القرآن الكريم باللغة الكردية Qurane Pîroz bi zimanê kurdî

Bi Navê Xude

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN

القرآن الكريم باللغة الكردية Qurane Pîroz bi zimanê kurdî
 
55. YÊ DILOVAN
BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Ê DILOVAN
(1 - 78)
Yê Dilovan
fêr kir Qur'an,
afirand insan
û ew hînî axivînê kir.
Heyv û roj li çerxa xwe dizivirrin
û dar û stêr xwe li ber Wî diçemînin.
Wî bilind kir esman û danî terazû
daku hûn di kêşanê de neheqiyê nekin;
bi dadperwerî bikêşin,
terazûyê xelet nekin.
Erd Wî bo mirovan danî;
fêkî û darqesp û berhemên wan,
kakil di qalikên xwe de û giyayên bênxweş lê ne.​
 
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Wî mirov mîna cerran ji axê
û cin ji agirê geş çêkirine.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Ew Serwerê rojhilat û rojava ye.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Wî kiriye ku derya pêlan bidin
û bên ber hev
lê dîwarek di navbera wan de heye
ku ew nikarin di ser re biçin.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Têde hene morî û mircan.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Yên Wî ne herwa keştî
yên kar dibin deryayê
û mîna gupikên çiyayan jê bilind dibin.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Her tiştê li rûyê erdê carekê pûç dibe​
 
lê rûyê rêzdar û bihadar yê Xwedayê te dê her bimîne.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Hemî yên li erd û esmanan
her roj bi karekî
xwe hewceyî Wî dikin.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Me hê dem bo we heye, gelî cin û mirovan.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Gelî komên cin û mirovan,
ger hûn bikarin di erd û esmanan re bimeşin,
de bimeşin, lê hûn bê destûr neşên.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Gurzên agirî û misê helandî
dê bi serê we de bên kirin,
û dê ti ji we neyê.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Dema esman kelişî
û mîna kevlê rengdayî sor bû,
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -​
 
ne ji mirovan û ne jî ji cinan dê gunehên wan bên pirsîn,
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -
lê yên gunehkar dê ji nîşanên xwe diyar bin
û pirç û piyên wan dê bên girtin:
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -
"Aha ev e Dûjeh ya gunehbaran bawerî pê nedianî."
Ew dê di navbera wê û ava kel re bimeşin.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?
Lê du baxçe bendewarî wî ne
yê ji hêza Xwedayê xwe bitirse,
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -
li navê tijî xeml,
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -
du kaniyên bilqdar
- Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? -
û her cûn fêkî.
Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? 4​
 
أعلى