McCain: Divê Amerîka Çekan Bide Serhildayên Sûrîyê

G.M.K Team

G.M.K Team
859.jpg


Senator John McCain

Senatorê navdarê Amerîkî John McCain dîsan daxwaza dana çekdan kir bo opozisyona Sûrîyê, di bizavekê de jibo hilweşandina desthilata Serokê Sûrî Beşar El Esed.
McCain got bersiva Amerîkayê bo herikîna xwînê li Sûrîyê bi kêmasî û şermezarî ye.
Di hevpeyvînekê de ligel bernama Face the Nation li televizyona CBS, McCain got ku serhildayên Sûrîyê li benda rêberatîya Amerîkayê ne û pêdivîye em çekan bidin Artêşa Azad ya Sûrîyê û alîkarîya wan bikin.
Senatorê Partîya Komarî, ku nûneratîya wîlayeta Arizona dike li Kongresa Amerîkî, herwiha rexneyên tund li Rûsya û Çînê girt jiber helwêsta wan li hember alozîyên Sûrîyê.
Li heftîya bihurî McCain çû Tirkîyê û bi mişextên Sûrî re civîya.
 
أعلى