Cezayê Kuştinê Bisawe

G.M.K Team

G.M.K Team
Cezayê Kuştinê Bisawe


Carek ji cara, mamê Xidir kerê xwe hilda çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê da hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xirdir jê ra got; ey heywanê hovê har, qe li berûya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te kerê min*'evdalî xwar? Gur jê ra diranê xwe li hev xist û got;*mamê Xidir bes e bike guregur, vî kera çû, here ji xwe ra yekê din*bikir:


Dibên xulamê axa çav berdide qîza axa. Dema ku wezîrê axa vê yekê seh dike. Ji axa ra dibê axa yê min hal û mesele ya xulamê te ev e, pêwîst e ku tu wî ceza bike, ji ber ku ew bi te ra îxanetê dike. Axa cewabê dişîne ji xulam ra. Xulam tê. Axa jê ra dibê, ji ber ku tu bi min re îxanetê dike, cezayê te kuştine, çima te çav berdaye qîza min?

Axa ji wezîrê xwe ra dibê here ji min ra mirîşkekî bîne, ez ê bidim xulam, bila xulam mirîşkê serjê bike. Dibê ew bi çi awayî mirîşkê serjê bike. Ez ê jî wî bi wî awayî serjê bikim.

-Wezîr diçe mirîşkekî tîne û dide xulam:

Mehlûmê we ye, ruh zehf zêde şêrîn e.

Xulam hinekî difikire, dibê ez çawa bikim ku ez ruhê xwe xelas bikim. Werhasilê kelam, xulam rêya xwe dibîne:

Xulam dibê wele ya herî rind ew e ku ez serê mirîşkê têkim devê xwe û bifetisînim, axa jî nikare serê min bike devê xwe û min bifetisîne, dibê encax ez bi vî awayî serê xwe xelas bikim.

Dema ku xulam serê mirîşkê dike devê xwe û difetisîne.

Axa ji aqilê xulam ra matmayî dimîne:

Jê re dibê tu mirovekî zehf zêde biaqil e, te serê xwe bi vî awayî azad kir. Ji ber ku min soz daye te, ez te nakujim, lê ez te ji xulamî ya xwe teqawid dikim.

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Kom Kirin: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى