sms be kurdi

Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?

Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?

Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbil e.

Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dil e?

Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
Şaha bi tac û sunbil e

Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengil e

Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfil e

Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika reş-kakile

Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xweş dizanî 'moşkil e'

Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Laleş a min ser li ber
Danî li sîng û paşilê

Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
 
Diyariya Yarê
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jê re bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jê re rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jê re ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî

Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim?
Cihan pêk ve bihayê biskê tarî

Serî, naçar e min danî li ber pê
Me go: şah im, tu pêlêke siwarî

Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî

Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî

Ji rê ve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî

Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî

Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Şeraba hingivînî nû, vexwarî

Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî

Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî

Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bes e rabe Hesarî!

Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
 
Şev tarî bû, dîsa`z tenê me, bê yara xwe me
Hêstır j`çavê mın wek baranê dıbarın
Bı roj û şev lı benda yarê, xeber nayê
Enêbûn gelekî zore, ez tırsım dayê
Tucaran te jı bîrnakım, tucaran jı kesek dın heznakım
Bê te nameşe jîyana mın, yara mın, yara mın
Tê bîra mın, ew roja reş tarî, baran dıbarî
Wek xeyalek gotıne mın, yar zewıcîye
Çıma çûyî jı jîyana mın, çıma yarê
Tu zanî êdî ev jîyan jı mın re bû dawî
Tucaran te jı bîrnakım, tucaran jı kesek dın hez nakım
Bê te nameşe jîyana mın, yara mın, yara mın
 
Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
...
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me

Evîn bûn rêberê me
Çi hanîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê
Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewşa vê jînê
Dengê saza evînê
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 

G.M.K Team

G.M.K Team
واو شي حلو كتير والله ما كنت منتبه موضوع رائع


gelek spas hiro

sms ni delalin zor spas berxewdan

bi rasti tu berxewdani
 
أعلى