Doza Welat
Ger ji ter nebê welat
Roj tucar nayê hilat
Ger ji ter nebê dîrok
Tê j,bîrkirin dibê çîrok
Rabin kurdê Xwendevan
Jîr û zana û rêzan
Dîroka xwe bidin xuyan
Ji bo tev gelên cîhan
Bêjin em lawê Mîdya
Horî Mîtan û Ciyan
Dînê pîşî Zerdeştî
Vê dibjin bi Serbestî
Icirc;ro hin E z î d î n e
Musilman Suryanî ne
Em tev bi hevre dijîn
li ser vê xaka şêrîn
Ji hezar sala ta niha
Halê me kurda wiha
Em dikin kar û xebat
Divin rizgarkin welat
Welatême kurdistan
Ji bo me ew dil û can
Iro ew maye bindest
Divin wî bikin serbest
Bav û kala bi xebat
Xwestin rizgar kin welat
Ji Şêx Se,îd ta Barzat
Seyid riza Bedirxan
Seyid riza Bedirxan
Xwestin ew çikin welat
Bi şer û kar û xebat
Bi şer û kar û xebat
Lê neyarê dest qirêj
Ne xwest em bibin serkêş
Welatê me j, xwer birin
Tev li xwe leva kirin
Sînor li ser rakirin
Welat çar parçe kirin
Zêrên reş û zer û spî
Her yekî hin j,xwer dibî
Ji bo wê em şer dikin
Gurê har çi j, me dikn
Lê iro em şîn dibin
Doza mafê xwe dikin
Bi xweşî em kar dikin
Em mafê xwe j.we divin
Ger ji welat neçin der
Edî em tên we bi şer
Bese zilma wey Giran
Dijminê hov û nezan
Edî em divin bi jîn
Li vê cîhan li vê Jîn
Divin ava kin cîhan
Dest bidin hemî gelan
Bese zilm û bese şer
Li her dem û li her der
Kurdistane me delal