__ Xerabî Karê Camêra Nîne

G.M.K Team

G.M.K Team
Xerabî Karê Camêra Nîne


Carek ji cara rehmet li dê û bavê xwendevan û guhdaran: Hebû tune bû kurê axa kî hebû. Karê wî her dem karê xerab û nebaş bû. Lê axa ji ber vê yekê pir acis dibû û ji derî û cîranên xwe şerm dikir û pir jî ber xwe diket. Axa dike û nake kurê wî dev ji rê û rêbazên xerab bernade!


-Kurê axa ji axa re dibê bavo tu mereqa neke, zirar û ziyana min nagêje tu kesî, bitenê zirara min ji min tenê ra ye!

Li ser vê yekê axa pir neçar dimîne û gazî wezîrê xwe dike.

-Wezîr tê.

Axa ferman dike ji wezîr ra dibê here mîyekî serjê bike û bi derê kurê min va darda bike û bibêje axa ferman kirî ye, kî vî cendekê miyê*ji vir rabike, ew ê axa serê wî jê bike.

-Wezîr tere fermana axa bi cih tîne.

Îcar wext havîn bûye û ji tirsa axa tukesî newêrîbû ye ku wî berata miyê*ji wir rabike. Du-sê roj şûnda kurm dikevin cendekê miyê*û bîn dide, mirov ji bîna beratê nikare ku di wir ra derbas bibe.

-Kurê axa pir neçar dimîne, tê cem bavê xwe û dibê bavo ev çiye te wisa kiriye?! Em ê hemû ji bîna beratê nexweş bikevin, ji bîna beratê mirov nikare di wir ra derbas bibe, eyb e, şerm e, em di nava xelkê de rezîl û riswa bûn, xelk ji viya zirarê dibîne, bavo ji bona Xwedê tu wê beratê ji wir bide rakirin!!!...

Axa dibê kurê min tu rast dibêje û tu mafdarî, lê kanê te ji min ra digot ez karê xerab bikim jî ji xêncî min zirar û ziyana wî ji tu kesî ra tune ye, lê tedît min da tesbît kirin ku karê xerab ji her kesî ra zirar û ziyanê tîne. Kurê min pêwîste ku mirov di civakê de bibe mînakekî rind, ne ku ya xerab. Ji ber ku min te qanî bikira lewra min wiha kir.

-Li ser vê yekê kurê axa tobe dike, dibêje bava tu zehf mafdarî û bila bi sozê mêran be ez ê xerabiyê biterikînim.

Çîroka mi l' dîharê daran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî fesad û ewanan

Çîrok: Gelêrî
Kom* Kirin: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى