Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda ronakbîr û şêwirmendên siyasî û akademiyên Iraqê civiya

G.M.K Team

G.M.K Team
738.jpg


Îro şemî 20/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandekî ronakbîr û şêwirmendên siyasî û akademiyên Iraqê civiya.

Li civînê de, ku Dr. Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Dr. Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya Iraqê û tengasiyên siyasî û rûdaw û guhertinan û paşaroja pêvajoya siyasiya Iraqê û rewşa navçeyê guftûgo kirin.

Şanda ronakbîr û şêwirmendên siyasî û akademiyên Iraqê behsa rola Serok Barzanî ya li binyadnana Iraqa nû da û her wiha li pêkanîna Hikûmeta niha ya Iraqê kirin û ragihandin ku bi hebûna vê tengasiyê Iraq hest bi xemekî mezin dike û mebesta vê serdana Herêma Kurdistanê jî eweye ku peyamekî erênî li gel xwe bibin Bexda ji bo dawî anîna vê tengasiyê, Iraq îro pêwîstî bi gotarekî başkirina rewşêye. Em dijî her daxûyaniyekîn ku li vê dawiyê da ji aliyê hinek kesayetiyan ve hatiye dayîn. Serok Barzanî neku her serkirdeyekî Kurde belku serkirdeyekî herî diyarê Iraqe jî û li ser destê wî serkirdeyî jî dewleta nû ya Iraqê hatiye damezrandin, ji bo wê yekê kes nikarê rola wî serkirdeyî ji bo çend mebestekî siyasî lekedar bike. Ew xebatkareke û dijî dîktatoriyetê şer kiriye û ne weku hinek siyasetmedarane ku rewş dirust kiribin. Metirsî jî rewane, kêşe li îdarekirina welate ku bi bergekî siyasî hatiye pêçan, ji bo wê yekê îro Iraq pêwîstî bi serkirdeyekî bi şiyana weku wî ye bo ku bîgihîne kenarê aramiyê.

Serok Barzanî li gotarek de, ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana şandê, tîşk xiste li ser rola Kurd li binyadnana Iraqa nû da û her wiha pêwendiya birayaneya di navbera Kurd û Ereb û hemû pêkhatên dinê Iraqê de.

Di derbarê vê tengasiya siyasiya niha jî Serok Barzanî daxwaz ji amadevanan kir ku dakokîkarekî bi hêz bin li demokratiyet û ragihand ku divê hemû pêkhatên Iraqê bergirî li vê demokratiyê bikin ku qurbaniyekî zêde bi navê wê da hatiye dayîn.

Li ser çawayiya çareserkirina tengasiyê jî ragihand ku bi vegerana destûr û peymanên berê û redkirina her awayeke takrewane û xwe pirçekkirinê dikarin çareseriyekî Iraqiyane ji bo wê peyda bikin, Iraq pêwîstî bi xizmetkirinekî zêdetire, welatî li benda xizmetkirinê ne, ne ku çek ku herdem jêderê kuştin û rûdana karesatan bûye û ezmûnekî tehl jî li pêşiya meye. Tirsa me ji xwe pir çek kirinê tûne, belku ji eqliyeta leşkertariyete ku dixwaze kêşeyan bi bikaranîna çek çareser bike.

Sebaret bi dengên ragihandina serbixweyiya ji aliyê Kurdan ve, Serok Barzanî ragihand ku eve mafekî siruştiya her gelêke. Piştî rûxandina rejîma dîktatorî, ku me federaliyetê hilbijard li ser bingeha wê baweriyê bû ku dikarîn bi vê sedemê li ser bingeheke berjewendiya hevbeş û wan mafên li destûrê da hatine li gel birayên xwe yên din da bijîn, bi wateyekî din em beşekîn ji Iraqê madem pabendî vê destûrê bin ku berhema hevbeşa hêz û aliyê siyasiyên Iraqe, me daxwaza zêdetir nekiriye ji wê yekê ku li destûrê da hatiye û bi kêmtir jî razî nabîn. Eger Bexda vekirî bê em deh car vekirîtir dibîn, lê belê hemû rojek neyê û êrîşa birîna budçeyê li Herêmê bike û astengê bixe ber yasaya neft û xaz û meseleya Pêşmerge û maddeya 140 a destûr û hemû rojek jî ji bo dirustkirina kêşeyan hêzên leşkerî tevbigerîne, wekî ewê Xaneqîn û Zumar û li vê dawiyê damezrandina operasyona Dîcle ku berevajiya destûre.

Em jî hêviya Iraqekî federal û demokratîn ku pabend bê bi destûr û hevbendiya rasteqîne û bi navê wê jî ji bo her diyalog û guftûgoyekî binyadner em amadene.​
 
أعلى