Anî ji Aşa, Kir Bela Serê Paşa

G.M.K Team

G.M.K Team
Anî ji Aşa, Kir Bela Serê Paşa


Carek ji cara, mamê Xidir kerê xwe hilda çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê da hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xirdir jê ra got; ey heywanê hovê har, qe li berûya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te kerê min*'evdalî xwar? Gur jê ra diranê xwe li hev xist û got;*mamê Xidir bes e bike guregur, vî kera çû, here ji xwe ra yekê din*bikir:


Dibên mirovek hebûye tim aşvanî dikir, wusa emrê wî di feqîrî û belengazî yê de derbas dibû.

Lê rojekê pirr gunehê padîşah pê tê:

Lewra xulamekî xwe dişîne peyî aşvan tîne, pir mal û milk didê, jê re dibê bes e te ewqas feqîrî û xizanî dît, here êdî ji xwe re hinekî*pê rihet bijî.

-Bigotinên gotinbêjan û salixên salixdaran dibên: "Aşvan pir* dewlemend dibe".

Îcar piştî ku ewqas dewlemend dibe û bîna wî tê ber wî, îcar nankorî yê dike, çav berdide textê Padîşah!...

-Rojekê ji paşê ra dibê paşa yê min ka tu were em te teqawîd bikin. Îcar ez di dewsa te de bibim Padîşah!...

"Padîşah ji nava dilê xwe axîneke kûr dikişîne û *jê re dibêje:
Erêêêêêêê…. Erêêêêêêê… Erê…

"Min te anî ji aşa, kir bela serê paşa..."

Çîroka mi l' civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Kom Kirin: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى