Sedr: 'Her kesek destdirêjî ser Kurdan bike ew dijminî me ye'

G.M.K Team

G.M.K Team
Serkirdeyê Tevgera Sadrê Muqteda Sadr derbarê gefên ser Kurdên Bexdayê de daxuyaniyek da û got; “Her kesek destdirêjî ser Kurdan bike dijminê me ye”

Piştî gefên grûpa Ebas Mahmudawî ku li Kurdên derveyê Herêma Kurdistanê xwaribû ev hefteyek e Kurdên Bexda û navçeyên din yên Iraqê cihên xwe berdane.

Di vê mîjarê de jî yek ji endamên Tevgera Sadrê nameyek aresteya serkirdeya Tevgera Sadrê kiriye û di wê nameyê de gotiye; “Em dizanin ew gefên ku li Kurdên Bexdayê tên xwarin, çend aliyeke siyasî yên dîktator piştî wê yekê de hene û berî hemûyan jî balyozxaneya Amerîkayê, ku sedema wan jî diyar e”.

Wî kesî di nameya xwe de ji Muqteda Sadrê Pirsiyê “Gelo çi amojgariyeke we bo xelkê Iraqê heye derbarê handana siyasiyan û karîgeriyên wê yekê li ser ewlehiya hemwelatiyan û pêkhateya civaka Iraqa yekgirtî?”.

Muqteda Sadr jî bersiva wê nameyê daye û gotiye; “Her kesek destdirêjî bike ser Kurdan, ew dijminê me ne, ne ku her dijminê me ne çimkî dijminê hemû Iraqê ne, dijminê olî û teyfî ne jî. Ta ku Kurd digel we aştîxwaz bûn, hûn jî digel wan aştîxwaz bin”.

Hêjayê bibîrxistinê ye Sedr çend roj berê jî derbarê arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de ku vê dawiyê li ser hinarde kirina petrolê de derketibû gotibû; “Hemû takekesekî Kurdên Iraqê pişka xwe heye di petrola Iraqê de. Mafê hikûmeta Iraqê jî nîne ku di warê petrola Iraqê de Kurdan re bibe asteng”.

DengeAzad
 
أعلى