كلمات اغاني الفنان سرحـد

Ser Banîka
Keçik dîbûm li banîka
Xezal dîbûm li banîka
Enya gewher, enya zirav
Tunçkê enyê bin şewqê ra
De bila bîra te were
çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka

Derd û kulê me giran e
Welatê me bin destan e
Heta azadiyê em nebînin
Li xwe nakin kincê bûk zavan e
De bila bîra te were
çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka
 
رد: كلمات اغاني الفنان سرحـد

şêre
şêre, şêre, şêre...
çi jine yan çi mêre
çûye nav bajêre
Evîna min jê re
Mêr e...
Ew bûye Şoreşgere

Mêr e, Mêr e, Mêre...
Di dest de tewr û bêr e
çûye gundê jêr e
Kama dilê min bi wê re
Mêr e...
Ew hemî şoreşger e

Ew doza Kurdistan
Qet nîne rawestan
Welatê serbestan
Ji jor we heta jêre

şêre, şêre,şêre...
çi jine yan çi mêre
 
رد: كلمات اغاني الفنان سرحـد

Payîz e
Payîz e ew dema çû
Ber zivistan derd giran bû
çendîn bihar wê bihar wê derbas bû
çendîn havîn wê derbas bûn
Agirê dilêm derman nebû

Kela şînê, derya jînê
Ez kuştim ax wê evînê

Payîz e mij û dûman
Berx ketiye sofra guran
çendîn deman, çendîn salan
Her mane li cîh û waran
Em mane bin cîh û waran

Kela şînê, derya jînê
Ez kuştim ax wê evînê
 
رد: كلمات اغاني الفنان سرحـد

Hewlêr
Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çawên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan
Hewlêr

Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Helîna şehîdan e Hewlêr
Helîna Egîdan e Hewlêr
 
رد: كلمات اغاني الفنان سرحـد

çûka Serê Darê
Hey lê çûka serê darê
Te xwe daye li quntarê
çi digerî vê buharê
Te li ku wenda kirye yarê

çi digerî li wan milan
Tu dixwînî wek bilbilan
Dil jê girtî êşê dilan
Te li ku wenda kirye yarê

Wekî kurka li ser çûkan
Wek dayika ser sêvîkan
Mihacir bû li ber tirkan
Te li ku wenda kirye yarê
 
رد: كلمات اغاني الفنان سرحـد

Rojbaş
Bi tîrêjên rojê re
Bi aviya sibê re
Ji nav çiyan der tên
Dilê me hemiyan pê re
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....

Herdu destan rakin
Kesk, sor û zer li bakin
Keç û xortan silavkin
Wê kurdistan avakin
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....

Li dû hev dû bi rêz in
Hemû huner û hêz in
Kevokên aşitî ne
Bi zêrê zer xêzin
Rojbaş
Gerîlla rojbaş....

 
أعلى