Sersala Kurmancî û Qirdikê Sersalê

G.M.K Team

G.M.K Team

Sersala Kurmancî û Qirdikê Sersalê​
28.jpg
Konê Reş
Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê..
Sersala Kurmancî, di nav gelê kurd de li Rojava piştî sersala Zayînê bi 13 rojan bû.. Belê çima ev roj bû, min nasnekir..? tevî ku min, dîroka vê Sersala Kurmancî ji gelek kalemêr û pîrejinan pirsî, tevan gotin; Ji gava ku me xwe dîtiye ev sersala bav û kalên me bû.. Ta berî 40 salî jî, pêşwaziya Sersala Kurmancî, di nav kurdên Rojava de dihat kirin û min bixwe jî, di zaroktiyê de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me Doda di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin (Qirdikê Sersalê).
Xortên gund, dêmê xortekî tenî dikirin, rîhek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin û ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha dibû Qirdikê Sersalê. Vêca ew di nav ken, henek û şahiyê de, li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê.. Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê.. An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê..
Konê Reş, Qamişlo, 01.01.2015​
 
أعلى