Mêr mêra nasdıke

G.M.K Team

G.M.K Team
Di cimaetekê de yekî pesnê xwe dida, digot:
- Di sûka Sêrt'ê de sê mêr hene:
Yek pismamê min’î Misto ye,
yek xalê min’î Ehmo ye û yê sisiyan jî ez navê wî nabêjim,
hûn tê derxin.
Cimaetê çuqas israr kir jî, got welle ez nabêjim.
Pismamê wî Misto jî di nav cimaetê de bû,û got:
- Ez zanim , ew jî tu’yî.
Xwediyê fortan (zirtan) got:

-Law bi rastî jî mêr mêran nas dike.​
 
أعلى