Barkir
Ma tê çawa ji vir barke
beyaniyê min diyarke
muradê me bi hev ne bû
tê nerînê jî wendake
* * *
tê dûr keve biyek carî
destê xwe ji kêr libake
... xerîbî zor e şahya min
tê vî weşî ji kêr xûyake
* * *
Ax û ofên bi kêr nayên
û poşmanî fêde nake
wan awirên ji çavê şîn
bê min yar ji kêr tê rake
* * *
Jiyana min bê buhar ma
kes buhara min şîn nake
kes cîh nagre dilê min de
bûye sawîr xûya nake
Mahîn Şêxanî