Axa û Welî Heso

G.M.K Team

G.M.K Team
Çîroka Axa û Welî Heso


Carek ji cara, mamê Xidir kerê xwe hilda çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê da hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xirdir jê ra got; ey heywanê hovê har, qe li berûya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te kerê min*evdalî xwar? Gur jê ra diranê xwe li hev xist û got;*mamê Xidir bes e bike guregur, vî kera çû, here ji xwe ra yekê din*bikir:


Dibên axa kî hebûye dema ferza Hecê tê, camêr tevdîra xwe dibîne, ji malbat û derî û cîranên xwe xatir û helaliyê dixwaze, *diçe Hecê. Jina axa rojekê Kufteyan çêdike, Kufteyên xwe dikelîne, sifre ya xwe datîne û dest bixwarinê dikin. Lê mêrê wê dikebe bîra wê û dilê wê di şewite, dibê xwezila ana axa jî li vir ba, wî jî bi me ra hinekî Kufteyan bixwara...

-Xulamê wan dibê heyran ka tu Teyfikekî tijî bike, ez ê ji bo xatirê te bibim jê ra!

Jinik bi xulam dikene: “Dibê heyran mêrê min wayê li Sihûdiyê 'Erebîstanê, mirov encax 3 – 4 mehan here wir, tu dibê ez ê Kufteyan bibim jê ra!...

-Xulam cardin pirr heter (îsras) dike dibê heyran ka tu Kufta bide min ez ê bibim jê re.

-Jinik dîsa jê bawernake, lê radibe Teyfikekî Kufteyan rind tijî dike, rûn û dewê sîrê lê dike û dide xulam.

*Îcar navê xulam Hesen bûye, lê jê re gotine Heso. Hesen mirovekî zehf teqwa û welî bûye, lê ji xêncî Xwedê Teâla kesî vê yekê nizanîbû ye:

Xulam dema ku*derdikebe derva.

Ji Xwedê Teâla du'a dike.

-Xwedê Teâla du'yê wî qebûl dike.

Xulam bi emrê Xwedê wekî teyrekî baz fir dide û li Sihûdiyê 'Erebîstanê li ber axa yê xwe datîne. Teyfika Kufteyan dide axa yê xwe.

-Axa matmayî dimîne, lê êdî dizane ku Heso Welî ye!...

Heso ji axayê xwe xatir dixwaze û cardin bi emrê Xwedê Teâla wekî bayê tê.

-Lê jinêkê jî vê yekê bawar nekirî ye ku rast Heso Kufteyan bi vî awayî birîye ji axa ra:
Wer hasilê kelam ez pir serê we nehêşînim.

-Dema ku Hecî Ferza Xwedê Teâla eda dikin û vedigerin tên malê. Xwedanekî xêra mizgînê tîne dibê mizgîna min li we, Hecî ji Hecê hatin.

Gundî, derî û cîran hemû radibin, diçin pêşiya Hecî yan. Milet ew ê herin destê axa tewaf bikin.

Axayê camêr dema ku çav li xulamê xwe yê Heso dikebe; ji milet ra dibêje neyên destê min herin destê Heso.

-Milet zehf matmayî dimînin û dipirsin, dibêjin xêre çima em herin destê Heso?!...

Camêr dibê heyran hal û mesele ya min û wî ev e, ew mirovekî pirr teqwa û welî ye, dibê wele hêviya du’a ji wî dibe...

Dema ku camêr wisa dibê:

-Dibe şirpîna Heso û ji ber milet direve...

Milet jî serî didin ser wî, dema ku digrin xwe davêjin ser dest û lingên wî.

Bi vî awayî welîtiya Hesen tê kifş kirin, êdî di nava gund de qedr û qîmetên wî zêde dibe...

Çîroka mi l'civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Berhevkar: Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى