Xeleka pêncemîn li ser zimanê kurdî (ziman û rêziman)

G.M.K Team

G.M.K Team


Xwendevanê hêjal û delal em ê vêcarê li ser peyvên navdêr ên yekjimar û pir jimar rawestin. Bi rastî pêwîst e em peyvên yekjimar û peyvên pirjimar ji hev nasbikin. Ji ber ku yekjimar û pirjimar di zimanê kurdî de mijareke pir nazik e. Gereke em baş li ser bisekinin
Dema em li navan di zimanê kurdî de binêrin em ê bibînin, ku nav bi serê xwe Yekjimar in û dikanin bi serê xwe wek Pirjimar jî bêne dîtin, lê mirov dikane Yekjimar ji wan sazbike bi alîkariya hin zayendên nependî.
Wek:
Yekjimar.
(ek- ekî- ekê) yan jî bi alîkariya ( yek) li pê
şiya
navan deynin an bi alikariya zayenda nêr û mê
(ê)û (a). Wek:
Kur – keç – dar – sêv – xanî – mal – zevî – pênûs……
Kurekî av vexwar
Keçekê av vexwar
Darekê pel da.
Dema em navan bi bûhêrkan re bikarbînin, divê em li pi
şt navên nêr (ekî ) bikarbînin û li pişt navên mê (ekê) bikarbînin û ev yekjmariyê nîşandide.
Lê dema em navan bi dema nihokê û pê
şeroyê re bikarbînin divê em ( ek ) bi nêran û mêyan ve bikaranîn ta ku ev yekjimariyê nîşanbide.
Kurek namê dinivsîne
Keçek namê dinivsîne
Lê dema em navan wek berkarên yekser (dîrêkt, objêktên dirêkt) bikarbînin yekjimara wan dikane (ek) bi demên bûhêrkê re bê dîtin.
Wek:
Dema bûhêrkê.
Wî kurek naskir
Delîl darek birî
Zoro keçek nîşankir
Cemîl pezek kirî – Cemîl pezek kiriye.
Min kurek êşand.
Min keçek êşand
Min sêvek xwar – Min sêvek xwariye.
Lê dema em navan bi dema nihokê re wek berkarên yekser (indîrêkt) bikarbînin divê em (ekî) li dûv navên nêr û (ekê) li dûv navên mê deynîn.
Wek:
Ez kurekî
şînim ez ê kurekî bi êşînim
Ez keçekêşînim ez ê keçekê bi êşînim




Lê dema em navan wek berkarên ne yekser (indîrêkt) bi demên bûhêrkê re bikarbînin bi her demê re (ekî ) li dûv nêran û ( ekê ) li dûv mêyan tê danîn.
Min li kurekî xist ez li kurekî dixim
Min li keçekê xist ez li keçekê dixim.

An jî bi alîkariya rengdêrên
şandan yekjimar tê bikaranîn.
Wek:
Ka pênûsê bide min.
() ji bo yekjimara mêyan tê bikaranîn.
Ez karî dizanim.
() ji bo yekjimara nêran tê bikaranîn
Yekjimar dikane bi alîkariya zayenda nêr û mê (a) û
( ê) bê sazkirin
Dara biyê
şewitî ‘hinekan kulingê min revand’
Keça pîrê bû yekemîn. kurê Qeral mezinbû.

-Pirjimar .
Nav dikarin bi serê xwe jî wek pirjimar bêne
bikaranîn.
Min dar şikandin. yanî min gelek dar şikandin
Wî sêv xwarin. yanî wî gelek sêv xwarin
Min kur hilbijartin. yanî min gelek kur hilbijartin
Bi alîkariya zayenda pendî (ên) navên pirjimar dikanin bêne sazkirin.
Min sêvên sor xwarin
Min darên hi
şk birîn û yên heşîn hiştin
Kurên kele
ş serên xwe hildan
Kecên çeleng pi
ştên xwe girêdan.
Lê pirjimar bi dema nihokê û dema wê bê re bi alîkariya (an) sazdibe dema ew nav berkarê dîrêkt be yan berkarê ne yekser (îndîrêkt) be.
Ez daran diçinim. Ez bi daran mijûldibim.
Ez kuran hîn dikim. Ew bi kuran re dilîze.
Ez keçan hîn dikim. Em bi keçan re hîndibin.


Lê yekjimar û geljimar bi lêkeran re jî tê bikaranîn.
Dema berkar bi demên bûhêrkê re navekî yekjimar be her weha lêker jî dibe yekjimar. Lê dema berkar navekî pirjimar be her weha lêker jî dibe geljimar.
Wek:
Min dar bi bivir birîn (gelek dar).
min darek bi bivir birî
Wî tûr ji Gûzan dagirtin (gelek tûr)
wî tûrek ji
Gûzan dagırt (tûrekî bitenê)
Min gelek name nivîsandin
Min namek ji wî re nivîsand
Wê sêvên sor xwarin.
Wê sêvek sor xwar
Bi alîkariya jimaran ku em li pêşiya navan bikarbînin.
Wek: min du kur dîtin.
Wî sê sêv xwarin.
Çar hinar bi darê ve ne.
Lê bi dema nihokê û dema wê bê re, ger kiryar geljimar be yan yekjimar be, her weha lêker jî li gor kiryar dime
şe. Wek:
Ez darê dibirim
Em darê dibirin
Ez avê vedixwim
Em avê vedixwin
Hûn rojê dibînin
Em ê herin mal
Ew ê avê vexwin
Têbînî:
Dema kiryar pir jimar be û bê jimartin û
çend nav bin, bi alîkariya gihaneka (û) bi hev
ve hatiin girêdan. Wê gavê lêker di dema
bûhêrkê de li gor kiryar forma xwe digire û
dibe pirjimar.
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى