serhedo

  • بادئ الموضوع duriki
  • تاريخ البدء
Serhado di sala 1984an de li paytexta Swêdê, li Stockholmê hatiye dunyayê. Malbata wî ji gundê Halaxê ye. Halax li Bakurê Kurdistanê ser bi navçeya Midyadê ve ye. Malbata wî di salên 1970î de hatiye Swêdê. Serhado li pêsbajarê Stockholmê li Sollentuna li gel dîya xwe bi xwusk û biryayê xwe re mezin bûye. Wî bavê xwe pir nedidît, ji ber ku bavê wî li Brukselê li MedTV de kar dikir. Dema Serhado ses salî bû, albuma koma hîp hopê Kriss Kross ji wî re hat dîyarî kirin. Ev grûb bi cilên xwe perûpês lixwekirinê ve navdar bû. Serhado teqlîda wan dikir û wî jî cilên xwe wek wan li xwe dikirin. Ji wê demê û pê ve Serhado ji muzîka hîp hopê hez dike. Wexta 13 salî bû bi swêdî dest bi nivîsandina stranên hîp hopê kir. Serhado dibêje: ”Gotinên stranên min li ser neynika dilê min û serê min in. Ez behsa derdora xwe dikim: evîn, neheqî û tistên wilo”. Serhado pistî çend salan dest bi hîp hopa kurdî kir. Ji ber ku ew dixwaze gelê kurd stranên wî fêm bike. Serhado dibêje: ” Ez dixwazin kêmasîyên me ji hundir ve bugherim. Her kes li gor xwe tekosîn dike, ez jî bi rêya muzîkê tekosînê dikim. Ez bi qasî karîna xwe dixwazim alîkarîya Kurdistanek azad bikim. Xeyala Serhado ya ji zaroktîyê ew bû ku albumeka xwe derxe. Serhado çend sal li derhênerekî/a li gor fikrê xwe gerîya. Rojekê peywendîya wî bi derhênerê tirk Can ”Stress” Canatan bû û wan dest bi xebata albuma Serhado kir. Pistî nîvsalekê xebata wan ber bi dawîyê hat û Serhado albuma xwe ya ewlî qedand: Xewna Jiyan. Di vê albumê de 12 stran hene. Serhado bi çend hunermendên bi navûdeng re hevkarî çê kir: Beyto Can, Xêro Abbas, Hesen Serîf û Rotinda. Her weha wî bi çend hunermendên din yên ciwan (genc) re jî hevkarî kir: Sîdar Yigit, Dilava Bîngol û Xelya Seker. Serhado dibêje: ”Ez hêvîdar im ku muzîka min dê bi dilê we be û kêfxwesîyê bide we. Hedefa min ya duyem ew e ku ez ji bo ciwanên ku li navçeya ez lê çêbûme re studyoyeka muzîkê vekim ku bila ew jî wek min xayalên xwe bi cih bînin.”
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى