BDPê nûçeyên derbarê hevdîtina bi Barzanî re tekzîb kir

G.M.K Team

G.M.K Team
Navenda Giştî ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li ser nûçeyên hejmarên îro yên rojnameyên Millîyet, Haberturk û Hurriyetê ku, dihat gotin, Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş hêrs bûye daxûyanîyeke tekzîpkirina van nûçeyan ragihand.
http://nucexane.files.wordpress.com/2011/07/bdp-logo.jpg
Di daxûyanîya Navenda Giştî ya BDPê de te gotin, ew nivîsên mîna; ‘Li Demirtaş hêrs bûye’, ‘Xemgîn bûm bi daxûyanîya te’, ‘Tu daxûyanîyên nexweş didî’, ‘Bawerîyê bi kiryarên AKPê bînin’ bi tevahî derew û bê bingeh in û di hevdîtina doh ku li Enqerê pêk hat de Birêz Mesûd Barzanî tu gotinên wiha nekirine.
Di daxûyanîyê de her wiha tê dîyarkirin ku, di hevdîtina Birêz Mesûd Barzanî ya bi Hevserokên BDP re pêk hat de, tu devjenîyên mîna ku tê îdiakirin derbas nebûne, tenê babetên herêmî û pirsa Kurd hatiye gotûbêjkirin.
 
أعلى