Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

Ehmed mustefa :21 ê Adarê
cejna Newrozê
Demê Newroz roja xwe hiltê
Demê Newroz tîrêja xwe ronî didê
demê Newroz ( bi xêr ) li me vedigerê
Bihna şitlê rihana ji asîmana hiltê
Demê roja 21ê Avdarê tê
Bihna gulan ji Erdê hildikelê
Demê zivistan Ewirên xwe yên bi tirs ji hev diqetin
û hêdî hêdî buhar derbes dibe
Ew dema Newroz silav li me dike
Bi dilekî nazdar û şêrîn roja xwe pîroz dike

Zivistan
Zivistan Ewirên reş û tarî
Roj bi roj baran dibarî
Dengê birûska Li Ezmana diteqî
Li êstêran cihê xwe nedidît
Buhar
Buharê rengê xwe belav kir
Zivistan çû ……Buhar.. hat
Gul û nêrgiz ve bûn li deşt û çîya
Şeva reş çû û roja xweş vegerîya
Dengê çûka û tîtîya
Rengê kesk û sor û zer
Li paş çîya
Genim û ceha şîn dan li ser rîya
Newroz xweş bû bi dengê lîlîya
Şeva agir
Xortên ciwan û keçên bedew
Bi soz û peyman
Bi xwen û xeyal
Bi dil û can
Ê
vegerin
Li ser
Doza niştiman

Êvara Newrozê
Keçên bedew
Xortên şepal
Dest bi dest
Diçin dîlan
Zerok û mindal
Tev pîr û kal
Ev dost û heval
Ev cejna we delal

Xortên şervan
Keçên bedew
Ev dehol û zurne
Ev agir û dîlan
Ev gund û bajar
Ev Ala rengîn
Ev roja we ye pîroz

Şev çû ve rojhelat
Bi bîr û bawerî Newroz û seyran
Rengê kesek li deşt û çîya
Li ser zinar şîn tê geya
Îro xort û keç vegerîn gundîya
Belê Mehabad û Dîyarbekir û Efrîn
Bi kel û girîya
Qamşlo û Kobanê
tev Kerkûk û Batmanê
û li Amedê
Xwîn rijîya

Bang dikim wan çar alîya
Lê çi bikim dengê min westîya
Bang dikim rojhelat
lê çi bikim cîgerê min helîya
Bang dikim rojava
lê çi bikim dil şewitîya
Bang dikim başur
lê çi bikim çav westîya
Bang dikim bakur
lê çi bikim Erd û ezman hejîya
Berhev dikim
wan çar alîya
Dibêjim bibin wek Kurdistanîya
Lê çi bikim dil û can ji hev qetîya

Dijimin
Dijminên Kurdan dikenin
Û dibêjin sal çû
Û sal vegerî
Hûn nabînin
yek welatî

Û dibêjin
Hûn ê her bimînin bi çar alîya

Newroz
Newroz cejna te pîroz
Newroz roja te pîroz
Kurdino cejna we pîroz
Hevalino roja we pîroz
Girtîno cejna we pîroz
Bindestino cejna we pîroz
şoreşino cejna we pîroz
karkirino cejna we pîroz
Sêwîno cejna we pîroz
Sêwîno roja we pîroz

.her sal bi xêr û xweşî û şadî li me vegerê (newroz)

417

tîpên

bi dest û nivîsên_ Ehmed mustefa
 
رد: Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

أعتذر لكاتبي الرائع عن عدم كتابتي باللغة الكردية
كلماتك رائعة بل أكثر من ذلك يسعدني كثيرا عند قرأتي باللغة الكردية
وسعادتي الكبرى عندما تكون قلمك
لن أختار سوى الصمت أمام هذا الابداع بالكلمات ولك مني أحلى تقيييم
her sal bi xêr û xweşî û şadî li me vegerê (newroz
 
رد: Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

اقتباس:
المشاركة الأصلية كتبت بواسطة hiro
أعتذر لكاتبي الرائع عن عدم كتابتي باللغة الكردية
كلماتك رائعة بل أكثر من ذلك يسعدني كثيرا عند قرأتي باللغة الكردية
وسعادتي الكبرى عندما تكون قلمك
لن أختار سوى الصمت أمام هذا الابداع بالكلمات ولك مني أحلى تقيييم
her sal bi xêr û xweşî û şadî li me vegerê (newroz



شكرا ' sipas
li gel rêz û silaven
û bi hatina te ez gelekî kêf xweş bum
her bijî ji tera
bixwîn e û binivsîn e bi zimanê kurdî
ji ber zimanê kurdî rumata meyê
û disa ez te sipasdikim

شكرا على حضورك الدائم بين كلماتي
تحية ود وبباقات من الورود
اقول كل نوروز وانتم نوروز
 
رد: Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

sipas tu melavî Newroz cejna te pîroz bi bra dlal her sal bi xer tu sax be
 
رد: Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

اقتباس:
المشاركة الأصلية كتبت بواسطة jan-brin
sipas tu melavî Newroz cejna te pîroz bi bra dlal her sal bi xer tu sax be



birayê delal janbrin bi hatina te ez her kêf xwesh dibim

û çejna te jî pîroz bê
û tu her biminê di kêf xweshîya da

bierayê te
Qamshlo Kobanî Efrîn
 
رد: Ehmed mustefa :21 ê Adarê/cejna Newrozê

cejna kurda hamo pîroz dekm û cejna te pîroz dekm
 
أعلى