Zilamek rêwî, digihije gundekî û lê dibe êvar. Li deryê malekê dixe, jinikek derî vedike
Zilam dibêje: êvara we bi xêr xwakê, ez xerîbim, hûn mêvana nahewînin?“
Jinik dibê: „Mêvan mêvanê xwedê ne, cawa em nahewînin, keremke derbasbe“.
Zilam derbasî hundir dibe rûdinê, jinik jê re qedir digre, xwarin û vexwarinê didiyê. Zilam bîhna xwe vedide, pistî gavekê ji jinikê dipirse: „Xwakê ka zilamê te kengî tê malê?“
Jinik dibê: „Zilamê min tune, ez tenê me“.
Zilam dibê: „Wê çaxê cênabe ez li cem te bimînim, ezê rabim herim malek din“.
Jinik dibê: çênabe tu here, ez û tu tenê ne, emê şevek xwes bihevre derbas bikin“.
Her jinik xwe nêzîkî wî dike, zilam xwe dûr dike, jinik dike nake zilam nêzîkî wê nabe û dibê xwakê ez însanek welatparêz im, cênabe em destdirêjayê bikin.
Jinik dibîne çare tune, cîhê wî datîne û dibê keremke welatparêzo razê.
Zilam radizê. Sibê radibe jinik jê re taştê çêdike û li hewşê jê re datîne. Zilam taştê dixwe, dibîne di hewşa jinikê de pênc şeş dîk û tenê mirîşkek wê heye. Ji jinikê dipirse: „Xwakê yên xelkê dîkek e û gelek mirîşk in, yê te çima gelek dîk in û tenê mirîşkek e?“
Jinik dibê: „Ma ez çawa bikim, ji bona mirîşka xwe min çend dîk anîn lê mixabin hemi wek te welatparêz derketin“.
:12: