´´Dema ku zordestî li we hat kirin li hemberê zordestan ser bikin. ´´. Di wê demê de, beriya destpêkirina şer, ji bo ku şer dernekeve, heya dawiyê xebat bi rengekî aşîtî hatiye kirin, mislimana nexwestine şer derkeve, zordestî û sitemkarî wisa pêşde çûye ku sebir nehatiye kirin. Di rewşeke wiha de Xwedê destûra Pêxember (s) û hevalên wî- ku zordestî li wan dihat kirin- didê ku ji bo xweparastinê şer bikin.
Mirov ku baş dêhn û bala xwe dide naveroka ayetê nuqteyek pir girîng tê xuyakirin ku ew jî eve : Di vir de destûra şer, ne ji bo misilmankirina kesên ne misilman, anjî vegirtina ax û welatên biyanî an nexwe ji bo kesên ku ne misilman dev ji dînê xwe berdin hatiye dayîn, destûra şer, sirf ji bo wan kesên ji bo bîr û baweriya wan zilim li wan dihat kirin, ji bo ku xwe bi parêzin hatiye dayîn.
Ayeta dûyemîn : ´´Çi bi we hatiye ku hûn di rêya Xwedê de û ji bo kesên bindest şer nakin. ´´. Di vir de sê nuqteyên girîng hene divê bêne vekirin û şîrovekirin.
1 ) Hêman ( faqtor ) a şer.
2 ) Kesên zordest û kesên bindest, bi misilmanî û nemisilmaniya wan ku tiştek nayê guhertin.
3 ) Rastî û heqbûna şer, ku sirf di rêya Xwedê çiqas tiştên rast û heq ji wanre tê gotin rêya Xwedê û kesên bindeste.
Ku hinek din were vekirin : Xwedê bi xeyd û gazind fermana misilmana dika ku ji bo rêya Xwedê û kesên bindest, - kesên mafên wan ji wan tê standin, sitemkarî û zordestî li wan tê kirin, keda wan û mafê wan tê xwarin- şer bikin. Di vir de ji bo ku zordestî heye, şer ji bêdengiyê hatiye dîtin û emir û ferman bi şer hatiye kirin. Lewra hetta zilm û sitemkarî dom bike lihevhatin û aşîtî cênabe. Dîsa di vir de gils û gengeşî li ser dîn û bîr û baweriya zordest û bindestî nayê kirin. Çawa ji bo misilmanekî mezlûm pêwist e ku şer bê kirin hetta ku zilim ji şer rabe, wisa ji bo mezlûmekî nemisilman jî pêwist e ku şer bê kirin, hetta ku ji bin zordestiyê derkeve. Çawa ku fetha Mekkeyê ya bi rêberî û serokatiya Pêxember (s) ji bo xilaskirina qebîla benî Xuzaa ji zordesttiya musrîkê Qureysiya çêbûye. Û qebîla Benî Xuzaa jî ne mislman bû. Dîsa kesê zalim û zordest jî misilmanî û nemisilmaniya wî tu tistî naguherîne. Dînê wî çi dibe bila bibe hetta dev ji zordestiya xwe bernede wê şer pêre bê kirin.
Lewra baweriya mirovî çawa wesfek ji wesfê wî yê zanyarî - weke dixtorî, teknîkî, muhendîsî û hwdranake, ( weke niha nayê gotin teknîka kafirî, teknîka Islamî, tixtoriya kafirî, tixtoriya Islamî ) wisa sifetê wî yê zordestiyê an jî yê bindestiyê jî ranake. Weke niha em bibêjin ku mirovek diz ketiye mala we, gelo hûnê pirsa dîn û baweriya diz bikin, an jî wê tiştek wiha di ber eqilê we de derbas bibe ku hûn bibêjin gelo diz misilmance an kafire, ku misilmance an kafire, ku misilman be gelo diz nimêj dike an nake. Ev pirsiyarhemû ne di cih de ne û beradayîne. Lewra diz dize, çi misilman çi kafir. Bîr û baweriyên diz çi dibinbila bibin, hûnê bixwazin beriya gavekî an wî bigirin an jî malê xwe jê bistînin û berdinê. Dîsa ji bo firandina şerî , şûrê li ser stûyê we, çi ´´la îlahe îllellah´´ çi navek ji navên senama li şer nivîsîbe li cem we tiştek nayê guheştin. Lewra herdû jî ji bo firandina şerê we li ser şerê we dileyzin.
Di rewşeke wiha de ku hûn bikaribin hûnê xwediyê şûr- bê sekin û bê rehim - bikin tune û ji meydana jiyanê winda bikin. Nexwe çawa ku hûn dikarin li hemberê zalimekî ne misliman têkoşînê bidin û şer bikin, bi dilekî geleke xweş hûn dikarin li hemberê zalimekî misilman jî şer bikin hatta ku dev ji zilm û zordestiya xwe berde. Ev têkoşîn û şerê li hemberê zordestiya xwe berde. Ev têkoşîn û şerê li hemberê zordistiyê çawa heqê weye wisa emir û fermana Xwedê ye jî. Nuqteyeke din ya girîng ku pêwîste em li ser bisekinin eve: Gelo di çi demê û çi rewsê de, şer heqe û meşrû e? Ayeta ku li jor derbas bûyî gelek zelal û vekiriye. Ayeta ku dibêje ´´çira hûn di rêya Xwedê de ( di rêya rast û heq ) û ji bo kesên bindest ( yên mafê wan ji wan hatî standin ) ser nakin´´, bi eskere dide diyarkirin ku ser sirf di du rewsan de meşrû e, ji bil van herdû rewşan di tu rewşê de ser rast û meşrû nayê dîtin.
Ew herdû rewş jî çawa ku li jor jî derbas bûn evin:
1) Reya Xwedê ( rêya rast û heq ).
2) Dema ku mirov di bin zor û neheqiyêdebin. Di van herdû rewşan de şer hem meşrû e hem ferze û cîhade.
Ayeta sisiya: Ku dibêje bi kesên zordest û êrîsker re şer bikin hetta ku vegerin bi bal fermana Xwedê ve. Û ayeta ku dibêje ´´ji bil kesên zalim û zordest êrîş li ser tu kesî nayê kirin´´( ango şer nayê kirin ). ji mere didin zelalkirin û zanin ku cihê zilm û zordsetî lê hebe ser raste û meşrû xe. Piştî vekirin û zelalkirina van ayetan, hat dîtin ku ji bo rastîbûn û meşruiyeta şer, divê hinek şert û rewş peyda bibin. Her wiha weke şer, aşîtiya meşrû û ne meşrû jî heye. Ango aşîtî jî her demê ne raste û ne di çih de ye. Beriya ku em bikevin vê dabasê de, em li ser têgeya aşîtiyê lihevhatinê 9 bisekinin.
Em berê bi ayetên derheqê asîtiyê de dest pê bikin :
1) Xwe ji nebaşî û neqenciya biparêzin, navbera xwe çêkin. (tevde di aşîtiyêde bijîn).
2 ) ´´Dema ku di navbera du qefleyên (grûp) misilmanan de ser derket, navbera wan çêkin û wan li hev bînin. Eger yek li wan aşîtiyê nexwaze, zordestiya xwe dom bike û erîşê bibe ser qefla din, hûn li hemberê qefla zordest ser bikin hetta ku dev ji zordestiya xwe berde. Eger ji zordestiya xwe vegere êdî hûn navbera wan bi edalet çêkin. Bila karê we bi edaletbe´´.
3 ) ´´Bê gûman kesên xwedî bawerî birayên hevin, nexwe navbera birayên xwe çêkin û wan li hev bînin´´!
4 ) ´´Gelî kesên ku îman anîne, hemû tevde di aşîtiye de bijîn´´.
5 ) ´´Eger ku ew nêzîkê aşîtî û lihevhatinê bibin tu jî nêzîk bibe´´. Çawa ku ji van ayetan jî hate zanîn, yek ji hîmê dînê Islamê û yê ji hemûyan girîngtir aşîtiye. Lê ji bo rastî û meşrûiyeta aşîtiye hinek şert hene divê werin cîh.
Divê zordestî, kedxwarî, sitemkarî û mêtingerî rabe. Dudu: Kesên ku zilim û sitemkarî li wan hatiye kirin, çiqas mafên wan heye divê hemû were danîn. Hat zanîn ku hetta hinge serê derziyê jî neheqî û zordestî hebe, her tişt, weke hev bi dadî û behrbiratî neyê li hevparkirin û mafê her kesî neyê dayîn, çiqas ku herdû alî, ser di navbera wan de tunebe û werin cem hev jî, ji vê re nayê gotin lihevhatin û aşîtî.
Di rewsek wiha de çawa ku berbiçav ceng tune û nayê gotin aşîtî jî heye. Belê her çiqas ser û aşîtî du têgeyên dijê hevin jî ev nayê wê wateyê ´´ku dera ser lê tunebe aşîtî, dera aşîtî lê tunebe şer heye”. Lewra cih heye ku herdû ( şer û aşîtî ) jî li wir tunebin, Lewra bi gora wê qeyde û rêzika ilm û zanistiyê ´´cemî diddeyn, refî diddeyn´´, ( ango kumbûna du tistên dijê hev û rabûna du tistên dijê hev ) bi gelemperî du tistên ku dijê hevin li cem hev nabin û di cihekî de kom nabin. Lêbelê dibe ku ew herdû yên dijê hev tevde rabin, herdû jî tunebin û di dewsa wan de tiştek dijê herdûyan were. Ev rastiyek zanistiye. Weke niha dibe ku cihê reş û sipî lê tunebin kesk û sor û zer an jî rengek ji renga hebe. Dabasa me ya şer û aşîtiyê jî, weke meştera ( mîsal ) reş û sipî dikeve binê vê prensîp û rêzika me gotî. Dera ku şer û aşîtî herdû jî lê tunebin li aliyekî zordestî, kedxwarî, mêtingerî û sitemkarî heye, li aliyê din jî dîlîtî, bindestî, perîsanî, rebenî, belengazî, teslîmbûn, cîzbûn bêdeng bûn, tirs û stuxwarkirin heye Weke nuha mirov di kare bibêje di Kurdistan ê de aşîtî ji dîrokeke dirêj ve hema hema cênebûye jî, ew dem, demên ku bandora rewangerên biyanî tunebûye an kêm bûye, ew demin.
Di Kurdistan ê de gelek dem jî bi serê li hemberê mêtîngerê biyanî derbas bûne. Demên mayîn, bi reş û tarîtî û tengiyên weke kabûsê derbas bûne. Bi firehbûn, xurtbûn û kûrbûna bandora Tirk û Ereb û Farisan û bi kiryarên wan yên ne insanî û hovî, ewrek wisa bi ser Kurdan de hat ku hev ne dîtin. Hevdû nas nekirin, bi aliyê hevdû de neçûn, bi vî rengî tehlî, tirsî, tirs, sitûxwarî û zehmet kisandin hetta ketin rewseke wisa qirêj de ku xwe inkar û mandelkirin, çand û zimanê xwe guhertin, xwe bixwe guhartin û ketin rêya bêdengî, tunebûn û windabûnê de.