كلمات اغاني الفنان دينو

êvar Bû

tarî mêvanê şevê bû
êvar bû
mirin ji siya xwe tirsiya bû
êvar bû
lê tu tune bûy

êvar bû
îxanet li benda şevê bû
êvar bû
mij bêriyê kemînan bû
êvar bû
Min berîya te kiribû
êvar bû
lê tu tune bûy

êvar bû
tenê hêvi rêheval bû
êvar bû
dil bi azadiyê bawer bû
êvar bû
çavên min li rêya te bû
êvar bû
lê tu tune bûy
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Bizi Hiç Bir Dilde Anlamadınız

Yeter artık kan akmasın
İnsan insana kıymasın
Tüm kutsal dinler diyor ki
On yaşındaki çocuğa
On üç kurşun sıkılmasın
Aaxxx

Bitsin artık bu işkence
Acı yenilsin sevince
Yaşayalım berabercenaxxx

êdî bese xwin direjê
Mirov bi mirov dikuje
çar ol û pirtûkên pîroz
Dibêjin mirov nekujin
Mirovahî qirêj bûye
ûjdan nîne, çav birciye axxx

Hevre bijîn bi biratî
Parvekin jînek rûmetî
Xelat bikin bi aşîtî
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Bête Nabe

Li zindanê şevên tarî
Bi dilekî hevparî

Tu ketî li nav dilê min
Wek evînek penaberi dernayê

Bê te nabe, bê te nabe, bê te nabe yar
Heskirine, ne gazince ji min re nîne bar

Temenekî çil salî
Ji bo te ket vî halî
Emirekî çil sali
Ji bo te ket vî halî

Naçicim heviyên dilê xwe
Heta ku tu ji vî dilî vegerî

Bê te nabe, bê te nabe, bê te nabe yar
Heskirine, ne gazince ji min re nîne bar
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Vervikê
Verva eza to dima, yaxer yeno ximxima
Tib alladê xo kena bewez menda tebera

Ha vervikê vervikê, destine xo hennekî
çend seryo eza to dima, bes mirê nazî mekî

Hela şanî bolserda, ez derdê tora merda
Ma keynek to sond werda, qandê nêkerê mêrda

Ha vervikê vervikê, destine xo hennekî
çend seryo eza to dima, bes mirê nazî mekî

Mirê kêberî aki, rojî miro san mekî
Mi son werdo keynekê jûyê min didî mekî

Ha vervikê vervikê, destine xo hennekî
çend seryo eza to dima, bes mirê nazî mekî
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

şîret
Kurê min ji te re dibêjim
Min guhdar bike
Hêvî bike bawer bike
Stû xwar neke

Kuro lawo mirin jî bê
Tirs xuya neke

Singê xwe bi de ber şûrê tûj
Neyar şa neke

Ax ax min ji bîr neke
Ax ax ji xwe dûr neke

Kuro lawo min nehêle
Li hesretiyê
Bibe axa bav û kalan
Li wirmçal bike

Ger mirin nêzî te be jî
Azade jiyan

Kuro lawo biparêze xwe li
bajaran
Cihe bazan li ser zinaran,
ne li kolanan

Ax ax min rû reş neke
Ax ax riya xwe şaş neke

Kuro lawo hêviyên min barke
Li ser stêrkan
 
رد: كلمات اغاني الفنان دينو

Şev
Şev ji tariya xwe tirsiya
Gul bi kelemên xwe tirsiya
Ez bi evina te tirsiyam yar

Şev mane bi sirên xwe
Gul bi tenê serê xwe
Ez mame bi hesreta te yar

Paramin jana jîne
Jiyana min ket kemînê
Dîl bûm destê evînê yar

Xewnên min kesk sor û zer
Birîna min neke der
Te ez kirim penaber yar

Xwin li dil de keliya
Evin dil de heliya
çav mane li pey siya yar

Vegere min nehêle
Tu dibînî dil bê hale
Wek xençare li ser dile yar

 
أعلى