Vegerin Welat :Seydayê Tîrêj‎‏

G.M.K Team

G.M.K Team



Vegerin Welat Vegerin Welat
Xortên xwendevan peyên dîmoqrat
Hemû bibin yek komel û civat
Vegerin Welat Vegerin Welat
Welat bandikî wa we dixwazî
Kêrî we nayê ger û tolazî
Porên sor xelek çîmên di tazî
Vegerin Welat Vegerin Welat
Milet we hiştî di dest neyara
Tên wan bi qamçî bi qute dara
Gêrê b' wan dikin wekî dewara
Vegerin Welat Vegerin Welat
Kanî mêrên qenc heyf û mixabin
Welat we berda bi destê dijmin
Mane perîşan keç û kal û jin
Vegerin Welat Vegerin Welat
Rêberên welat bîrwer û xwenda
Vala nehêlin bajar û gunda
Li hev nekêşin qayîş û benda
Vegerin Welat Vegerin Welat
Çiqa bimînin hûn li devera
Li bircên belek li xan û sera
Welatê xelkê nabî ji wera
Vegerin Welat Vegerin Welat
Welat xweştire ji Çîn û Maçîn
Amed xweştire ji şehrê Berlîn
Ji Siwêd çêtirin Wan û Fareqîn
Vegerin Welat Vegerin Welat
Heger bi rastî miletperestin
Ma li vegerê çima hûn sistin
Ev sûc û guneh ji me tê xwestin
Vegerin Welat Vegerin Welat
Bavên milên xwe tifing û sê rext
Li benda wene çiya û şikeft
Derxin ji welat dijminê bêbext
Tîrêj bandikî Vegerin Welat.​
 
أعلى