, her ji bal Ahmedê Xanî ve di Mem û Zîna wî de hatiye diyarkirin ku dibêje:

Gava ew ji tunebûnê vederbû û hat ser ruyê erdê tarîx 1061 bû. Ew serkêşê gunahkaran (ango Ahmedê Xanî) îsal gihîşte çil û çaran5. Ev tarîx, tarîxa Hicrî ye û li gora tarîxa Mîladî, Alaeddîn Seccadî dibêje ku dike 1650. Pişt re hema hema hemû kesên ku li ser Ahmedê Xanî nivîsîne li gora vî hesabî, tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî sala 1650-yê Mîladî danîne. Lê M. Emîn Bozarslan vê hesabkirinê şaş dibîne û dibêje ku tarîxa jidayikbûna Ahmedê Xanî 1651 e:

''Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061'ê li gora tarîxa mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da şaşiyek hatiye kirin û ji ber wê şaşiyê ew tarîx ji aliyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatiye qebûlkirin û wisa hatiye nivîsîn. Li gora serçaviyên rast ên ku ji aliyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala 1061-ê rastê 25-ê meha 12-an a sala 1650'yê mîladî hatiye û ew roj roja yekşemê bûye; bi peyveka dî, roja 1'ê meha Muherremê ya sala 1061'ê Hîcrî, rastê roja yekşemê ya 25-ê Kanûna Pêşîn a sala 1650-yê Mîladî hatiye Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan , tenê yek hefteyek ji sala 1061-ê Hîcrî, ketiye sala 1650-yê Mîladî yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651-ê Mîladî.

Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê da hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Mîladî, em dikarin hema hema qutûbirr bêjin ku ew di sala 1651-ê Mîladî de hatye dinê. Divê mirov bifikire ku di salekê de 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651-ê, tenê yek hefteyek ketiye sala 1650-yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650-yî de hatibe ji 52-yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651-ê da hatiye dinê, ji 52-yan 51 e. Nexu em'ê vê îhtîmala mezin qebûlbikin û bêjin ku Xaniyê nemir di sala 1651-ê de hatiye dinê6.

Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ahmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de) hatiye dinyayê.

Mesela çil û çar saliya Ahmedê Xanî jî meseleyeka munaqeşê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Hicrî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Hîcrî, ew dibêje ku Ahmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev tarîx jî dike 1693-yê Mîladî7. Her wekî tê zanîn salên Hîcrî yên ku li gora hesabê heyvê hesab dibin 10 rojan ji salên Mîladî kêm in. Gava li gora destnîşankirina Ahmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin teqrîben 42 sal û 9 mehên Mîladî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ahmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (teqrîben 43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li tarîxa Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ahmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêşniyara wî jî Kur-dan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ahmedê Xanî (ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê). M. Emîn Bozarslan sedemê vê yekê gava li ser tarîxa temambûna Mem û Zînê di pêşgotina Hemze Begê Muksî de radiweste, bi vî awayî şîrovedike:

''Hemzeyê Muksî ev tarîx li gora teqwîma Hîcrî hesab kiriye. Wek ku tê zanîn, Xanî di duwayiya 'Mem û Zînê' de nivîsiye ku ew di sala 1061-ê da hatiye dinê, ku ew sal li gora tarîxa Mîladî dibe 1651; her weha, nivîsiye ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê da bûye 44. Tê Zanîn ku Hemzeyê Muksî sala 1061'ê wek bingehek girtiye û li gora teqwîma Hicrî ya ku bi tevgerên Hîvê tê hesabkirin, 44 sal anîne ser wê salê, hingê jî dûwayika wî hesabî bûye 1105; ev sal jî li gora teqwîma Mîladî dibe 1694. Lê belê awayê vê hesabkirinê şaş e. Lewra Xanî negotiye ku wî di sala 1105-ê Hîcrî da nivîsîna pirtûkê temam kiriye. Wî tenê daye zanîn ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê de gîhaye 44-an. Wek ku her kes dizane, li Kurdistanê umrê mirovan li gora tarîxa Hîcrî nayê hesabkirin. Lewra sala Hîcrî li gora tevgerên Hîvê ye û di salvegerekê da 10 roj kêmê sala Rojê ya adetî ye. Ji ber wê kêmayiyê jî mehên Hîcrî salê 10 roj diçin pêş û ciyên wan her sal diguherin; bi wî awayî jî, salên Hîcrî di 36 salan de salek zêde dibin. Eger umrê mirovekî li gora salên Hîcrî û tevgerên hîvê bê hesabkirin, ew di 36 salên adetî yên rojê de dibe 37 salî. Ji ber ku her kes bi wê kêmayiyê dizane, umrê mirovan li gora mehên Hîcrî yên Hîvê nayên hesabkirin, lê li gora mehên Rojê tê hesabkirin; mesela ji Adarê heta Adarê yan ji Gulanê heta Gulanê û wd. Li gora vê rastiya Kurdistanê, divê mirov tarîxa temamkirina 'Mem û Zîn'ê weha hesab bike: Xanî di sala 1061-ê Hîcrî de hatiye dinê ku li gora teqwîma Mîladî dibe 1651. Mirovek ku di wê salê de bê dinê, gelo kengê dibe 44 salî? Bêguman di sala 1695-an da. Lewra umrê mirovan li gora meh û salên Rojê tê hesabkirin. Bi vî awayî û ji ber van semedan, em dibêjin ku li gora tarîxa Mîladî, Xanî nivîsîna 'Mem û Zîn'ê di sala 1695-an da temam kiriye''8.

Ferhad Şakelî jî di meqala xwe ya bi navê ''Sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî'' de li ser mesela jidayîkbûna Xanî û tarîxa xelasbûna Mem û Zînê radiweste, ew usûla hesabkirina Bozarslan şaş dibîne û hesabekî bi vî awayî dike:

''Danîna sala 1995'an ji bo sêsed saliya Mem û Zînê pêdiviyê lêhûrbûnê û rastkirinê ye û nabe ku meriv daneyne ber pirsiyarê.

Xanî bi xwe di dawiya beytên Mem û Zînê de eşkere kiriye ku ew di 1061'ê Koçî de ji dayik bûye û destana xwe jî di temenê (jiyê) 44 salan de xelas kiriye:

Lewra ku dema ji xeybê fek bû
tarîx yê hezar û şêst û yek bû.

Îsale gehîşte çil û çaran
wî pêşrewê gunehkaran.

Sala 1061'ê Koçî li beramberî sala 1651'ê zayînî radiweste.Gellek lêkoleran sala 1650'yê zayînî danîne ber 1061-ê Koçî. Roja 1-ê Muherrema 1061-ê Koçî dikeve beramberî roja 25-ê Desembera (çileya Pêşîn) 1650-yan. Nexwe, tenê heft rojên wê sala Koçî dikeve ber sala 1650-yê zayînî, 348 rojên dî dikevin ber sala 1651-ê zayînî. Yanî îhtîmala wê ya ku Xanî di hefta yekê ya wê sala Koçî de ji dayikê bûbe ji sedî 2 ye. Ji ber vê hindê ya rast ew e ku em bêjin Xanî di 1651-ê zayînî de ji dayik bûye.

Xanî bi xwe dibêje di çil û çar saliya xwe da Mem û Zîn nivîsiye. Diyar e ew jî em dizanin ku Xanî 44 salên temenê (jiyê) xwe li gora salên koçî jimartine. Li gora vê 1061+44=1105-ê Koçî sala nivîsîna Mem û Zînê ye. Ev sala koçî dikeve hemberî 1693-1694-ê zayînî (pênc mahên pêşîn ên salê di 1693-yan de ne û heftên din di 1694-an de ne). Xanî ku sala jidayikbûna xwe, sala danîna Mem û Zînê û çil û çar sal umrê xwe li gora tarîxa Koçî jimartiye, em nikarin bi zorê sêsed salên piştre li gora tarîxa zayînî bijmêrin. Lê heke em wiha jî deynin, dîsan sêsed saliya piştî wî dike 1993-1994, yanî sêsed saliya Mem û Zînê diviya sala 1993 yan 1994-an bihata danîn ne ku sala 1995-an. Lê wekî min got, di vê de zorlêkirinek heye û nerewa ye. Heke em li gora salên Koçî bijmêrin;

1105+300=1405-ê Koçî dibe sêsed saliya Mem û Zînê. Ew sala Koçî jî dikeve beranberî sala 1984-ê zayînî.

Riyeka din ew e ku her ji destpêkê ve 44 salên zayînî em bixin ser 1651-ê ku sala jidayikbûna Xanî ye. Ji bo ku Mem û Zîna xwe di 1695-an de nivîsîbe, vê sala zayînî dikeve hemberî 1106-1107-ê Koçî û li gorî vê jî divê Xanî Mem û Zîn di 45 yan 46 saliya xwe de nivîsî be, ku em dizanin ne wiha ye. Yanî di her du aliyan de jî danîna sala 1995-an wekî sêsed saliya Mem û Zînê ne rast e û bingehekî mantiqî û zanistî jê re tuneye.''9

Ferhad Şakelî di vir de rastî û şaşiyan tevî hev dike ku divê bên destnîşankirin. Mesela 44 saliya Ahmedê Xanî gelo wê li gora kîjan hesabî bê kirin. Li gorî M. Emîn Bozarslan divê bi hesabê teqwîma Rûmî bê kirin û li gora Ferhad Şakelî jî divê bi hesabê teqwîma Koçî (Hîcrî). Gelo di dema nivîsandina Mem û zînê de Kurdan jiyê xwe li gorî kîjan teqwîmê hesab dikirin? Heke bi hesabê teqwîma Rûmî be M. Emîn rast e û heke li gorî teqwîma Koçî be Şakelî rast e. Îro li Kurdistanê, bi piranî jî di jiyana gundîtiyê de Kurd umrên xwe li gora teqwîma Rûmî dikin, lê gelo berî sêsed salan çawa bû, bi rastî li gor îmkanên xwe yên niha yên li ber dest ez nikarim tiştekî bêjim.

Nuxteya duduyan ku Ferhad Şakelî li gor hesabê Koçî sêsed saliya Mem û Zînê hesab dike ev ne şaşîtiyên hina ne, lê mesela tercîhê ye ku gelo em gava dibêjin sêsed sal qesda me jê sêsed salên bi salên Koçî ne an Mîladî ne. çimkî sêsed salên Koçî mudetek in û sêsed salên Mîladî jî mudetekî din in. Lê madem ku îro li welatê me jî teqwîma mîladî bi kar tê û di roja îroyîn de jî ev teqwîmeka navnetewî ye, rasttir e ku meriv hesab bi teqwîma Mîladî bide diyarkirin. Ev wekî mesela giraniyê ye: gelo divê meriv giraniyê bi hesabê gram û kîloyan an weqîyan nîşan bike.

Piştre, Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ahmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ahmedê Xanî bi vî awayî didomîne:

''Şêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêşî hatina Ahmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniştiye lê aşînatiya xwe ji eşîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ahmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ahmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piştî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye (Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike. Ew, alimekî şareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Şahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê.

Şêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û reşayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilterr bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêşa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xirr sipî dida serê xwe, awayekî şalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û şikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veşartin. Gorra wî niha jî zîyaretgeh e''10.

Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ahmedê Xanî Helyas (Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Şêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî tarîxa mirina Ahmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî'' (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firriya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Mîladî daye ber wê11. M. Emîn Bozarslan jî li gorî vê agahdariyê hesabê 1118-ê Hîcrî derdixe û 1706-1707-ê Mîladî dide ber wê12. Lê Ferhad Şakelî her çendîn agahdariya Alaeddîn Seccadî qebûl dike jî tarîxa hîcrî dike 1119 û 1707-ê Mîladî dide ber wê13. Alaeddîn Seccadî dinivîse ku ev agahdariya ku Mela Salih dayiyê, cardin li gora ku wî gotiye li pişt kitêba wî ya bi navê Semediye [Sadula?] bi dest xetekê hatiye nivîsîn. Lê Gava Bozarslan behsa vê kitêbê dike dibêje Semedaniyye û gava Ferhad Şakelî behs dike dibêje Şamadiyya14.

Sadiq Bahaeddîn Amedî ji bilî navê bavê wî, lê zêde dike ku dibêje navê bapîrê wî jî Rustem Beg e û di jêrenota xwe de diyar dike ku wî ev agadarî ji Mêjûyî Edebî Kurdî ya Alaeddîn Seccadî wergirtiye, lê rûpel nedaye û meriv agahdariyeka wiha di vê berhema Seccadî de nabîne15.

Di dawiya Mem û Zînê de, Ahmedê Xanî her wiha diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse16, piştî ku gava Mem û Zîn xelas kiriye çil û çar salî bûye fahm dibe ku wî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Ev her wiha wê yekê jî diyar dike ku wî hê di piçûkayiya xwe de îmkana xwendin û hînkariyeka piralî û tekûz dîtiye.

Ahmedê Xanî di dawiya Nûbara Biçûkan de jî bi wezn û bi hesabkirineka dûrûdirêj tarîxa xelasbûna Nûbarê daye ku li gorî vê, bi hesabkirina Zeynelabidîn Zinarî, tarîx dibe 11 yan jî 14'ê meha Adara 1094'ê Hîcrî, ku ew jî dibe 1683'yê Mîladî17.

Yek ji mesela munaqeşa ser Ahmedê Xanî jî mesela eslê wî ye. Şairê Diyarbekirî yê bi navê Abdulazîz Halis çûkûntaş ku sala 1906-an Mem û Zîna Xanî bi wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî, di muqqedima vê wergerê de nivîsiye ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê yê qeza çolemêrgê ya sencaqa Hekkariyê ye18. Elaeddîn Seccadî gotiye ku ew ji eşîra Xaniyan e. Sadiq Bahaeddîn Amedî xwe dispêre Seccadî (ku em lê rast nayên) û dinivîse ku'' [Ahmedê Xanî] ji binemal û malbata Xanîyan e ku êlê (hozê) Xaniyan ji rêve li devera Bota bûye, paşê binemala wan li bajêrê Bayezîdê ku ji şergehêt rewşenbîrî yêt navdar bûye li Kurdistana jorî akincî bûye''19 Ji bilî vê Amedî, agahdariyeke din li ser ciyê Ahmedê Xanî bi vî awayî dide:'' Ji zardevê Evdalê çelî di nama hinartî roja 11/9/1977 bo radyowa Kurdî li Bexda dibêjît:

"Şêx Ahmedê Xanî, li Xana Sêgundan sala 1651-ê ji dayê bûye. Xana Sêgundan 10 kilometran ji gundê Gwîzereşê dwîr e. Xana Sêgundan gundekê qeza çelê ye ya bi wîlayeta Colemêrgê ve. Xana Sêgundan zozan e, bajêr nîne. Xanî, li bajêrê Bayezîdê çûye ber dilovaniya Xudê''20. M. Emîn Bozarslan di Mem û Zînê de ku wergerandiye Tirkî û Kurdiya wê ya Latînî û wergera wê ya Tirkî bi hev re çap kiriye, dinivîse ku Ehmedê Xanî sala 1651-ê li hêla Hekkariyê li gundê Xan'ê hatiye dinyayê.''21Lê di ya xwerûkiriya çapa 1995-an de ku li Swêdê hatiye weşandin Bozarslan dev ji vê îdîayê beradaye, ev îdîa kiriye ya ''hin nivîskar û lêgeran'' û ji dêlva wê ve cîh daye agahdarî û îdîayên lêkolerên cuda22.

Î. Cûlemêrgî jî di meqaleya xwe ya bi navê ''Xanê û Xanî'' de dinivîse ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê ye û wiha dom dike (di wergirtina tekstê de me guh nedaye usûla rastnivîsîn û rêzimana nivîskarî M. C.): ''Gundê Xanê 40 km li başûrê bajarê Cûlemêrgê ye û niha ew di nava tixûbê navçeya çelê (çukurca) da ye. Di wextê de ji ber hatin û çûna rêwiyan, di navenda sê gundan de xanek (baregaha rêwiyan) hate avakirin, jê re digotin 'Xana Sêgundan'. Di demeka kurt de, gund, deşt û geliyên deverê jî paşnavên xwe ji navê wê xanê wergirtin: 'Xanî', 'deşta Xanê', 'geliyê Xanê'. Niha jî bi wan navan tên peyivîn ew cîh û malbat.''23 ''Şîva (gelî) Ertûş û Pinyaniş, Tuxûb û Tiyarê, Cêlo û Bazê li deşta Xanê digihên hev. Ji berê de rêka herêma Hekarya û Bahdîna di Xanê re diçû..... Ji ber çûn û hatina rêwî û karwanan Xanê pêşve çû û Xanî jî xurt û fireh bûn. Beriya 500 salan di nava siyaset û çanda herêma Cûlemêrgê de giranahiya wan zêde bû, di nava biryarên mîrê Hekariyan de bûne xwedan gotin û bawerî..... Di çaxê pisporiya wî de [Ahmedê Xanî M. C.] eşîra Xaniya (eşîra wî) hilweşandineka mezin derbaz kir. Di navbera waliyê Wanê û mîrê Hekariyan de şer çêbû. Ezemşêrê Xanî li Keleha Wanê paşayê Osmanî da ber xenceran û ew kuşt. Li ser vê bûyerê dijminahiya Osmaniyan zêde bû. Mîrê Hekariyan jî di vê meselê de neyariyane rawestiya, xiyanet bi Xaniyan re kir, gundê Xanê da valakirin û Xanî gişt koçber bûn. Hin çûne bajarên deverê, hin jî derbazî Şamê bûn..... Di koçberiya Xaniyan de binemala Seyda [Ahmedê Xanî M. C.] jî derbazî Nûrdizê bûn (Nûrdiz li bakurê Hekariyan girêdayî Şaxê(çatak) ye. Babê wî Şêx Îlyas li gundê Sevkê çû ser heqiya xwe. Tê zanîn ku Seyda ji bo xwendina xwe pêşve bibit derbazî Cizîra Botan bû û pişt re jî çû aliyê Bayezîdê.''24 Î. Cûlemêrgî diyar nekiriye ku ev agahdarî ji ku derê bidest xistine.

Cardin li gora ku Bozarslan neqil dike, ''Zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar Prof. Qanatê Kurdo, di pêşgotina xwe da ya li ser çapa 'Mem û Zîn'ê ya ku Kurdnasa Rûs a navdar Margareta Rudenkoyê di sala 1962-yan da li Moskovayê çap kiriye, her wiha nivîsiye:

'Navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas e; ew ji qebîla Xaniyan e; qebîla Xaniyan, sala 1592 li erdê Bayezîdê cîwar bû.''25 Ev bi esasî ew agadarî ne ku Mela Mehmûdê Bayezîdî dane Aleksandre Jabayî û wî jî di kitêba xwe de weşandine.

Ferhad Şakelî neqil dike, dinivîse ku '' A. Husaini, îddîa dike ku ji ber ku hemû kesên ji malbata Xanî yên alim û dînî bûn û ji eslê xanedaniyê dihatin loma jî wî navê Xanî wergirt26, lê Şakelî baweriyê bi vê îdîayê nayne. Bi qenaeta min jî tu bingeh ji vê re nînin. çimkî eger Ahmedê Xanî ji malbateka xanedan bihataya wê navê wî bibûya ''Ahmed Xan'' ne ku ''Ahmedê Xanî''. Ferhad Şakelî her wiha qebûl nake ku Xanî ji eşîrekê hatibe ku navê wê Xaniyan be û loma navê wî bûbe Xanî. çimkî dibêje li gorî Kurdî eger ew bi navê eşîra xwe bihataya binavkirin wê bibûya ''Xaniyanî'' ne ku ''Xanî''. Di Soranî de rast e ku mensûbbûna eşîrtiyê bi vî awayî tê binavkirin, lê di Kurmancî de ne şert e wiha be. çimkî Botan dibe Botî, Kîkan dibe Kîkî, Mamxuran dibe Mamxurî. Loma jî ''Xaniyan'' dikare bibe ''Xanî'', ne şert e ku bibe ''Xaniyanî''. Lê tevî vê jî Şakelî xwe dispêre agahdariyeke Mark Sykes ku hêjaye em li vê derê cîh bidinê. Şakelî neqil dike ku Mark Sykes di nivîsara xwe de ya bi navê ''The Kurdish Tribs of the Ottoman Empaire'' de, navê hema hema hemû eşîran dide ku wê demê naskirî bûn. Yek ji wan eşîrên ku ew dide, navê wê, eşîra Xanî ye ku ew dibêje'' Xanî, 180 mal in, ew li nêzî Xoşabê bicîh bûne''27. Şakeli destnîşan dike ku Merk Sykes bi navê Xan yan jî Xanîyan behsa tu eşîrê nake û di wê xerîtê de ku kêşaye, eşîra Xanî li bakurê Hekariyan tê destnîşankirin. Piştî vê agahdariyê Şakelî hin beytên Ahmedê Xanî pêşkêş dike û bi vê dibêje ku ew ne ji maleka dewlemend a Xanedan bûye ji maleka eşîreka piçûk bûye û ev ji ew eşîra 180 malî ya Xanî bûye ku li nêzî Xoşabê bicîhbûyî bûye28.

Medeni Ayhan di kitêba xwe ya bi navê K¸rdistan'lû Filozof Ehmedê Xanî de dinivîse ku ciyê jidayîkbûna wî gundê Xan e ku bi ser Hakkariyê ve ye, ew ji eşîra Xaniyan e û navê diya wî Xan e, piştre jî lê vedigere ku Ahmedê Xanî navê ''Xanî'' ji eşîra xwe wergirtiye, lê ji bo van agahdariyan tu çavkanîyekê nade ku ka gelo ji ku derê wergirtiye29.

Li ser mesela eslê Ahmedê Xanî, agahdariyeka balkêş jî ya Ismet Alpaslan e ku min bi xwe di tu derên din de nediye, ew bi xwe jî diyar nake ku wî ev agahdarî ji kîjan çavkaniyê girtiye. Ismet Alpaslan wiha dinivîse:''Ahmedê Xanî (Arwasî) ji nesla Arwasiyan tê. Tê gotin ku ji Arwasiyan ji nesla Îmam Husên tê û hatiye li Rojhilatê Anadoluyê [Kurdistanê] bi cîh bûye. Ji vê neslê, kurekî Seyyid Abdurrehîm ê bi navê Seyyid Îbrahîm, yekî wî yê jî bi navê Seyyid Abdulazîz bûye.Yên Seyyid Abdulazîz jî sê kurên bi navên Mahmûd, Umer û Ahmed bûne, turbeyên van li Bayezîda Kevn in û tê texmînkirin ku Ahmedê Xanî yek ji van e30''. Ew, her wiha di vir de dinivîse ku Ahmedê Xanî li gundê Hekariyan ê bi navê ''Xan'' ji diya xwe bûye, pişt re hatiye li Bayezîdê bicîh bûye.

Asker Şamîlov di meqaleka xwe de ya bi navê ''Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê'', îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarîyê yê nav Azerbaycanê ye31.

Di dawiya vê meselê de, em dikarin bibêjin ku ji bilî gotina ''Xanî'' tu belge an delîlek tuneye ku meriv karibe bibêje ku Ahmedê Xanî ji filan an bêvan cihî, malbatê, gundî an eşîrê ye. Hemû agahdariyên ku hatine dayin spekulasyon û texmîn in.

Gava Alaeddîn Seccadî behsa wê yekê dike ku ''Şêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqildikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û reşayî gellek tê de mabû'' nabêje ku ev agahdarî ew qas bi tefsîlat wekî wêneyekê ji kîderê aniye. Bes yekî ku Ahmedê Xanî dîtibe kare agahdariyên wiha bide. Îhtîmal e ji ber vê teswîra Seccadî ew kesê ku şiklê xeyalî yê Ahmedê Xanî kêşaye riya wî ber bi reşiyê ve û gurover, topkirî çêkiriye, ruyê wî jî maşşallah bi ruh û can hatiye çêkirin. Helbet em nizanin ku rastiya van agahdariyan hetta çi derecê ye, lê di Mem û Zîna xwe de, Ahmedê Xanî bi xwe, teswîreka xwe daye ku bi tevayî bi eksê van agahdariyan e:

Yên ku Mem û Zîn xwendine helbet wê bê bîra wan ku Ahmedê Xanî gava pesnê xweşikiya Sitî û Zînê dide, Sitiyê esmer û Zînê zerî nîşan dide32. Pişt re li dereka din, gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn jî dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweş dikeve. Ahmedê Xanî bi gellek awayan cefakêşî, derd û kulên Zînê teswîr dike, li cihekî jî wê zeîf wekî mû, zer wekî zaferanê nîşan dide û dibêje ew mû bûye wekî rengê ruyê Xanî33. Ji vê jî meriv kare tê derxe ku Ahmedê Xanî yekî kejik (zer) û zeîf bû, ne ku rîhreş, rûgroverr û sermezin...

Agahdariya ku Alaeddîn Seccadî, dibêje ''ew li Bayezîdê ji diya xwe bû, li medresa Mûradiye ya Bayezîdê xwend, çû Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, serî li Misrê da di dawiyê de ku îcaza ilmî wergirt, vegeriya ji bo Bayezîdê, dest bi dersdanê kir, bi fermana Şahane çû Babê Alî Îstanbûlê'', ne diyar e ku wî ji ku derê anîye, tu belge û delîlan jî nîşan nade. Lê piştî ku Mem û Zîn destanek e ku li Cizîra Botan derbas bûye û tê de Ahmedê Xanî welê bi tefsîlat behsa jiyana Cizîrê, behsa taxên wê dike,34 ev dibin nîşan ku ew, demeka dûr û dirêj li Cizîrê jiyaye, xwedanê cih û rûmeteka bilind bûye di civakê de û di dîwana mîrî de. Wî, Nûbara Biçûkan wekî ferhenga Erebî û Kurdî amade kiriye, bi karê xwe nîşan daye ku ew dersdariya bi Kurdî dike, hetta nesîhetên ku ew di Nûbarê de dike, qenaeteke xurt li ba min peyda dike ku wî dersdariya şehzadeyên mîrîtiyê dikir, terbiya biçûkên xanedaniyê di bin berpirsiyariya wî de bû35. Ji bo ku ew nêzîkî mîr bû36 wî rê û dirbên îdarekirina mîrîtiyê ji nêz ve dinasîn loma jî ev, di Mem û Zînê de bi tefsîlat teswîr kirin.

Gava dibêje ku wî Mem û Zîn bi Bohtî, Mehemedî û Silîvî nivîsîye37, ew wê yekê jî dide nîşan ku ew ewqas li van deverên Kurdistanê geriyaye û jiyaye ku, huner, xusûsiyet; wekhevî û cudayiya van herêm û zaravan dizane. Di vir de ez dixwazim parantêzekê vekim û li ser mesela ''Muhemmedî'' rawestim. Muhemmedî kîjan zarav an kîjan herêm e ez bi xwe nizanim. Lê îhtîmalek e ku ev ne Muhemmedî lê Mehmûdî be. Heke welê be Mehmûdî ew mintiqe û ew zarave ye ku berê mîrîtîyên Hekariyan û Behdînan digirt nava xwe û jê re Mehmûdî dihate gotin. Pişt re ev mîrîtî ji hev cuda bû û bû Behdînan û Hekariyan.

Cardin bi saya ku tiştên di Mem û Zînê de hatine nivîsîn meriv dikare bibêje ku gava Ahmedê Xanî ew nivîsiye ne li Mîrîtiya Botan lê li Bayezîdê bûye. Her wekî tê zanîn berhemên manzûm ên berê qalibeke wan hebû, berê bi navê Xwedê dihat destpêkirin, pesn, hemd û sena ji Xwedê re dihate kirin, piştre pesnê pêxemberê wî, Hz. Muhemmed dihat dayin û şefaet jê dihat xwestin pişt re jî pesnê padîşah, hukumdar an hakimê wî welatî kî be dihat dayîn, hêvî û dua jê dihatin kirin. Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî berê ku dest bi destana evînê bike li gor vî qalibî dimeşe. Gava meriv pesnê hakimê wî zemanî yê ku Ahmedê Xanî li ser nivîsiye dixwîne, eşkere dibe ku ew behsa mîrê Bayezîdê dike. Di hin beytên wî beşî de ew gava gazinde ji Mîr dike ku çima guh nade wî û xwedî lê dernakeve, dide diyarkirin ku navê wî mîrî Mîreza ye û ew bi esl û neseba xwe Rewendî ye38. Rewendî ew herêma dora Bayezîdê ye, dikeve bakurê Hekariyan, rojavayê Şikakan, ji alî rojava ve diçe heta Mûşê û bi bakur de diçe digihîje Azerbaycanê. Em dizanin ku Selaheddînê Eyyûbî bi eslê xwe Rewadî ye ku Rewendî jî digihîjin wê.

Tiştê dawîn ku meriv karibe li ser jiyana Ahmedê Xanî bibêje ew e ku ew li Bayezîdê miriye, li rex wê mizgefta ku wî daye avakirin hatiye veþartin, gorra wî îro jî li hemberî Seraya Îshaq Paşa ye, ser wê qubkirî ye û ji bal xelkê ve tê ziyaretkirin.



Berhemên Ahmedê Xanî

Mem û Zîn
Berhema Ahmedê Xanî ya şaheser, helbet Mem û Zîn e ku Celadet Alî Bedirxanî jê re gotiye ''kitêba milletê me'' û di 300 saliya ronahîdîtina wê de Rohat Alakom bi awayek gellek di cîh de navê ''Manîfestoya millî ya Kurdan'' lê kiriye. Ew weka destaneka evîndarî têra xwe hêja ye lê di rastiyê de ji destaneke evîndariyê gellek wêdetir e, bi naveroka xwe ya netewayetî, felsefî, tesewwufî, dîrokî û etnografî, siyasî, civakî, dînî û bi hunerê xwe yê estetîk ew bi rastî jî manîfestoya neteweperwerên Kurd e, rênîşandera tevgera rewşenbîrî ya Kurdan e. Yên ku neslên xwendayên xwendegehên dînî, mela û feqiyan di ramanweriya dînî û millî de gîhandin hev û mektebeka rewşenbîrî ya dîndar û neteweperwer bi hev ve keland Ahmedê Xanî ye, ew ramanên wî ne ku di Mem û Zînê de bi hunermendiyeka bilind hatine hûnanê. Mem û Zîn wekî meşaleyeke millî rê rohnî dike da Kurd karibin ji wê navbirra cehenemî ya her du dewletên super ên wê demê Îran û Osmaniyan rizgar bibin. Cardin ev in ku neslên neteweperwerên Kurd ên nuh teşwîq dikin ku bi ber koka xwe de vegerin, têkoşîna avakirina şexsiyeta millî ya îroyîn li ser bingehên pêbawer ên duhî ava bikin. Her wiha Mem û Zîn û bêşik aferinerê wê Xanî, nîşana zûserîhildayiya ronesansa Kurdî ye ku xwestiye, dereceya felsefe û tesewwufa dewra mekteba Nîzamiyê ya dewra Xelîfetiya Abbasî, ya Siyasetnameya Nîzamul Mulk û dewletmendî, siyaset û felsefa hukumdariya Selaheddînê Eyubî di warê ramanwerî de di şexsiyeta Kurdan de restore bike, li hember şîîtiya Îranê, sunnîtî ya henîfî ya Osmanî ya bi fetwayên Şêxulîslaman serdest û despotkirî, şafiîtî û tesewwufiya Imamê Xezalî û siyasetdariya Selaheddînê Eyubî berz bike ku dîn û dunyayê di şexsiyeta xwe de temerkuz dike. Para rastiyeka mezin tê de heye gava Mertin van Bruinessen ji ber ramanên wî yên di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî wekî bavê neteweperweriya Kurdî dipesinîne.

Em li vê derê zêde li ser naveroka Mem û Zînê ranawestin, çimkî di beşên din de hê firehtir ji gellek aliyan de me muhawele kiriye ku em heta dereceyekê ronahiyê bidin ser naveroka wê. Zêdetir em ê li ser hin xusûsiyetên din ên Mem û Zînê rawestin.

Mem û Zîn berhemeka dirêj e wekî Leyla û Mecnûna Nîzamî Gencewî yan jî Şêxê Sen'aniyan a Feqiyê Teyran, mesnewî ye. Prof. Joyce Blau dinivîse ku Ahmedê Xanî gellek di tesîra Feqiyê Teyran û Nîzamî Gencewî yê dêkurd de maye û wekî ekola hunerî daye ser şopa medresa Azerbaycanê ya ku Gencewî39 vejandiye. Blau dinivîse ku mesnewî menzûmeyek e ku her beyta wê ji du misrayan pêk tê û her beytek bi serê xwe ye, Wezna (behra) du misrayan mîna hev e û qafiye di nav du misrayan de heye. Wezna ku Ahmedê Xanî bikar aniye behra hezec e. Hezec qalibê wezna herî fireh e û dest dide ku şair bi dehan pêyên cihê, her weha îmkanên cihê

Jîyana Ehmedê Xanî Bi Kurdî

هذا قصة حيات احمد خاني
 
رد: طلب ضروري

الف شكر
ولو اتعبكم
بس ياريت تكون الكلمات كورديه وبااحرف عربيه


وربي يوفقكم
بااعرف صرت مصدر ثقل عليكم
بس مضطره وربي
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى