Gola Gan û Şivanê Hesûd

G.M.K Team

G.M.K Team
Gola Gan û Şivanê Hesûd


Di nav golên herêmê de Gola Gan serektirîna hemû golan e. Him serektirîn e, him jî bi pîroziya xwe bi navûdeng e. Di navbera sê giran de bi cih bûye. Ava wê ji singê girê aliyê rojhilatê ji sê çaviyan der tê û dûrahiya çaviyan ji golê bi qasî sê werisan dûr e. Sê keviyên wê bi dar, devî û zinaran dorpêçkirî ne. Ava wê her tim zelal û herikber e.


Li keviya wê ya rojava jî pung, giyayê sêpel û her cure giyayên nerme li hev diqelibin, geş dibin û bi qasî rimekê bilind dibin û kevirên sîs ên gelekî mezin di nav xwe de winda dikin û havînan ji beq, qumqumok, kelpizer û civîkan re dibin palgehên vehesînê. Gola Gan ji lawirên kedî re jî dibe xwedera dabîrkirina tîbûnê.

Di derbarê golê de gelek çîrok û efsane hene. Ji vana yek jî di derbarê Hz. Xizir de ye.

Hin dibêjin, Hezretî Xizir di salê de çend caran tê, bi ava çavkaniyên wê destnimêjê digre, piştre çend rikat nimêja xwe dike, baskên xwe ber bi Erşê E´la vedide û ji bo xêr û berekata av û nebatatê dora golê ji Xwedê xwe diroz(lava) dike.

Dîsa dibêjin, şivanek hebûye. Pir hesûd bûye. Ji avvexwarina sewalên yabanî pir hesûdî kiribûye. Bizin kûviyek tevî du karên xwe her tim hatiye, ji ava çavkaniyan av vexwariye. Lê şivanê Hesûd ji avvexwarina bizinkûviyê û karên wê çavnebarî kiriye û rojekê xwe li ber zinarê li ser riya bizinê û karên wê telizandiye û li benda hatina wan maye. Dema ku bizinkûvî li pêşiya karên xwe hatiye, di ber zinar re derbas bûye, hema Şivanê Hesûd qemeya xwe kişandiye, di nava parxanê bizinkûviyê de çik kiriye û ew kuştiye. Karkûviyên wê, ji vê hovîtiya şivên veceniqîne û reviyane. Bi qasî verisekî ji termên dayîka xwe dûr ketine û li vê dimena dilsotî nêrîne û bi dilewatî kaliyane.

Jina şivên ku jê re firavîn anibûye, hatiye ser termê bizinkûviyê û ew çerm kiriye. Şivan jî derketiye ser zinarekî û dest bi stranan kiriye. Di wê kêliyê de Hz. Xizir rû daye û ji vê dimenê pir qehiriye. Hema gopalê xwe rakiriye hewa û li şivan kiriye qêrîn:

„Hûûû! Çî ye tu wek beqan dikî weqeweq!“

Di wê heynê de gopalê xwe dirêjî jina wî jî kiriye û heman tişt ji wê re jî gotiye. Ji wê rojê û vir de şivan jî, jina wî jî bûne beq û ketine nav beqên dora golê. Mihên wî bûne qumqumok û seyên wî jî bûye kelpizer.

Rojeke havînê, dema taştiyan hemû beqên dewerê çindane ser kevirên sîs û bi hev re ketine nav sohbet û hevpeyvînan. Di kêliyê de birek ga dikişin tên ser golê ku ji ava wê ya zelal vebixwin. Gayeke fîdan î çeleng li pêşiya hemû gayan xwe dighîne ser avê û bi çêj têra xwe avê dikişîne hûrê xwe. Avê wisa vedixwe ku diperçife dibe wek deq. Ew perç jî li gel xweşikbûn û delalbûnê, heybet û çalimekê jî dide gê. Rewşa gayî bala Banûbeqê dikişîne ser xwe. Beqê Hesûd ji vê çalima wî û ji heyîrmayîna Banûbeqa xanima xwe diheside. Bi weqeweqan vê helwesta xwe tîne zimên û dibêje:
„Ha ha, tu dibê qey hemû çiyayên vê herêmê vî zupeyî afirandine. Hela binêrin, çawa jî xwe qure dike!“

Banûbeq gotinên wî di devê wî de dibire û dibêjê:
„Çima xwe qure neke? Lê binêre, sewaleke şiqas delal û çeleng e! Di nav ewqas sewalan de ji dûr ve mirov dikane cihêtiya wî bibîne.“

Gotina Banûbeqê hêrs û hesûdiya Beqê Hesûd zedetir dike. Piştî ku gotinên Banûbeqê ji aliyê beqên din ve jî tên pejirandin, Beqê Hesûd ji hesûdiyan sorûmortir dibe, hiş û aqil ji serî diçe, bi hêrs û kerb dibêje:
„Ew jî tîştek e. Ez jî dikanim bi qasî wî gir bibim.“

Banûbeq awirke bitinaz davêje mêrê xwe û dibêje:
„Tu çawa dikanî bi qasî wî gir bibî. Bejna te bi qasî nîv guhê wî jî nîne, tu çawa dikanî wisa gir bibî? Jixwe ew rik û hesûdiya te nîne, em ji mirovatiyê derxistin kirin wî halî!“

Beqê Hesûd diçeniqe ser kevirekî bilintir û heya jê tê hewayê dikişîne hûndirê xwe. Çermê dora guho û çavên wî diperçifîn. Hin beqên din jî, bi çepikan piştgiriyê didin Beqê Hesûd û wî diengizînin. Banûbeq têdigihê ku mêrê wê yê bêhiş di nav xetereyê de ye, bi lawa û bi bergerînê dixwaze wî ji vê riya xeter vebigerîne.

Û jê re dibêje:
„Mêrik wisa neke! Ew ga ye. Ji zayenda me nîne. Jixwe ew sewalekî gir e. Ew ji me girtir in. Em nikarin bi qasî wan gir bibin û tu jî ti carê nikanî bi qasî wî gir bibî. Meke, were dev ji vî sewdayê xwe berde!”

Lê înada Hesûdo înad e. Ne guh dide Banûbeqê, ne jî ji înada xwe vedigere. Beqên din jî ji helwesta xwe ya pêşî poşman dibin û dikevin dewrê. Ti gotinek û hewlek nikane Beqê Hesûd qanî bike û wî ji vê sewdayê bizivirîne. Ew dibêje:
“Divê ez biqasî wî gayî gir bibim! Ez ê niha vê yekê li pêş çavên we îspat bikim!”

Beqê Hesûd hewayê digre û ber dide, digire û ber dide. Diperçife û diperçife. Di nav qîrin û waqina dengê hemû beqan de; teqîn pê dikeve û ji hev diteqe!

Fevzi Ozmen

Köln, 08.06.2010

Jêderk: dengemamoste.com
 
أعلى