Daxuyaniya Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî) Ji bo ragihandin û raya giştî Silavekî Germ! Wekî ku hemû aliyek jî agahdare, piştî civîna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel her dû Mektebên Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yêkîtiya Niştimaniya Kurdistanê, biryara encamdana rapirsî û referanduma serxwebûna Kurdistanê hate dayîn. Helbet ev biryar hemû Kurdên cîhanê dilgerm û dilşa kir. Em jî wekî hemû endamên Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî) û hemû Kurdên Kazakîstanê bi vê biryarê dilxweş bûn. Her çende em vê biryarê bi derengmayî jî dibînin, lê belê dîsa jî, ji aliyê xwe ve û bi hemû şiyanên xwe ve em piştgiriya vê biryarê dikîn û hêvîdarîn piştî vê biryarê jî Kurdistan bibe dewleteke serbixwe û cihê xwe li nav civaka neteweyên cîhanê de bi awayeke serbilindî bigre. Ji ber wê hindê jî em wekî Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakistan (Hêvî) piştgiriya vê hewla referendum û serxwebûna Kurdistanê dikîn û amadehiya xwe ji bo her alîkariyeke ku li nav Kurdistanê yan li derveyê Kurdistanê be jî derdibrîn. Li hemû endamên xwe yên Kurd û Kazak û neteweyên dinên Asyaya Navîn û Kazakîstanê ve amadene bi her awayî be alîkariya vê hengavê bikin. Her wiha em jî ji aliyê xwe ve hewl didîn û xebatê dikîn ku welatên Asyaya Navîn jî piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin. Bijî Kurdistana serbixwe û bijî dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan. Dr Mohamad Ahmad Barazî Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî) 05.04.2017