Heke PKK çek deyne wê operasyon bi tevahî rawestin

G.M.K Team

G.M.K Team
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan cara ewil behsa helwesta dewletê ya piştî çek danîna Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir û got, ‘Heke ew çekan deynin, nêrîna me ew e ku operasyon bi tevahî bên rawestandin’.
http://nucexane.files.wordpress.com/2012/04/erdogan1.jpg
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û naveroka wê jî axivî û got, me di hevdîtina doh de qet behsa wê yekê ne kiriye, lê her tim em li ser wan babetan gotûbêjan dikin. Erdogan got ku, heke PKK dev ji çekan berde nêrîna me jî di wê îstiqametê de ye ku operasyon bi tevahî werin rawestandin.
Hêjayî gotinê ye ku, serokwezîrê Tirkiyê ev cara ewil e li ser vê babetê bi awayekî eşkere helwesta dewletê ya li ser çekdanîna PKKê ji raya giştî re eşkere dike.
 
أعلى