Milyonek kes li nav Sûriya aware bûne

G.M.K Team

G.M.K Team
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed berî nêzîkî 13 mehan, milyonek kes li nav Sûriya aware bûne.

Li gorî nûçeya malpera al-Jazeera ya erebî, duhî li Geneva, Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon digel nûnerê hevpar ê NY û Komkara Erebî bo Sûriya Kofi Annan civiya.

Ban Ki-moon di civînê de dilgiraniya xwe nîşan da ku milyonek kes li nav Sûriya aware bûne û hejmara penaberên Sûriya li welatên derdorê zêde bûye.

Ki-moon aşkere kir ku berpirsa prosesên mirovatiyê ya NY Valerie Amos dê heftiya bê civînekê li Geneva saz bike ji bo alîkarîkirina Sûriya.

Ki-moon ronî kir ku Amos dê daxwaz bike roja înê ya bê kongreke mirovatî derbarê Sûriya bê sazkirin.

Ji aliyekî din ve, desthilardarên Urdunê û ajansên hawarçûnê aşkere kirin ku ji destpêka ragihandina agirbestê ve, nêzîkî 3 hezar welatiyên Sûriya reviyane Urdunê.

Çavdêrên navdewletî îşev digihine Sûriya

Peyvdarê nûnerê hevpar ê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Erebî bo Sûriya Kofi Annan ragihand ku çavdêrên navdewletî yên NY dê îşev bigihine Sûriya û sibê dest bi karên xwe bikin.

Ehmed Fewzî ji ajansa Reutersê re daxuyand ku îşev dê 6 çavdêr bigihine Sûriya û sibê bi kumên xwe yên şîn dê li nav wî welatî belav bibin.

Fewzî ronî kir ku li gorî biryara duhî ya Civata Navdewletî ya Ewlekariyê, di çend rojên bê de dê 24 çavdêrên din jî tevlî wan 6 çavdêran bibin.

Duhî, Civata Ewlekariyê di civîna xwe de, biryara şandina çavdêrên navdewletî yên leşkerî yên ne çekdar bo Sûriyê da bi mebesta çavdêrîkirina agirbesta ku roja pêncşema borî hikûmeta Sûriya ragihandiye.
 
أعلى