_ Qewmê Salih ('E.S)

G.M.K Team

G.M.K Team
Qewmê Salih ('E.S)


Dibên Salih ('E.S) dike û nake, qewmê wî pê bawerî yê nayne, jê re dibên mafir ko tu dibê ez Pêxember im, ka mucîzeyan nîşanê me bide ku em bi te û Xweda yê te bawerî yê bînin. Lewra* Salih ('E.S) rojekê ji Xwedê Teâla*duâ dike: ,,Dibê Xweda yê min Tu ji min çêtir dizane ku qewmê min sîtemkar e, bi min û Xweda yê min bawerî yê naynin, Tu mucîzekî nîşanî wan bide, dibe ku bi Xweda û Qasidê Wî bawerî yê bînin".


-Xweda yê Mîhrîban duâ yê Salih ('E.S) di pejirîne û jê re dibê: ‚,Tu qewmê xwe bigre, bibe ber filan çiyayî, Ez wî çiyayî jihev diqelişînim, Devekî (hêştir) jê derdixînim, lê tu ji qewmê xwe re bibêje; bila kes qarişî Deve yê nebe, eger ku ew zirarê bidin Deve yê, Ez ê qehr û xezeba xwe bidim ser wan, wan teva xerq bikim". Her wiha Xwedê Teâla dibê wê ava çemê we bila 6 rojan ji we ra be, rojekî jî ji Deve yê ra be û bila gundî Devê ji xwe ra bidoşin, ji şîrê wê mifa yê bibînin.

Salih ('E.S) qewmê xwe li hev kom dike, ji wan ra dibê we tim digot mafir ko tu Pêxember e, mucîzeyan nîşanê me bide ku em bi Te û Xweda yê Te bawerî yê bînin: „Dibê werin em herin ber filan çiya yî, ez ê mucîze yê nîşanê we bidim.

-Vana dibên mucîzeya te çiye?

Salih ('E.S) dibê, wê filan çiya jihev biqelişe, Devekî jê derbikeve, dibê eger ku hûn ji min bawer nakin*ka werin em herin bi çavên serê xwe bibînin...

-Berê qewmê wî hinekî pê dikenin, dibên heyran ji çiya û Deve derbikeve û hwd. wer hasil jê*bawer nakin!...

Werhasilê kelam Salih ('E.S) qewmê xwe îqna dike.

-Vana radibin diçin li ber çiya disekinin. Dema ku bala xwe didinê, nalîn û zarîn bi çiya ket ku mirov jê xof digre, wî çiya yê mezinê bi zinar, jihev qelişî û Devekî wusa mezin jê derket ku Deve naşibe deveyên cîhanê!... Vana Deve ya xwe digrin û tên gund: ,,Şîrê Deve yê didoşin, şîr têra hemû yan dike heta ku ji ber jî dimîne”.

Vana 6 roja ji çem avê vedixwin. Rojekî jî Deve. Îcar li gorî rîwayetê dibên wexta ku Deve yê berdidan ser çem, Deve yê hemû ava çem vedixwar. Piştî demekî, qewmê Salih ('E.S) li hev kom dibin, şêwra xwe dikin, dibên: ,,Pêwîst e ku em vê deve yê bikujin, eger ku em nekujin, wê rojekî bibe bela serê me. Vana rojekê bi dizî Salih (E.S) dikebin kemînê, dema ku Deve ji wê da tê, vana lêdixin dikujin.

-Îcar ji ber ku qewmê Salih ('E.S) bêemriya Xwedê Teâla dikin û*bi hovîtî wê deve yê dikujin.

-Xwedê Teâla jî, ji xêncî bawermendan: ,,Qehr û xezeba Xwe li wan dike, hemûyan xerq dike.

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Berhevkar: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى