كلمات اغاني الفنان Bedil


Ay delal

Ay delal
Ay delal Çavên te reş in qumrîne, biskên te dirêjin Elîfîne
Li serê keçikê çil û çae kezîne, ava Çemê Dîyarbekir
Diherike tê Cizîra Bota û lorîne limin limin
Ezê ji kavilan bume pîr bume bê Mal bume
Min ji serê keleş dosta min re bîne wayê wayê wayê delal ay ay ay delal
Ay delal Ay delal ay delal Emrê mino

Ay delal
Ay delal Çîyayên bilind belekîne, Şevanê nivên Şevan
Were ber serê min, xem û xeyalên dilê min birevîne limin limin
Bigire destê min Keçikê, min piçukêp, min delalê li welatçe xerîbîyê
Li kavilê Gundan de birevîne wayê wayê wayê delal ay ay ay delal.
Ay delal. .Ay delal ay delal .Emrê mino
 
Brîndarim

Li dinyayê heta ez hebim sonda minê bi navê te bê
Gula reng da bihar wa hat daxazîyam dîtina te yê
Navê teye tê gotinê xweş awazî bi dengê teyê
Mal û milkê min çi heye canê min bi qurbana teyê
Mal û milkê min çi heye canê min bi qurbana teyê
Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

Evîna min xaka mine ji boy Te dibêjim bi roj û şevê
Xelk û alem çû asiman bese rabin ûn ji xewê
Bila bimre bila biçe ew kesê navê te nebê
Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî
Her dem ez karkerê te me tu ji dilê min dernakevî
Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê

Dest bidin hev bigirin dîlan ji bo welat un xweş bibêjin
Mirin xweşe ji vê jîna we un deynakin çi nabêjin
Ser û piştê lê bişkênin çavê dijmin un birêjin
Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin
Van neyarên bav û kalan bigirin ji welat bavêjin
Birîndarim Birîndarim Birînam kur kes nizanê
Hêstir ji çavêm dibarin her wekî tavyê baranê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
Bawerya me bi gelê meye mê xelaskin Kurdîstanê
 

Dilê ewilî

Dilê ewilî lê lê lê ay lê........ay lê lê lê
Dilê ewilî derdî girane
Derdê wî kure nêne dermane
Çibikim Feleke bê ole Milet nezane

Ez û Yara xwe lê lê......Ay lê lê lê
Ez û dosta xwe tim li ba hev bun
Dilê Me yek bu Te dibê Emj ji hev bun
Lê lê .....lê lê ay lê ay lê lê lê
Dilê ewilî lê lê lê ay lê........ay lê lê lê
Dilê ewilî derdî girane
Derdê wî kure nêne dermane
Çibikim Feleke bê ole Milet nezane

Roja me ne diçu lê lê ay lê lê
Roja me ne diçu tim li me dibu Sal
Dilê Me di hev bu kes ji Me nediçu mal
Lê lê .....lê lê ay lê ay lê lê lê
Dilê ewilî lê lê lê ay lê........ay lê lê lê
Dilê ewilî derdî girane
Derdê wî kure nêne dermane
Çibikim Feleke bê ole Milet nezane

Ticar ji bîr nakim lê lê .....Ay lê lê
Ticar ji bîr nakim dilê xweyî pêşî
Ku tê bîra min Dilê min dêşî
Lê lê .....lê lê ay lê ay lê lê lê
Dilê ewilî lê lê lê ay lê........ay lê lê lê
Dilê ewilî derdî girane
Derdê wî kure nêne dermane
Çibikim Feleke bê ole Milet nezane
 
Ehmedo Ronî


Ehmedo Ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î
Kuro Keder tu ne mîr î e hekîm î
Li bala dilê min evdala Xwedê de
Tavî kî ji tavî ya biharê
Meha Gulan û Nîsan û Adar e
Li ser sing û berê min evdala Xwedê de
Ne dixûricî ne dibarî
Ehmedo lo lo ...

Ehmedo Ronî heyran navê min Besna ye
Kuro Keder navê min Besna ye
Li tilî û pêçî minê ar morî wek şemaye
De sing û berê min evdala Xwedê
Ji te re mîna kûşk û seray werçî ma ye
De berê kerîyê pezê xwe ser de gêr ke
Min ê bi hemdê xwe ji te re destûr da ye
Ehmedo lo lo

Ehmedo Ronî heyran bira dê û bavê min
Xêrê bikin
De bira Dê u bavê min xêrê bikin waêê qet nebînin
DeWezê çewa neda me Ehmedê kur û barî
Ma di gûnd de min dil tê da
Wezê da me gedê kurapê min ê
Heramî mêra xudanê heft jina heftê salî
Wezê bala xwe dididimê heba ferê Dirana tune di devda
Ehmedo lo...
 
Em Kurdin


Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdê Zerdeştî ne
Bi Zeman û Bedîl´an zilm û zorî yê dîne
Perçe kirin Welatê me em bê werin bê cîne
Axa xwe ji bîra nekin ez ji we bi hêvîme

Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdê Ezdayî ne
Em bê Dost û Hevalin Hevaltî qet ne dîne
Însanetî li Dinyê nema ketîye bin Dest û Pîyan
Talan kirin Welatê me kes na bêje ev çîye

Em Kurdin Kurdin Kurdin em Kurdin weke şêrin
Gere em tev bibine yek Heyfa xwe li erdê nehêlin
Lêxin birano (Hevalno) un lêxin pişta dijmin bişkênin
Kî bê un Anarşîstin (Terorîstin) ew xwîn xwerin xwîn mijin
 

Fîncanê


Nîşanî me kirîye Qelenê xwe birîye
Serîyek çume Gurbetê Wê di şun mide Mêr kirîye
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê

Lo lo Gundo wêrano şewitî mala Ewano
Fîncana min xapandin mîna Beko û Ewano
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê

Mîna kora di xanî ne xwende û ne zanî
Ketîye tora Ewana Tu bi dilê min nizanî
Oy oy Fîncanê Gerden Sorê Mercanê
Tu ji minra bi kurbanê sozên Te da min kanê
 
أعلى