Eylo û Dîk

G.M.K Team

G.M.K Team
Eylo û Dîk

Kûsî derket dîharê darê qirqijî, jorda li erdê ket gijgijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê mi jî. Hebû tunebû Eylokî hebû. Eylo rojekê rastî Dîk hat. Bang li Dîk kir û jê re got:
Hûn Dîk gelek nankor in, bi gotina xwediyên xwe nakin.

-Dîk jê re got çima:

Eylo got:
Xwediyên we, ewqas we xwedî dikin û ji we re cih çê dikin. Lê dema ku xwediyên we bixwaze we bigre, hûn ji ber direvin, xwe nadin dest. Lê em Eylo ne wekî we nankor in. Em difirin diçin ji xwediyên xwe re nêçîrê dikin û em nêçêra xwe tînin didin xwediyên xwe.

Dîk jê re got:

Ya Eylo, em ne nankor in. Lê em her roj goştê hevalên xwe li ser agir di beroşê de dibînin. Dema ku xwediyên me, me bigrin* wê me jî wekî hevalên me serjê bikin. Lewra em ji tirsa ruhên xwe direvin! Ma gelo dema ku xwediyên we jî we bigrin, ew jî wekî xwediyên me, we serjê dikin û goştê we dixwin?!...

Piştî van gotinên Dîk ên ku mafdar û di cî de; Eylo şaş û matmayî ma û nikarîbû bersiva Dîk bida, lewra firiya û çû.

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Kom Kirin: Dilbirînê Deşta Mûşê
 
أعلى