كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Agir ketye dilê min

Agir ketye dilê min
Xew nakeve çavê min
çima tu jimin dûr ketî
Bêje ronîya çavê min
Rinda min, gewra min
çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me
Ev çi ax û nalîn e
Dil şewitî berf bîne
Tu bixatirê xwedê kî
Nebêjî evya dîn e
Rinda min, gewra min
çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me
 
رد: كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Axîna te nalîna min

Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min
Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min
 
رد: كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Diyarbekir mala min

Diyarbekir mala min
Tê de digirî gula min
Roja tu ji min dur ketî
Qîrîn kete canê min

Ey yara min zû were
êşa canê min zû were
Ez ketime zikratê
Birîndar im zû were

çima digirî dilberê
Bûyi hîva qemberê
Bêy te naçim de, ruhê min
Bibe roja Mehşerê

Ey yara min zû were
êşa canê min zû were
Ez ketime zikratê
Birîndar im zû were
 
رد: كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Gula Zer
Gula zer Gula zer Gula zer
Gula zer Gula zer Gula zer
Ketim xatirê Pêxember Gula zer Gula zer
Bide xatirê Pêxember Gula zer Gula zer

Gula Zer gula min î Gula Zer Gula Zer
Roniya cavên min î Gula Zer Gula Zer
Ez bilbil im ji te re Gula Zer Gula Zer
Tu ruh û canê min î Gula Zer Gula Zer

Gula zer Gula zer Gula zer
Gula zer Gula zer Gula zer
Ketim xatirê Pêxember Gula zer Gula zer
Bide xatirê Pêxember Gula zer Gula zer

Gula Zer bêkes maye Gula Zer Gula Zer
Gula min bêkes maye Gula Zer Gula Zer
Sebra min bê wê nayê Gula Zer Gula Zer
Sebra min bê wê nayê Gula Zer Gula Zer

Av ji çavan dirêjînim Gula Zer Gula Zer
De bes e were rayê Gula Zer Gula Zer

Gula zer Gula zer Gula zer
Gula zer Gula zer Gula zer
Ketim xatirê Pêxember Gula zer Gula zer
Bide xatirê Pêxember Gula zer Gula zer
 
رد: كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Hawar delal

Textek çêkin ji hewayê
Şîbak lêdin ji qeshayê
Horî bînin ji wê dinyayê
Dîsa sebra min bê te nayê

Hawar delal hawar delal
Hawar delal hawar delal
Tasa spiî ava zelal
Te vexwar û min go helal

Were cîran tu esmer î
Nazan meke ne dîlber î
Tu ne keça pêxember î
Were cîran tu esmer î
Tu ne keça pêxember î
Nazan meke ne dîlber î

Hawar delal hawar delal
Hawar delal hawar delal
Tasa spiî ava zelal
Te vexwar û min go helal
 
رد: كلمات اغاني الفنان بيتوجان

Her tişt vir e, dinya fanî

Her tişt vir e, dinya fanî
Te çi birî te çi anî
Te xwendiye bi çi zimanî
Gelo çima şiyar nabî

Rabe ji xewa xefletê
Guh mede mal û serwetê
Destê min li pêsira te
Roja Mehşer û axretê

Ev çi dewr e çi dewran e
Em hatin axirzeman e
Emir rê ye dinya xan e
Welatê min ne mêvan e

Rabe ji xewa xefletê
Guh mede mal û serwetê
Destê min li pêsira te
Roja Mehşer û axretê
 
أعلى