ÊzÎdÎ

Êzîdî kurd in û alîgirtên oleke kevnar in. Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê. Ew monoteyist in. Hejmara wan di nav gelê Kurd de pir hindike. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola Êzîdîtiyê ne weke olên rohilata navîn, mîna cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda buye. Guhertin, pêşketin pêre çê buye. Di destpêkê de Êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya perestina rojî (Şêşims mefer e mêrê Êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayìzimê tê naskirin. Hejmara wan bêtir ji 750000 e, piraniya wan li Kurdistana Îraqê dimînin (600.000), perestgeha wan ya pîroz "Laliş" li Kurdistana Îraqê ye, Mîrê wan û serokê olê, "Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê li Ba`adrê û Lalişê dimînin. Wekî din jî Êzîdî li Kurdistana Tirkiyê, Kurdistana Sûriyê, li Ermenistanê, Îranê û Gurcistanê, hene.

Laliş,
merkeza Êzîdiyan

Bavê Şêx Hecî,
lawê Şêx Îsmaîl

Piraniya Êzîdiyên Kurdistana Tirkiyê cî û warê xwe berdan û koçber bûn. Ew bi teybetî hatin Almaniya (30.000). Êzîdiyên welatên sovyeta berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewiyan Ûkrayîne, Rûsiya û welatên din li Ewropa.

Ji zilm û zoriya li wan dibû, nikarîbûn tiştekî liser ola xwe derxînin. Êzîdé bi hezarên salan mane çavşikestî, reben û bindest. Ji ber vê yekê jî pir xelekên vê olê hinda bûn. Ev jî sedem bû, ku teologiyeke wekhev anjî feqehtiyeke wekhev ava nebû û hêje tine. Piraniya lêkolînvanên olê, yên Ne-Êzîdî tiştên xirab û ne dirist liser Êzîdîtiyê derxestine. Êdî wan çend ber û kevirê liser hevdû mabûn jî hêrivandin. Erê dereng e lê ne derengê dereng e, ku li xwe bipirsin û xelekên zincîra ola xwe bicivînin. Rast e, danheva kelepûrên vê ola, weke gera li derziyê di nav pûş de ye, lê ne bê çare ye. Çareserkirin roj bi roj nêzîk dibe. Lêkolînvanên me karê xwe yê giranbiha berdewam dikin.

* * *
 
Êzîdî berî dema Şîxadî - Beşa 2
Lêkolîneke oldarî-zanistî

Dr. Pîr Memo Osman

Dibe, ku pir tişt ji Îslamê ketine nava Êzîdîtiyê û guhertin jî çêbûne, lê belê baş diyar e, ku Êzîdîtî ji îslamê dûr e û berî wê hatiye.

Mixabin, ku tu kes nikare li ser rewşa Êzîdîtiyê berî îslamê bi tesbît û bingeh tiştekî bîne ber çavan. Li vir xelekek ji zincîra dîrokê windaye.

Gelo navê Êzîdîtiyê berî Îslamê çi bû? Bersiva vê pirsê tu mirov nikare heya niha bide. Hinek rêxistin û rêberên siyasî di nav Kurdan de dibêjin, ku Êzîdî Zerdeştî ne. Lê heke mirov Êzîdîtiyê û Zerdeştîtiyê deyne ber hev, dê ji me giştan re diyar bibe, ku herdu ol ne yek in û Êzîdî tucar ne li pey Pêxember Zerdeşt bûn.

Li gel ku Zerdeştî pir bi hiner, şax û per bû, ne hemû Kurdên Êzîdî û gelên li Kurdistanê baweriya xwe pê anîne. Hindek edet, rabûn û rûniştinên Êzîdiyan, yên nifşekî bi dev daye nifşê li pey xwe, wê pirsê çareser dike, ku

Êzîdîtî û Zerdeştî du olên serbixwe ne û bi hev ve ne girêdayî ne.

Bê hejmar zanyar û lêkolînvan yên ol tesbît kirine, ku navê Ahûra-Mazda û Aşa, yanî rastî navên Xweda bû, yê ku berî hatina Pêxember Zerdeşt û nivîsandina pirtûka wî Avêsta bû.

Piştî Zerdeştî dibe ola komara Sasaniyan, hinek Kurdan "Arî û Mîdî" bûne Zerdeştî. Lê piraniya gel li ser ola xwe ya berê dimîne.

Bi yek gotinê mirov dikare bibêje: "Pêxember Zerdêşt ola bav û kalên xwe guhert." Berî wî du Xwedayan hebûn: Ahûra-Mazda û Ahîraman. Yek Xwedanê ronahiyê û yê din Xwedayê tariyê bû. Pêxember Zerdeşt baweriya ola xwe li ser vê bingehê avakir: "Yek Xwedê heye û ew jî Ahûra-Mazda ye."

Gakuja ku Êzîdî di cejna xwe ya di meha payiza didoyan pêktînin ji ola Mitrayiyê yanî Rojperestinê tê. Ne dûr e, ku Êzîdî baweriya xwe bi du Xwedayan dianîn: Xwedayê Xêrê û Xwedayê şer.

Gakujî jî ji vê yekê hatiye, ku Dayêva-Perest teba jê re dikirin qurban. Zerdeşt jî kuştina heywanan qedexe kir. Bi vê yekê dixwest, ku rola Xwedayê xwe Ahûra Mazda mezin bike û rola Xwedayên din kêm bike.

Mitrayî (Mîtrayî) li ber çavên Zerdeşt oleke dualizm bû. Xwedanê şer, Dayêvas, her şerxwaz û nêr bû. Zerdeşt ev Xweda ji bo vê yekê ji nav baweriya xwe ya nû derxist. Xwedayê Ezman Mitra (Mîtra) qebûl kir, jiber ku gel bi dil û ramanên xwe bi vî Xwedayî ve, bi Xwedayê Rojê ve, girêdayî bû. Zerdeşt mecbûr bû, ku Şêx-Şems, Xwedanê Rojê, weke Xwedanekî qebûl bike. Lê tu car Mîtrayî weke oleke serbixwe qebûl nekiriye.
 
Zerdeşt di Yasna 32. ya pirtûka xwe ya pîroz Avesta de êrîş berdaye ser Dayêvas û ew gunehkar kiriye, ku mirovan dixapîne. Ev saloxên Zerdeşt li ser Dayêvas pir nêzîkî çîroka Adem e, ya di Tewratê û di Qurànê de hatiye nivîsîn, ku çawa Xweda gote Adem, li wî qedexe ye, ku sêvên vê darê bixwo, lê li gor gotinên Quran û Tewratê mar, ku ew Xebera Xirab yanî Mêrik bû, Adem xapand, ku ew sêvê bixwo. Êzîdî dibêjin nexêr: "Hemû tişt bi destên Xwedê û gotinên wî bû û Tawisî Melek fermana yanî emrê Xwedê bire serî û bi cî anî. Eynî û bi xwe rola Mîtra dilîst, çaxê goştê gayê kuştî li mirovên girêdayên xwe belav kir, xwast ku mirin li cem wan hew peyda bibe û tim dinyayî bimînin.

Ev tore û edetê kuştina ga Êzîdiyan girte xwe û heya îro jî di cejna Cimayiyê de, Cejna Payîzê, li Lalişa Nûranî pêktînin.

Ev gakujî jî tore û edetê Ariyan û Rojperestan bû.

Şîxadî ev karê xêrê wisa guhert, ku ew edet bişibe xwarina dawî, ya Îsa (Krîstos) bi şagirtên xwe re derbas kiribû.

Cejneke din jî li cem Êzîdiyan heya îro jî maye û tê çêkirin, navê wê Firavaçiz e. Ev cejn ji dema berî Zerdeşt e û ji aliyê Ariyan û Mîdiyan dihate çêkirin. Bê qedar zanistvanan tesbît kirin, ku ev cejn berî Zerdeşt hebû. Êzîdî vê cejnê di biharê de pêktînin. Di destpêka meha Nîsanê de çêdibe û bi cejna Bêlinde, Sersal, tê bi nav kirin.

Guhertin qet neketiyê, her çiqas ku bi hezaran sal di ser re derbas bûne. Her malbateke Êzîdî xwarinê tînin ser goristanên miriyan. Li ser goristan, qewl û nizayên xwe yên olî dibêjin. Bi van semayan Êzîdî miriyên xwe û karên wan yên baş tînin bîra xwe. Bi vî şêweyî miriyan careke din vedigerînin jiyanê. Ew heya êvarê li ser goristanê dimînin û piştre têne malê. Li malê jî bîranîneke din li ser miriyên xwe bi cî tînin. Xwarina para miriyan , "Nanê miriyan", li gundiyên xwe belav dikin. Ew devê deryên xwe bi gulan dixemilînin. Ev cejna han 3 rojan berdewam dike û weke Sersal, Bêlinde anjî Roja Miriyan tê naskirin.

Ev edetekî pir kevin e di nav olên tebî‘etê de. Indiyan jî li Meksîko cejneke dişibe vê cejnê pêk tînin. Ramana vî tiştî jî ew e, ku mirî û mirin beşên jiyanê ne. Jiyan û mirin bi hevdu ve girêdayî ne. Agir û vêxistina çirayê li Lalişa Nûranî di her roja çarşemê de edetekî kevnar e. Êzîdî bawer dikin, ku Xweda Tawisî Melek di roja çarşemê daye û ji bo vê yekê jî çarşem li cem wan rojeke pîroz e. Agir her çarşem di mala şêx û pîrên Êzîdiyan de tê dadan. Edeta vêxistina agir berî Zerdeşt û Ahûra Mazda ye. Ev jî berî Zerdeştiyê hate Îran û Kurdistanê. Agir jî sembola Xweda û Mitra ye. Ew sembola ronahiyê ye.
 
Di warê xêr û şer de baweriya Zerdeştiyê û Êzîdîtiyê ji hev dûr in. Zerdeşt dibêje, ku xêr û xweşî ji Ahûra Mazda tê û nebaşî û nexweşî ji Ahîraman tê.

Êzîdî bawer dikin, ku xêr û şer bi destên yek Xwedayekî ne.

Xweda hiş û raman daye mirovan ji bo rêya xêr û şer, ji bo rast û nerast ji hev û din nas bikin. Mane wê jî ew e, ku mirov dikarê şer peyda bike, ne Xweda. Li gor baweriya Êzîdiyan jiyan dema cerbandinê ye, weke çîroka Tawisî Melek, çaxê Xweda gotibû wî, ku ew sicûdê bitenê ji Xwedê re bike. Çaxê Xwedê Adem dabû dinê, ji hemû mêr, sivik û milyaketên xwe xwestibû, sicûdê ji Adem re bikin. Tawisî Melek bi tenê serê xwe ji Adem re netewand û gote Xwedê û gotina wî anîbû bîra wî, ku ew, Tawisî Melek, bitenê ji Xwedê re ibadetê dike, ne ji evdan re. Li vir Xwedê Tawisî Melek xiste serekê mêr û milyaketan û di eynî tişt de bedêliya Xwedê li erdan dike. Erdmeyandin Tawisî Melek bi emrê Xwedê pêk aniye.

Hemû lêkolînên li ser ola Êzîdîtiyê didine xuyakirin, ku Êzîdîtî oleke îndo-germanî ye û pir kevin e. Agirperestin, rojperestin û gelek tiştên din diyar dikin, ku Êzîdîtî oleke berî Îslamê û Zerdeştiyê ye û tu girêdana wê bi Yezîdê kurê Ma‘awiya re tune.
 
Yezîdê kurê Mu´awiya û Êzîdîtî
Lêkolîneke oldarî-zanistî

Şewqî Îsa






Yezîdê kurê Mu´awiya û Êzîdîtî
Lêkolîneke oldarî-zanistî

Şewqî Îsa

Êdî ji me giştan re şerm e, ku em Êzîdî heya vê demê jî hên li bingeh û kaniya xwe û ola xwe digerin. Hindig maye, ku baweriya me hew bi kurdîtiya me jî were.

Berî her kesî jî ez wan mirovan didim ber nîşanê û wan di eynî dem de jî gunehkar dikim, yên xwe weke zanyar, rewşenbîr û lêkolînvan dibînin. Ez bawer im, ku di vê derheqê de dê tu mirov gazinan ji min neke. Jiber ku rewşenbîr bûn, yên digotin, ku ew bitenê dikarin gemiya ferecê û gelên têde bighînin kevîka behra pêlbilind.

Bi dîtina min ev mirovên xwe bi rewşenbîriyê didine naskirin, vî barî nikarin ne hilgirin û ne jî deynin. Em gişt hên negihiştine wê bilindbûnê û zanîbûnê. Di vir de pêwist e, em tev li ber gunhê xwe werin.

Rewşenbîr bûn, yên ku rê ji mirovên Ne-Êzîdî re vekirin, ew jî nemerdî nekirin û heya ji wan hat, rast û nerast, şaş û dirist li nav hev din xistin. Wan weke gotineke pêşiyên me kirin. Ew jî wisa hatiye gotin: "Hingî gilgil yî delal bû, baranê jî lê kir".

Derdên me nebesî me bûn, zerdeştîtî jî anîne zimên. Ev înterprêtasiyon û lihevanîn ji min re û ji bo piraniyên Êzîdiyan bê bingeh û fûndamênt in. Vî tiştî pir kar û zametkêşya hindek biraderên lêkolînvên dîroka olê bi avê de birin û li paş xistin. Lê belê bila tu mirov dilxirabî jê re çênebe, ku ez li dijî olên din im anjî li fitil û dewranan digerim. Rastiyek li holê heye û tukes nikare jê bireve: Êzîdîtî û Zerdeştîtî du olên ji hevdu cude ne û Êzîdîtî ola gelê Kurd bû, heya roja Îslamê Kurdistan wêran kir û Kurd bi darê zora devê şûr kirin misilman. Ez tucar nabêjim, ku hindek Kurdên-Êzîdî bûne Zerdeştî, lê belê bila ji me giştan re diyar be, ku Zerdeştîtî ola Sasaniyan bû û ne ya gelê Kurd bû. Sasanî jî babkalên Faris bûn.
 
Armancên gotarê

Li gel, ku ez dê pir mirovan dilêşî bikim û lêvên wan xwar bikim, dîsa jî weşandina vê gotarê pir giring e û pêwist e, em ji rastiyê nerevin û nexeydin. Ev têm pirsgirêka girêdana Êzîdîtiyê bi Yezîdê Siltanê Şamê ve zelal dike.

Wekî din jî ez dixwazim ji cîhanê re bidime xwiyakirin, ku girêdaneke esasî û bi teybetî avakirina ola Êzîdîtiyê bi Yezîdê kurê Mu‘awiya re tune. Êzîdîtî ne beşek ji beşên Îslamê ye.

Ez dixwazin vê tespîta jorîn bi encamên lêkolînên zaniyar bidim ber çavan. Heya vê gavê jî xêrnexwazên me, çi Tirk, çi Ereb û çi Ecem dibêjin, ku Kurdên Êzîdî Emewî ne û li pey Siltanê Şamê Yezîd in. Carne jî dibêjin, ku Yezîdê kurê Mu‘awiya ola Êzîdîtiyê peyda kiriye. Ne pêxemberê Êzîdî heye û nejî Mesîhê wan weke li cem xaçperestan heye. Ola Êzîdîtiyê oleke milyaketî ye, bi zivikê Xwedê Tawisî-Melek ve girêdayî ye. Êzîdî Şîxadî bi xwe dibînin weke rêberekî ji xwe re. Ew jî bi hinera Tawisî-Melek rabû û Êzîdîtî ji ber zilma Îslamê parast. Êzîdî di wê baweriyê de ne, ku Tawisî-Melek xêr, xweşî û aştî xistibû dilê Yezîd jî, lewma xêra Êzîdiyan xwest û nehişt, ku Erebên misilman wan bikujin û welatê wan bi temametî talan bikin. Tu mirov ji Êzîdiyan inkar nake, ku qenciya vî Siltanî li ser me heye, lê belê ne, ew yê me ye û ne em jî li pey wî ne. Destekî yê din paqij kir. Pêwist e, em tiştekî bitenê jibîr neken, ku Yezîd mirovekî Ereb bû û Tawisî-Melek Êzîdîtî di dilê wî de şêrîn kiribû û Şîxadî karî xêr ji bav û kalên xwe ve Êzîdî û Kurd bû.

Gelo ev Yezîd kî bû?

Ji bo kû em vî Yezîdî baştir nas bikin, min darbava malbata Emewiyan ji pirtûka "Xilafet Benî Ûmeya, ya ku Dr. Nebîl Eqîl li Şamê di sala 1972 an de weşandiye, derxistibû û di vir de dinivîsim (rûpela 16).

Li gor saloxên vê bavdarê Yezîd kurê Mu‘awî û Meysûnê ye. Ew li bajarê Mekayê ji diya xwe re çêbûye. Bavê wî Mu‘awiya kurê Sufyan e, kurê Harb e, kurê Ûmeya ye, kurê Abid Şemis e, kurê Menaf e.


Piştî ketina bajarê Meka dibin destên leşkerên pêxemberê Îslamê, Mu‘awiya dibe misilman. Hingî Mu‘awiya mirovekî bi nav û deng bû û xuyanî bû, pêxember Mihamed ciyekî layîq û bilind di komara îslamî de xiste destên wî. Xûşka Mu‘awî, Ûm Hebîba dibe jina pêxember. Di dema xelîfên yekemîn Abû Bekir de şerekî pir dijwar û dirêj di navbera misilmanan û xelkên El-Rida de vêket. Yên bi navê El-Rida hatine naskirin, ew mirov in, yên bi şûr bûne misilman, lê belê li ola xwe ya berî Îslamê poşman bûn. Hêje hindek ji me çaxe yek yê din pîs bike anjî çîran pê bike jê re dibêjin, mertit anjî mirted. Piştî Emer Îbnûl Xetab bû xelîfe, rabû Mu‘awiya birêkire bajarê Şamê, ji bo kû ew bibe serekbajrê wê. Ev jî di sala 637 de piştî Îsa bû.

Malbata Emewiyan ji gelê Şamê re bi hemû rengên xwe pir baş û tolerent bûn. Wekhevî hema bêje dêmokrasî û serbestî armancên wan bûn.

Di baweriya min de heke niha hindek mirovên misilman, yên bi SosiyalûÎslamê difikirin, ev raman ji vê komarê standine. Mala Êmewiyan tu zor û serdestiya bi qirêj û xwîn li gelê Şamê û Sûriya-Mezîn nedikirin. Dibe, ku wan jî ev dêmokrasî ji Bîzentiyên xaçperest girtibûn. Ev jî sedemeke pir giring û mezin bû, ku komara Îslamî-Erebî bi nav û deng û meşûr bû. Piraniya serokên Îslamê, yên piştî dema pêxember siltanî û serekbajarî bi navê Îslamê kiribûn, pir zilm û zorî li gelê xwe kirbûn. Ne pêşveçûn hebû û ne jî azadî û serbestî. Ew mirêvên ne Cihû anjî Xaçperest bû, wan dikuştin bê rehim, anjî wan bi şûr misilman dikirin. Ji ber vê yekê jî Êzîdiyan û xeynî Êzîdiyan xwe avêtin tor û bextê malbata Emewiyan. Pir nivîskarên ereb vî tiştî tînin ser ziman. Yek ji wan jî Dr. Mihamed Abid El-Cabirî ye, yê di pirtûka xwe de El-Aqil El-Siyasî El-Arabî, di rûpelê 237 an de û di sala 1992 an de li bajarê Beyrûtê hatiye weşandin û vî tiştê jêrî dibêje:

"Ji bo girtina ciyên pir mezin û zenzîbil û hesas di komarê Emewiyan mirovên din yên Ne-Ereb didane pêş. Wan Ereb nedixstin van wezîfetan. Baweriya wan jî di vî tiştî de ew bû, ku mirov dikare baweriya xwe bi van mirovên Ne-Ereb û Ne-Misilman bêtir ji Misilmanan û Ereban bîne". Pir kar û fêde ji van gelan jî gihiştin malbata Emewiyan. Bazirganî, kirîn û firotan dikirin. Xaçperest zêrker, hesinkar û sinetkar û hesabdar bûn, cihû textor û ilimdar bûn, Êzîdî cotarî û ji xwedîkirina sewalan, pez, çêlek û. t. d. baş bûn. Bîzentî kar û barên komarê, yên çandî, civakî û komarî pêkdianîn. Wekî dinjî gelê Şamê jiyana xwe berî hatina Îslamê weke biran derbas dikirin, dijminatî kêm peyda dibû. Emewiyan şûrê Îslamê hew hejandin û tukes bi zorê nekirin misilman. Wan gotina "Ol ji bo Xwedê ye, û welat welatê hemû mirovan e" bi cî dianîn.

Hin bi hin nexweşî û xêrnexwazî diket navbera Emewiyan li Şamê û malbata Pêxember - Ehil El-Beyt - li Meka û Medîna û di dema dawî de li Bexda, Kûfa û Kerbelayê. Serokatiya malbata Pêxemberê Îslamê Eliyê Şêr û herdu kurên wî Hesen û Hisên dikirin. Vê dijminatiyê belavkirina Îslamê pir li paş xist û komara Erebî-Îslamî bê hêz û bê hiner kir. Pir gelan, yên bi şûr misilmantî li ser wan ferz dibû, ji nû ve serê xwe hildan û berxwedan kirin. Bitenê ji kuştina her çar xelîfên Îslamê tê xuyakirin, ne herkes ji rewş û halê xwe razî bû. Ew mirovê dîroka Îslamê û Pêxemberê wê bixwîne, dê bizanibe, ku ji her çar xelîfên rêber, Abû Bekir, Emer Ibnûl Xetab, Osman Ibnû Afan û Elî Ibnû Abî Talib - Eliyê Şêr - bitenê Abû Bekir bi mirina normal di nav nivîna xwe de çûye dilovaniyê. Her sê xelîfên din hatine kuştin. Eliyê Şêr di mizgeftê de di ser nivêjê de hatiye kuştin. Ji ber vê yekê jî pir Elewiyên vê demê naçin mizgeftan û nivêj nakin. Dimanî û dijminatiya di navbera herdu aliyan de her ji mêj ve bû, ne ji dema kuştina Eliyê Şêr û zarokên wî Hesen û hisên ve ye. Hên ji kuştina Osman ve xirabî kete navbera herdu ciyan de. Emewiyan doza xwîna Osman dikirin û wî weke yekî ji malbata xwe didîtin. Jina Pêxember Eyşê jî piştgirya Mu‘awî di vê pirsê de dikir û destê zavê xwe Eliyê Şêr û neviyên xwe Hesen û Hisên nedigirt. Eyşê dayîka Fatma jina Eliyê Şêr bû. Elî jî hem kurapê Pêxember bû, hem jî zavê wî bû. Şerê di navbera wan de û hemû lez û beza wan bitenê ji bo serokatiya Îslamê bû. Wey li wî ku hewl bide xwe û şerê yê din bike, wî pîs bike û gotin û dûvikan pêve bike. Ev rewşa han hişt, ku herdu cî li hevalbendan, dostan û dilxwazan bigerin û mirovan li dora xwe bicivînin.

Malbata Emewiyan bêtir ji malbata Pêxember Mihemed mirov li dora xwe civandin.


Sedem jî ew bû, ku wan gelên bindest û perîşan weke Kurdan serbest kirin û destên xwe didane ber wan û wan diparastin. Hingî ku misilmanitiya tîr zilm û zorî li wan mirovan kiribû, wan jê nefret dikirin û jê direviyan.

Di eynî pirtûka nivîskarê ereb Dr. Mihemed A. Cabirî de, di rûpelê 316 an de vî tiştê jêrî dinivîse: "Em naxwazin Emewiyan baş bikin û wan ji devavêtinê biparêzin anjî qencî û tolerenta wan li tîra mirovên bindest û Ne-Misilman bînin ber çavan, lê belê em nikarin rastiyekê veşêrin, ku Emewiyan di yek rê de dikarîbûn welatan û gelan bixne bin destên xwe, ew jî ew bû, ku wan ev gelên Ne-Misilman di nav Îslamê de qebûl kirin û wan weke misilmanan bi maf û heq kirin û serbestî û azadî dabûne wan. Ev gelên han jî ji welatê Faris û ji herêma nava herdu çemên mezin Dicle û Firat bûn. Van gelan xwe bitenê di warê siyasî de sipartin komara îslamî, ne bi oldarî. Irf û edetên wan, rabûn û rûniştina wan ya civakî û çandî nehiştin, ku ew bi temametî bikevin nav Îslamê anjî Îslamê qebûl bikin. Wan tucar jiyaneke misilmantî derbas nekirine û tu şertên Îslamê pêk neanîne. Ev mirov jî mecûs Rojperest û Agirperest bûn, Manîxî bûn, Xaçperest bûn û Cihû bûn. Emewiyan bi vê yekê dikarîbûn dewletan xwe bimeşînin û tu zehmetî nebînin. Heya bi bêşa anjî ciziya îslamî jî ji wan nedistandin. Her Emewiyan ev didane ber rûyên xwe, ku ev mirov ne dibin misilman û ne Îslamê qebûl dikin. Heke hindek ji wan jî bêjin, ku ew misilman in, ew ne ji dil û can dibêjin. Misilmantiya wan jî misilmantiyeke pir tenik û ne rehkûr e. Em dikanin bibêjin, ku ev gelên Ne-Ereb tucar nebûne misilman".

Ji vê gotina vî nivîskarî tê xuyakirin, ku Êzîdî agir- û rojperest bûn. Hingî bi rastî navê Êzîdiyan Ezdayî û Şemsanî bûn û bi vî navî jî dihatin naskirin. Wekî din jî tucar nebûne misilman û ne li pey Yezîdê kur Mu‘awî çûne. Dibe, ku gotina me Êzîdiyan rast be, çaxê em dibêjin, ku Tawisî-Melekê me yê navşêrîn şêraniya Êzîdiyan xiste dilê Yezîdê kurê Mu‘awî, heya ku bi kêrî wan hat û ber barê wan ve rabû. Heya em dikarin bibêjin, ku wî Êzîdîtî û Tawisî-Melek qebûl kiriye, lewma hate nav wan û pir edetên wan bi xwe girtin, weke vexwarina onbît û ereqê, kêf û eşq û dîlan û mûzîk. Emewiyan çirawîskeke korîk ji hêviyê dabûn van gelên Ne-Misilman û tirs ji ser wan hilanîn.

Piştî kuştina Eliyê Şêr, ya bi tevdan û gotina Emewiyan hatibû serî, kurê wî Hisên dixwest serokatiya Îslamê bixe destê xwe. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji malbata Emewiyan netewand û her şerê wan û bi teybetî şerê Yezîd kir. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji Mu‘awiya re netewand û şerê wî û kurê wî Yezîd kiribû. Gelê Îraqê li dora xwe dabû civandin. Lê belê vî gelî her bêbextî û nokerî li Hisên û hevalên wî kiribû. Bi vî rengî Mu‘awî û Yezîd serdestî Hisên û malbata wî bûn. Li gel vê yekê jî herdu biran û bi teybetî Hisên şerê Emewiyan bi dijwarî kiribûn. Mu‘awî dixwest wan bi rêyweke diplomasî bîne rê û wan qayîl bike, lê Hisên şerê xwe bi wan re berdewam kir. Birayê wî Hesen şertên Mu‘awî qebûl kir û dixwest serokatiya Mu‘awiya di welatê Îslamê û di welatê bin destên Îslame de qebûl bike. Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê Mu‘awî pir namên qayîlkirinê ji herdu lawên Elî re şandibû. Mu‘awiya radibe bê razîbûna misilmanan li şûna xwe dixe xelîfê û siltanê û Îslamê. Yezîd ne bi hilbijartin û ne jî bi dengdan bûye siltan. Piraniya gelê Şamê û misilmanên hevalbendên Mu ‘awiya bêdilî wan bû, ku Yezîd li Şûna bavê xwe bû siltan. Ji rabûn û rûniştina wî ne razî bûn. Wî pir edetên Îslamê qebûl nedikir, mina vexwarina onbît, ereq û elkohûlê, anjî mûzîk û lêdana tembûrê. Misilmanan digotin, ku ew ne di şopa Pêxember de diçe û ne misilman e. Yezîd herwer guhdariya gotin û dûvikên misilmanan nekir û hevaltiya gelên bindest û kêmketî weke Êzîdiyan, Filehan û Cihuyan xwest. Wi pişta xwe bi wan pir germ kir. Bê guman wî dizanîbû bê çiqasî Êzîdî û gelên din, yên Ne-Misilman bi bext in û ixanet û nokerî li cem wan tune û peyda nabe. Ji ber vê rastiyê jî van gelên reben û perîşan peznê wî dan û sitara rima wî xwestin. Êdî medha wî bê qedar kirin û bi teybetî Êzîdiyan wî weke rêberekî dîtin û gotin, ku ew di rêya Tawisî-Melek hatiye hedayetê ji ber vê yekê jî ew li Êzîdiyan xwedî derdikeve. Ne dûr e û dibe, ku Yezîd hatibe welatê Êzîdiyan Kurdistan. Weke ku di diroka Îslamê de hatiye nivîsîn, ew serleşkerê ordiya Îslamê bû, çaxê misilman hatibûn Kurdistanê. Ew bi xwe gihistiye heya bajarê Amadê û Diyarbekirê û . Li wir Êzîdî ji nêzîk ve nas kirin. Dibe ku wî li cem wan li tembûrê xistibe, ereq vexwaribe û fêrî zimanê kurdî bûbe. Ne dûr e, ku ew bi rastî xwarzê Kurdan be. Tiştê em dizanin, Êzîdî ereqê bi "Kasa Êzîd" bi nav dikin û tembûrê bi "Saza Êzîd" heya îro jî bi nav dikin. Êzîdî hên medha wî dikin û dibêjin, ku ew bi hewara me ve hat û em ji ber misilmantiya zordest hemand.
 
أعلى