Kît المقطع اللفظي

G.M.K Team

G.M.K Team
Kît المقطع اللفظي

Ronîkirinek li ser Kîtê

Kît çi ye?
Kît: Bi vebûn û hatingirtina devê me dengek tête pê. Ji tevayiya wî dengî re kît dibêjin. Kît ji yek an ji yekê bêtir tîpan hevedidanî ne. Di kîtên zimanê kurdmancî de bi gelemperî ji yekê heta pêncan tîp peyda dibin.
1- a, ê, û ……
2- no, an, ez, ma, pê…..
3- dev, erd, pêr, sto, kar….
4- qenc, dran, deng, pişt…
5- Stran, stand……
Ji pertûka Mîr Celadet Bedirxan
Bingehên gramera kurdmancî

Şirovekirin:

1- Tîpa dengdêr bi tena xwe dikare kîtekê bîne pê. ji wan ev (a- î- ê- o- û- e) her yek bi serê xwe kîtek e..
2- Tîpên dengdar(bêdeng) bi tevayî bê dengdêran nikarin kîtekê çê bikin.
3- Dema xwendevan hewl bide gotinekê binivîsîne, divê berê li dabeşkirina gotinê li ser kîtan birame, da ko nivîs li ser hiş bi hêsanî bê..

Lîstok

Lîs/tok/

Bi rastî jî
Bi/ ras/tî/ jî/

tu li ber çavên min
tu/ li/ ber/ ça/vên/ min/

weke lîstokekê bû..
we/ke/ lîs/to/ke/kê/ bû/

Çi xweş bû
Çi/ xweş/ bû/
ko me dîsan bi hev re bilîsta
ko/ me/ dî/san/ bi/ hev/ re/ bi/lîs/ta/

li pişt ewan xaniyan
li/ pişt/ e/wan/ xa/ni/yan/

bûk û zave bi lîrandin û berbû
bûk/ û/ za/ve/ bi/ lî/ran/din/ û/ ber/bû

me ew biguhastana...!!
me/ ew/ bi/gu/has/ta/na/

em piçûk bûn
em/ pi/çûk/ bûn/

me bîra hingiv nedibir
me/ bî/ra/ hin/giv/ ne/di/bir/

me dixwest dema me,
me/ di/xwest/ de/ma/ me/

cîhana me
cî/ha/na/ me/

tevde lîstik be..
tev/de/ lîs/tik/ be/

roj derbas bûn
roj/ der/bas/ bûn/

tu çû welatekî
tu/ çû/ we/la/te/kî/

ez çûm welatekî din
ez/ çûm/ we/la/te/kî/ din/

bûkên me perpitîn
bû/kên/ me/ per/pi/tîn/

baranê xanîkên me herfiandin..!!
ba/ra/nê/ xa/nî/kên/ me/ he/ri/fan/din/


kenên me li ber ba çûn
ke/nên/ me/ li/ ber/ ba/ çûn/

du tayan em girtin
du/ ta/yan/ em/ gir/tin/

yek sar bû
yek/ sar/ bû/

ew taya dûriyê bû
ew/ ta/ya/ dû/ri/yê/ bû/

û yek germ bû
û/ yek/ germ/ bû/

ew taya xewnedariya hevdîtinê bû!!
Ew/ ta/ya/ xew/ne/da/ri/ya/ hev/dî/ti/nê/ bû/


Ronîkirinek li ser Kîtê

Jinê
Ji/nê/


yê ko ji bo te gavekê bide ser rê,
yê/ ko/ ji/ bo/ te/ ga/ve/kê/ bi/de/ ser/ rê/

dikare rê bi dawî bîne..
di/ka/re/ rê/ bi/ da/wî/ bî/ne/
dikare bigihê hembêza jiyanê,
di/ka/re/ bi/gi/hê/ hem/bê/za/ ji/ya/nê/

rehên can têkilî xwîna dilê te bike,
re/hên/ can/ tê/ki/lî/ xwî/na/ di/lê/ te/ bi/ke/

da gula hêza min neçilmise
da/ gu/la/ hê/za/ min/ ne/çil/mi/se/

dilopek evîna cegerdar
di/lo/pek/ e/vî/na/ ce/ger/dar/

ji bal te
ji/ bal/ te/

bela bi ser min de
be/la/ bi/ ser/ min/ de/

“binuqute”..
bi/nu/qu/te/
Jinê

Evîna min:
E/vî/na/ min/

çipikên barana şahiya te
çi/pi/kên/ ba/ra/na/ şa/hi/ya/ te/

li ser mestiya canê min belalûk in..
li/ ser/ mes/ti/ya/ ca/nê/ min/ be/la/lû/k in/

sozên te li ser dara jiyê min sosin in, bûk in..
so/zên/ te/ li/ ser/ da/ra/ ji/yê/ min/ so/si/n in/ bû/k in/
ne tenê bi xemla xwe
ne/ te/nê/ bi/ xem/la/ xwe/

canê tu difirî ser çavên heyvê,
ca/nê/ tu/ di/fi/rî/ ser/ ça/vên/ hey/vê/

belê tu gencîniya qedîfeyî,*
be/lê/ tu/ gen/cî/ni/ya/ qe/dî/fe/yî/

vebûna pencera te zêr û mircan in..
ve/bû/na/ pen/ce/ra/ te/ zêr/ û/ mir/ca/n in/
kenê bazin û xilxalên dilê te
ke/nê/ ba/zin/ û/ xil/xa/lên/ di/lê/ te/

liblibî digihê dilê min..
lib/li/bî/ di/gi/hê/ di/lê/ min/




22/6/2007

Amadekirina Ezîz Xemcivîn
 
مشكور بافه كدار
بس ياريت كان الشرح بالعربي مشان نفهم لانو انا ما فهمت شو Kît çi ye
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى