Xecê ez im, Siyabend tu yî

G.M.K Team

G.M.K Team
Xanimê wê rojê ji wan rojên dî zedêtir xwe xemilandîbû, fîstanê xwe yê margêziyê helesor li xwe kiribû di ser de jî şelemeya ecem li nêvtenga xwe ya xezalî şidandibû, çavê xwe kil dabû, biskên diber şelepa ermîş a ko babê wê ji wê re ji sûka Helebê anîbû berdabû; ristika diya wê bi destê xwe çêkirî heta ser sîngê wê dihat xwarê.

Li gorî Sosin xanima diya Xanimê, hemî tiştên delal li bejinûbala Xanima wê dihatin. Li gundê Sêyarê hîn roj derneketibû. Ji wê û diya wê pêvetir ti kes ji xew ranebûbûn. Ew her yêk jî bi karê xwe ve mijûl bûn.

Xanim bi xemla xwe û parzûna xwe ya çûyinê ve mijûl bû, Sosin xanim jî ji kozika berxikan ve derdiket. Dizanî ko ew û hevalbendên xwe dê biçine keda çolê, wê salê kewzan û beybûkan gelek girtîbû. Ew ne cara pêşiyê bû ko ew û hevalbendên xwe diçûn beybûk û kewzanan. Lê ew cara yekê bû ko wê ji keda çolê re ewqas xwe dixemiland. Dema diya wê ji kozikê ve derket û lê nêrî ji delalbûna wê pêvetir ti tişt nehat bîra wê.

Ji xwe re got:

“Xanima min çiqas delal e, ez li vî gundî çi qesê bigeriyam jî, min yekê din wekî kurxalê wê Xelef jê re nedidît. Yê ko di vî gundî de hempayê Xanima min, hema Xelef bi xwe ye. Ew jî wekî Xanima min nestêle ye; kurikek gelek dilşoz û law e. Ne her ji wî sergindorê Zinarê kurê Simko çêtir e, ma dê keça min bi bilûrfirotinê xwedî bikiriya.”

Hayê wê jî qet ji wê çendê çênebûbû ko ji xwe keça wê jî bûye evîndarê dengê bilûra Zinarî. Tenê Sosin xanim wesa pê hesiyabû ko wextê Xanimê, Zinarê kurê Simko didît; ew sor dibû û dest û pê wê lê dihatin girêdan û di cihê xwe de dima. Wextê diya wê, ew di wî halî de didît, diket naw sext û mitaleyan, ji xwe re digot nabe ko keça min ya ko ewqes jêhatî û berketî ji vî lawikê belengaz hez bike. Ew qas pê aciz dibû ko nedixwest li ser bifikiri jî. Wextê ko ew tirs di dilê Sosin xanimê de çêbûbû ew yekcar çûbû ba birê xwe û xwestibû ko di nêvbeyna Xanimê û Xelef de gîrêdanekê çêkin. Hema lez û bez ev girêdan wê û birayê xwe Şerefxan pêk anibûn. Qutîkek şekir bilav kiribûn û gulîsk xistibûn destê Xelef û Xanimê.


Xanimê hema zû bi zû hinek nîvişk li ser nanê sêlê re da û bertaştê ya xwe xwar. Ew û hevalên xwe dê di zeviya kêleka mala wan de, li hev kom bûbûna. Hêj tav derneketî, diviya ji gund derketibûyan; ji ber ko nedixwestin di germaya rojê de li rê biçûna. Xanim û hevalbendên xwe di wextî de li kêleka malê kom bûn, piştî keyfxweşî li hevdu dan, bi ken û laqirdiyan bi rê ketin. Rêwîtiya wan gelek xweş derbas dibû, heta roj li gund derket ew qederekê ji gund dûr derketî bûn, qet bêhna xwe venekirî bûn ji ber vê jî zû giha bûn cihê ko qewil kiribûn. Piştî gihan cihê xwe, parzûn û çelteyên xwe danîn bêhna xwe baş vekirin û çavên xwe li derdorê gerandin, ben û beybûkên ji kewzan û beybûkan xwîl bûyîn baş dîtin. Her yêkê ji xwe re çavê xwe berda yêkê û ber bi darê kewzan û beybûkan ve çûn.

Hayê kesê ji agir û pêta di dilê Xanimê de nebû, wê jî bi ti awayî diyar nedikir ko, ka çi xewn û xiyalên wê li ber avê ketine û ka dayîka wê ya ewqas jê hez dikir, çi tûfan li serê wê aniye. Wê gelek baş dizanî ko çiqas li ber dilê dayîka xwe ezîz e. Lê rêza di ber nava wê û diya wê de ti caran destûr nedida ko dilê xwe ji diya xwe re veke. Lê ew rêza di navbera wê û diya wê de, di navbera diya wê û herdu xwişkên wê yên din û her sê birayên wê de nebû. Hezkirinek û rêzgirtinek gelek kûr di navbeyna wê û diya wê de hebû.



Xanimê, bi tehta pêjber re beybûkek ji dilê xwe re bi beybûkan bi erdê de xûl bûyî dît. Gelek li cihekê asê re bû lê beybûkê gelek bala wê kişand, bi tinê li wê tehtê re çiqas delal û balkêş bû. Bi xemla xwe heybetek dida wî qaçê rût û beyarî. Bayê dola ko di ber re diçû û dihat li baskên wê yên nazik û xûlbûyî dida û her wekî enstrumaneke di destê hostayekê de û ji rîtmên kûrahiyê ber bi bilindahiyê ve biçe wesa dihat û diçû.


Dilê Xanimê jî wekî hejana baskên beybûkê lê dida, lê ne xemgîn, bicoş, bilezûbez wekî hinek li bendê bin diçû. Raserî dola ko di ber tehtê re diçû vesekinî, ji paş ve dengeke wekî dengê bilûra Zinarî bihîst, lê qet li paş xwe nenêrî û bilez berdewam kir. Li paş wê, evîndarê wê, li pêş, li benda wê Xanima ko bi rêzgirtina xwe serbilind, xwedî hêz, evîndara dilê xortan, ezîza li ber dilê dayîkan, hevaleka bêhempa bandikirê û hembêza xwe jê re vedikir. Dixwest ko carekê li paş xwe binêre ka dengê tê guhê wê rast yê bilûra delalê dilê wê ye an jî xeyal e. Lê ditirsa ko rast be û wê ji riya wê vegerîne, ji ber wê hinek dî pê xwe sivik kir û çû.


Serbilindî, xem, xeyal, evîn, hêz, rêzgirtin, hertişt jî bi xwe re bir û çû...


Xeberek ne ya xêrê ji diya wê re çû ko Xanim ji beybûkê ketiye. Li dûv wê tenê lorîna satrana “Xecê û Siyabend” ma....​
 
أعلى