Kî Çi Bike Xwedê Dibîne

G.M.K Team

G.M.K Team
Kî Çi Bike Xwedê Dibîne


Carek ji cara, rehmet li dê û bavê hazir û guhdara: Hebû tunebû Melakî hebû. Dibên rojekê mele dibê min ewqas dersa feqiyan da, ka ez îro feqiyên xwe biceribînim, gelo tiştekî ji min fêr bûne an jî na: “Mele gazî feqiyan dike û 3 heb mirîşkan dide destê wan, ji wan re dibê herin van mirîşkan serjê bikin, dema ku we serjê kir, bila tu kesekî nebîne!... Lê du heb feqî mirîşkên xwe bêfikir serjê dikin û tên!


Lê belê Feqî yê seyemîn bi pisporî tevdigere; diçe li çol û çiya cihên bê mirov û heywan digere. Wer hasilê kelam ez pirr dirêj nekim. Kuda diçe û difikire dibê wele, ez li ku serjê bikim wê Xwedê Teâla bibîne. Werhasilê kelam mirîşka xwe serjê nake, cardin digre û şûnda tê.

-Mele jê re dibê te mirîşk serjê kir?

Feqî dibê na ez xulam.

-Mele dibê çima?

Feqî dibê Seyda te got li cîyeke wusa serjê bike bila tu kesekî nebîne!... Heyran ez pirr gerîyam min li ku serjê bikira Xwedê Teâla didît…

-Zehf kêfa mele tê, diçe çavên feqî yê xwe maç dike, dibê belê wusa ye: „Kî çi bike, “bêguman Xwedê Teâla dibîne”, kurê min te îmtihana xwe qezenc kir. Lê mixabin hevalên te nekir… {Ayet û Şirove li jêr e}…

Çîroka mi l'civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelêrî
Berhevkar: Ebdurehîmê Mûşî

dengbej@hotmail.de

AYET
Lewra Xwedê Teâla di Qur’ana Kerîm, Sûretê Zîlzal, Ayeta 7. û 8. de wuha Ferman dike: “7. Her kî bi qasî giranî ya zerre-kî başî yê bike, wê wî bibîne. 8. Û kî bi qasî giranî ya zerre-kî* nebaşî yê bike, wê wî jî bibîne”.

Şirove

Lewra ku mezina jî gotine: “Mirov çi dike para Xwedê tê de bihêle.”
Kî çi bike: “Bêguman Xwedê Teâla dizane û dibîne”. Bila qe kesek xwe nexapîne!...

Her wiha Milyaketên Xwedê Teâla jî xêr*û gunehên mirovan hemû di nivisînin û qeyd dikin.

Divê mirov ji: “Nî'metê Rebbê xwe re sipasdar be, nankoriyê neke û zilmê jî li kesî neke!...

-Bêguman Xwedê Teâla roja Hîsabê giran, hîsabê Xwe bi hemû mirovan re dibîne.
Lewra mezina jî gotine: “Xwedê Teâla heqê Bizina Kol ji a bi Qiloç re nahêle”.

Serê her tiştî Xweda ye; navbera xwe û Xweda yê xwe xerab nekin!

Mezina gotine: “Bila Xwedê yar be, dinya tev neyar be”.

Hûn emanetî Xweda bin

Ebdurehîmê Mûşî
 
أعلى