Ehmed Mustefa:Şêx Meşûq ŞêxêPakrewanên Kurdan

clear.gif
237.gif

Ehmed Mustefa:Şêx Meşûq ŞêxêPakrewanên Kurdan
Ey Şêxê min,
Ey Şêxê Pakrewanan,
Ey Şêx Meşûq,
Sed ah ji ber destên çeper,
Sed ah ji ber çerxa demê,
Sed ah ji ber mirovên xiniz.
Gelê Kurd banga te pêkanîn,
Ji gorê dengveda yî,
Bi canê xwe yî fidakar,
Xweş pakrewanî,
Tu xweş siwarî..
Hayê te ji bayê xinizê qet nebû
Biçûk û mezinên me ji ber çûna te kuldarin
Mixabin ji destê lawên miletê Muhemed pêxember
Mixabin ji destê lawên ademîzadan
Her dem tu di dilan deyî
Lawên te tev fidakarin ji bo te
Ey Meşûq ê fidakar,
Li efrazên çiyan, ji rojhilat ta bi rojava,
Ji bakur ta bi başûrî wê,
Tev bi yek dengî bangî te dikin:
Ka Şêxê me yê hêja.. ??!!
Ka siwarê hespa sipî..??!!
Mûm û şemalên me li efrazan,
Wekî nû rojê hîn ronî ne..
Axîna giyanê te yê pîroz
Nalînên te ji ber setemkar û zorkaran
Ahînên te ji ber destên çepel û xinizan
Birîn di dilê me de veda
Ey Şêx Meşûq
Tu her dem sermedî û jîndarî
Tu haydarî û em bi te haydarin
Tu bîn û hilma buharê yî
Bîna gul û enber û miskê yî
Tu perîyî li buhiştê,
Tu ferzendî li hebûnê,
Çendî azer, êş û ahîn giyanê me digvêşe
Wehareng e bê dengiya gotebêjan
Dengê lîlandina dayikan ji Qamişlo derket
Li cîhanê belav bû
Her kesî bihîst, her kesî dît
Tev pîroziya şahiya pakrewan kirin
Ey feleka bê zik û pişt
Axîn bi ser de axîn
Tu jîndarî, tu sozdarî
Tu mirovî, tu aştîxwazî
Te kuştin… belê, te kuştin
Lê, te bang dikir: Bijî Kurdistan,
Bijî gelê min,.. ew gelê jîndar..
Çendî gelê te êşiya..dema bihîst te barkir
Dema bihîstin tu hatî kuştin
Tev bi yek dengî bang kirin
Kanî şêx Meşûq??!!
Kanî ew rêber??!!
Gelo bi çi rengî te barkir??!!
Ew kesên ko te kuştin sax in,
Bi kuştina te dilşad din
Serbilind û rû li ken in
Te dibin axa sar de veşartin.
Lê, gelê te paş venakin,
Qet radestiyê nakin,
Bi saman re sozdar in
Ey şêxê min
Ey buhara welatê min
Ey gul û bîna nesrîn û yaqûtê
Ey welatê rokê, ey birca nemir û jîndaran
Tu namirî , tu haydarî
Tu di dilan de yî
Wa ye gula buhara Kurdan hat
Şêx Murşidê Xwedê wî biparêz e
Di nav me de ye bi mayîn û hebûn e.
Ehmed mustefa
ترجمة القصيدة من اللغة العربية
يناديك الوطن ياشيخ الشهداء - منتدى Newroz | نوروز
roj-ava2010@hotmail.com
roj-ava2011@gmail.com
لزيارة موقع الخزنوي انقر على الربط
http://www.khaznawi.de/
clear.gif



clear.gif
 
çejna te jî Ez bi gul û rîhana û nirgêza jibo Nivîsandin u Pênûs xweş
zor sipas
li gel rêz û silaven bu ti brayî mîn
 
اقتباس:
المشاركة الأصلية كتبت بواسطة jan-brin
çejna te jî Ez bi gul û rîhana û nirgêza jibo Nivîsandin u Pênûs xweş
zor sipas
li gel rêz û silaven bu ti brayî mîn




saxbê kek jan birîn dest xweş her bijî ji tere
spasdikim
birayê we Ehmed mustefa
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى