Nunerê Taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Nêçrîvan Barzanî kir

G.M.K Team

G.M.K Team
862.jpg




Nunerê Taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê Martin Kubler bi helketa destbikar bûna birêz Nêçrîvan Barzanî weke Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî nav hatî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi helketina wergirtina postê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê we yê birêz ve hez dikim pîrozbayiyên xwe gerim yên xwe pêşkêşî we bikim.

Serokatiya cenabê we dibe sedema serkeftina kabîneya nû li hember ev bûyer û rûdawên sereke weke yek xistina îdareyan û dezgehên ewlekarî û çaksaziya îdarî, zal kirina serweriya qanûnê, mafên mirovan û dabîn kirina jiyaneke baş bo xelkê Kurdistanê.

Her bi vê minasebeta han dixwazim bijêm ku, NY amadeya hevkariya we û Hikûmeta Kurdistanê bike daku, di kar û erkên xwe de serkeftî bin.

Daxwaz ji we dikim rêz û silavên min yên gerim

qebûl bikin.

krg​
 
أعلى