Zerdûştî û Zerdeşt

Zerdûştî û Zerdeşt

Zerdeşt peyamberê Îranî, 600 salan berî bûyîna Îsa bîr û baweriya xwe ya herdem bi rêçenasên civakî ya wê demê belav kiriye. Regezeyên Zerdeşt gelek ehlaq bilind u kur u giranbiha ne. Li gor lêger u lêkolînên tarîxnasan pirtûka wî "Avesta" di wê heyamê de21 beşokan u hezar bendî pêk dihat. Ew ji sê sed u çil u pênç hezar u hefsed gotin bûn .Û bi wî awayî helbestî hatiye nivîsandin. li ser baweriya Zerdeşt u ramanîya wî re pir demên dîrokî bihürine...

Ew ramanîya civakeke çandinîyî pêşketî u jîyaneke nujen û bilind, her çiqas wek maneyî olî tê bi navkirin jî, ji bona dîyarkirina regezeyên wî li ser êlêmentên xweristîyê bûn. Ew çar anasirên tabîî, wek : ba, erd û roj û av yên bingehîn û südedar ji jîyanê re paldabun. Tarî û ronahî, nexweşî u xweşî - xerabî u qencî û mîzana zanyarî û nezanîyê wekî fênomenên nakokî dihat dîtin. Bawerîya Zerdeşt de fênomenek heye; ew ji pîrozkirina agir e.

Yên ku li ser rêç û şopên ramanîya Zerdeşt meşîyan, ewan ji xwe re 2 xwedê pesînandin. Ew bawerî bû bingeh û tovê jiyana gel an û mêjve heya îro li ser du xetên nakokî bandurkêr bu. Ew 4 pirtukên rûmet jî bi sedî çil hizrên Zerdeşt; ango di bin bandura ramanîyên Zend - Avesta pêk hatine. Ew çar pirtûkên nemir ku rûmet tên girtin bilî ramanîya Xwedê dijî hevin u mêjve şerê hevudu dikin. Her çiqas di naveroka wan pirtukande bihîşt û dojeh -x irabî û qencî û ayetên wek hev hebin jî li gor mîtolojîyê sembol in û ji hizrê Zerdeşt hatine girtin. Ji ber ku gor regezeyên dîalektîk ê hîç tu tişt ji tunebûnê ava nabe. Û ji ava buyînê jî tune nabe. Xwe guhêrîne..
 
Çavkanîyên va 4 olên mezin ji hizr û regezeyên Zerdeşt û Budh a tê. Li gor rêvebirê ola Îsa, ola Mihemed, ola Cuuhîyan civat bi desthilatîya regezeyên ewan hatîye îdarekirin. Ji alî yê din, di zanyarî û jîyana materyalîstî de felsefa zerdeşt li gor regezeyên dîalektîkê ku sed salan berê pisporên Marksîst bi lêger û lêkolînan derdixin ronahîyê. Ramanîya Zerdeşt ji bo wan bingeha livîna bingehê ya jîyanê ye. Divê di tabîetê "xwezayî - natur" de her taxlîd di gel hinek sedemên dîalektîk ê xwe bi xwe hatîye afirandinê. Û ev avahî xwe di guhêrîne, Pisporên matêryalîst wek Karl Marx û F.Engels lêkolîn û lêgerên xwe berbipaş heya Hegel dajon, çaxa ku mîrov hizrên hegel agahdar dibe û ji hegel bihurî, dibîne ku hebuna cîhanê û huliqandina hemu texlîdan bi çar anasirên /"av-hewa - xak û roj"/ Zerdeşt ve girêdeyî ye.ev jî dîyare ku bê wan mîrov nikare hebun u tunebunê ji.ji hev derîne... Lı gor van hızrên nêrbar sazgehê jiyana pakbun bi bergehê Zerdeşt hatîye vedanê. Her wek tarîxa gelên kevnare de adet û usilên jîyana civakî de jî ew hizrên bîhn pakî, Li Belxê heta Hînd, Yewnan, Turkistan wek pireke ji demê pir hejmar Xwedê yan heya qebulkirina xwedê yekî bandur li ser gelek olan dike û têkilî jîyana duh, îro û sibê dibe.
 
Felsefa Zerdeşt ji bo herkesî û her demê derbaz dibe. Ji mêjve muxalîfên wê hene û ev zadê xwe ji hizrê Zerdeşt digirin. mixabin li ser rê jî êrîşî her tiştî vî dikin. Ku navê wî ji holê rakin û ji xwere bikin mal. Ola Îsa, ola Mıhemed û olên din bi taybetî ji bawerîya Zerdeşt gelek fêde dîtine. Piştre êriş û çalakîyên xwe ji bo tunekirin û kavilkirina rêzanîya Zerdeşt dijwar kirine. Çawa ku diroknas ji mere didin fêrbuyînê ji mêjve heya qirnên nêzik jîyana mîrovan a civakî di bin desthelatîya olî de bu. Îro ji gelên dinê zêdetirîn di bin bandur û zagonên olî de ne û bi wehş û hovîtîyê û bê dadî yê têne îdarekirinê.

Di dema Zerdeşt de bingehê jîyanê bi regezeyên hevpar, bi dadî, azad û serbilind hatibûn danîn. Demê ku ew olên din jî hatin afırandinî ji xwere ew bingeh esas girtin û serketin. Piştre jî bo meslehatên xwe û yê wan desthelatan der û dor ê xwe, her tişt guhêrandin û nakokîye ke dijwar xistin bingehê jîyanê. Û jîyana civakê xistin taxê dubendîya belengaz ketîyê û dewlemend buyînê, û xirabî xistin nav jîyanê. Ev nakokî bû xwîn kete nav cîvakê, mîrovan ji hevre tehemûl nekir in, ked û mafê wan ji holê rabû, yên dewlemend bi heyîya zêr û diravan bandureke tadeyî li civatê kirin. Qanunên wan tenê ji bo parastina dewlemendî û malbatên wan bu..
Ji ber wan sedemên girîng ramanîya Zerdeşt her wek rewşa dinê - cihanê ya îroyîn wek xwesteka mîrovahîya Sosyalîzmê qedexekirin, û xwestin ji holê rakin. Ji ber ku demê xwe de regezeyên Zerdeşt daxwezîya Sosyalîzmê bu. ( ! ) Ew tabu jî ji bo pêşeroja civakan bu.. Dı gel van îdîayan dixwezim çend regezên Zerdeşt livir rêz bikim;

Afırandına mirovan:"mirov jı sé demaran gihaye hev.

• laş
• hış
• can e.

Laş; laş winda dibî û dibe ax. Hış;hış ku bî xêra vî mîrov dikarî qencî û xirabîyê ji hev bidî alî û nasbikî. Can; can ango rih namire û her dimîne. Ji bo kuştina laşê xwe xwedest dirist nedaye û gelek gunehkarî dibîne, û dibêje ku; ew mîrovê ku xwe dıkujî, yekî ji leşkerê xêrê kêm dikî.,,her wekî din navê xwedê li gor felsefaya wî bi maneyake Dîyalektîkî ye. Xwedê ango AHURA MAZDA; aho ( ez ra cîhan ) mazda ( xwedê ) ye. Ew tê vê maneyê; wî da, çêkir, afîrand, yanî wî xwe afîrandîye. Bi mana Kurmancî mêr û jin e. ( nêr û mê ) yanî Hurmız dawerê xêr. Ahrîman dawrê şerê ye. Du hêzên xurt di cîhanê de hene XÊR Û ŞER.

Li gor felsefaya Zerdeş mîrov hene evî ku mîna rojê ji paş çîyan hiltê û wek pireke ji bo pêşerojê dirêj dibe û ronak dide hawîr dorê xwe û diçe ava. Mîrov ne ewe, evî ku di navrê, mitfax û tuwaletê wek lule avê kêr tê.. Dıvê mîrov ji lat û put an durkeve, xwe ji derewan biparêze, goşt nexwe, pey namusê xelkê nekeve, dizîya malê xelkê neke. Bixwîne û ji nezanîyê xwe azad bike û di karê xwe de sist nebe.

Disa Zerdeş dibêje: "ma çi ye va Dêr û Mızgeft bil gorîstanên xwedê" lê bellê :" Mîrovên di rêz de wek çemekî qirêj in. Mirovê zana wek derya ne. Wî çemê qirêj dike hundirê xwe û pê xira nabe"....

Zerdeşt dıbê : Ez ewan ku pêşerojê bi heq derdixinîn û yên çuyî xilas dikin ji wan hez dikim.Yên ku min fahm nakin ez ji bo guhê wan ne dev im.. Ji bona mafê şerefa min ew tiştê ku hun dibêjin hîç yek jî wan tuneye, ne dojeh ne jî bihîşt, qet tu ji jı tiştekî metirse, canê te ji berî laşê te bimirî. "yên ku xirab radikevin û şevê de şîyarin li ser rêyên wan derkevin " her wekî din ji li ser Dewlet wîsan dibêje: "ma çi ye Dewlet, ji bo çi ye ? Cinawirê herî wahş û hov û sar û sartir dewlet e. Dewlet bi her zimanî derew dike û bi her hacetî zor û zilm li civatê dike. Di dinê de tiştî ne hevce dewlet e. Demê ku merî van regezên hizrê ramanîya zerdeş dinêhre dibîne ku bingehê kevnar a Komînizimê Komînizim bi zimanê Kurdî Koma Gelan buye. ( Sosyalîzmê ) pê ve girêdayîye. Li vir de gelek ramanên kur jî hene... Yên ku xwere li başîyê digerîn dikevin vêrê yê û li du vê bawerîyê diçin. Yên nezan û bê fam jî zagonên jîyanê xira dikin û hım jî bo mırına xwe, him jî jı bo mirina dinyayê dixebitin..
 
Zerdeştî
Zerdeştî oleke kevina Îranê ye.
Afırandına mirovan :" mirov ji sê demaran gihaye hev.

laş

hiş

can e.

laş; winda dibi û dibe ax.
hış; ku bi xêra vî mîrov dikare qencî û xirabîyê ji hev bide alî û nasbike.
Can; ango rih namire û her dimîne. Ji bo kuştina laşê xwe xwedest dirist nedaye û gelek gunehkarî dibîne. Dibêje ku; ew mîrovê ku xwe dikuje, yekî ji leşkerê xêrê kêm dikî. Her wekî din navê xwedê li gor felsefaya wî bi maneyake Dîyalektîkî ye.

Xwedê ango Ahûra Mazda ; aho ( ez ra cîhan ) mazda ( xwedê ) ye. Ew tê vê maneyê; wî da, çêkir, afırand, yanê wî xwe afirandîye. Bi mana kurmancî mêr û jin e. ( nêr û mê ) yanî Hurmiz dawerê xêr. Ahrîman dawrê şerê ye. Du hêzên xurt di cîhanê de hene Xêr û Şer.

Li gor felsefaya Zerdeşt mirov hene eve ku mîna rojê ji paş çîyan hiltê û wek pireke ji bo pêşerojê dirêj dibe û ronak dide hawîr dorê xwe û diçe ava. Mîrov ne ewe, evî ku di navrê, Kulîn ( mitfax ) û tîwalet ê, ( daşir, kepîne, ) wek lule avê kêr tê. Divê mirov ji lat û put an durkeve, xwe ji derewan biparêze, goşt nexwe. pey namusê xelkê nekeve. Dizîya malê xelkê neke. Bixwîne û ji nezanîyê xwe azad bike û di karê xwe de sist nebe.

Dîsa Zerdeşt dibêje : "ma çi ye va dêr î mizgeft bil goristanên xwedê" lê bellê :" mirovên di rêz de wek çemekî qirêj in.mirovê zana wek derya ne. Wî çemê qirêj dike hundirê xwe û pê xira nabe". ...

Zerdeşt dibê : "Ez ewan ku pêşerojê bi heq derdixinîn û yên çuyî xilas dikin ji wan hez dikim.Yên ku min fahm nakin ez ji bo guhê wan ne dev im.

Ji bona mafê şerefa min ew tiştê ku hun dibêjin hîç yek jî wan tuneye. Ne dojeh ne jî bihîşt. qet tu jî ji tiştekî metirse, canê te ji berî laşê te bimirî. "yên ku xirab radikevin û şevê de şîyarin li ser rêyên wan derkevin ".

Her wekî din jî li ser Dewlet wîsan dibêje : "ma çi ye Dewlet, ji bo çi ye ? Cinawirê herî wahş û hov û sar û sartir dewlet e. Dewlet bi her zimanî derew dike û bi her hacetî zor û zilm li civatê dike. Di dinê de tiştî ne hewce dewlet e.

Demê ku merî van regezên hizrê ramanîya Zerdeş dinêhre dibîne ku bingehê kevnar a Sosyalîzmê pê ve girêdayî ye. Li vir de gelek ramanên kur jî hene.

Yên ku xwere li başîyê digerin dikevin vêrê yê û li du vê bawerîyê diçin. Yên nezan û bê fam jî zagonên jîyanê xira dikin û him ji bo mirina xwe, him jî ji bo mirina dinyayê dixebitin.
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى