Apê mûsa

G.M.K Team

G.M.K Team
APÊ MÛSA

Diyarbekir!waye dîsa li te dibe şev
li kuçeyan belav dibin gurên xwîn li dev
êrîş dibin ser kalê me ew bi girr û gef
direşînin bi ser wî de gulle li pêy hev...

Lûleyên sar bi agir û tînê verşîyan
bê hejmar car bi qîje qîj li wî barîyan
li ser wî laşê têr keder li hev civîyan
di xwîna wî de vemirîn dûvre bilîyan...
*
Şeva bêdeng ket xumînê tarî bû qîrîn
kalê delal hew dilive nayên hev birîn
di ber welat de radestbû giyanê şêrîn
dighêje kerwanê pîroz wê asta zêrîn...
*
Porê gewr hîn leylan dide li axa delal
li ser ruyê wî hinek xwîn û kenek zelal
mala min xerabû apo!çi'l te tê ew hal
ji me û hevalên me re ap û xal û kal...
*
Diyarbekir!tu paytextê welatê bindest
li ber bircan dara dilbê birûsk xwar,şikest
pirr bilind bû nedigîhan şax û pelan dest
li rêya jîyanek azad,hêja û serbest...
*
Bila dilê te nemîne'b derd û kul û xem
axa pîroz palgeha te,zanayê hemdem!
wê ala me qet neyê xwar,bilindbe herdem
emê li çavên dijminan bimînin kelem...
*
Tu jî wek Cegerxwîn diçe dil bi xem û kul
li erd û axa medyayê sosin û simbil
here mamosteyê hêja ber dewam e doz
şehadet li te û li tev şehîdan pîroz...

Rojar Wenda
28.02.1993
 
أعلى