Dayîka Wêrek û Zarokên Wê

G.M.K Team

G.M.K Team
DAYIKA WÊREK Û ZAROKÊN WÊ


Notên dramatûrjiya episoda yekem.



Bertolt Brecht


Ev tekst ji terefî John Willet hatiye wergerandin bo İngilîzyê û bi sernavê “Mother Courage and Her Children” di “Bertolt Brecht: Plays, Poetry and Prose. The Collected Plays -1942-1946-” de (Vol. 5, Methuen-Londra, 1985) hatiye çapkirin.


Çîrok
XÊZİKA DRAMATÛRJİYÊ


1
Ev sehne dikirpîne ku em hêj di destpêka bûyeran de ne. Hewldanên ku em lê aşîna ne wek karê kantînê yê Dayika Wêrek û şerê nuh (Dest pê dike û berdewam dikin; bi berdewamkirinê dest pê dikin). Pêdivî: enerjî, hewldan, hêviyên qirneya nuh, ticareta ku bi talûkeyên nuh tê. Dayika Wêrek hesreta şer dike lê ji alîkî jî jê ditirse. Dixwaze beşdarî wê bibe, lê weke jinek karker a aşitîperwer naxwaze wiya bi awayekî cengawerî bike. Dixwaze îdara malbata xwe di dema şer de û bi xêra şer bike. Dixwaze xiz**************** ordiyê bike lê di heman katî de jî dixwaze ji kontrola wê dûr bimîne.


Zarokên wê: Ji egitiya lawê xwe yê herî mezin çavê wê ditirse, lê bi baqiliya wî bawer e. Ji bêhişiya lawê xwe yê biçûk çavê wê ditirse, lê bi durustiya wî bawer e. Ji merhametiya qîza xwe çavê wê ditirse, lê bi lalbûna wê bawer e. Lê wê derkeve holê ku di tirsên xwe de ne neheq e.


Hêvî dike ku wê ji ticaretê fêde bike, lê ber bi îflasê diçe.


Lîstik bi antreya mirovên şer (yanê bi bendemaniya wan) dest pê dike. Bêrêkûpêkiya mezin a şer bi rêkûpêkî dest pê dike, tevlîheviya mezin jî bi organîzasyonê.


Dîmeneke aram a gundewarî û mirovên çekdar. Dayika Wêrek çar tê, sê dere.


2
Şer weke îdîlek ticaretê. Dayika Wêrek, gundiya bi firotina werdekeka stewr dixapîne, lawê mezin gayê gundiyan didize. Law xwedî nav û mal dibe; Dayika Wêrek fêde dike. Ordiyê jî bi awayekê talan dike. Ji bo lawê wê talûke li her derê zêdetir dibe.


3
Hêsîrbûna wê, ji bo karê wê ileh jî ne dezawantajek e. Xuya bû ku ji bo beşdariya lawê wê yê biçûk li ordiyê weke bawermend, tiştekî bigota tune bû. Li gorî fikra wê tiştê ku tenê lazim e ji bo rewşa lawê wê durustiya wî ye. Sebeba mirina lawê wê jî ev e. Ger lawê wê bi ordiyê neketa têkîliyê nedihat kuştin. Bazara rikînî ya Dayika Wêrek ji bo erebeya xwe, dibe sedema mirina lawê wê. Nahêle qîza wê bibe fahîşe –di dema şer tekane kar ji bo qîza wê fahîşetî ye û ev kar bi Yvetteyê serwetek mezin daye qezenc kirin. Her çibe jî, Dayika Wêrek ne Antigone ye.


4
Dayika Wêrek, bo xatirê karê xwe, reaksiyonên xwe yên insanî (destdirêjî, serîhildan û nirxêyên bi her awayî) divemirîne. Hêvî dike ku wê teslîmiyet ji bo wê fêde bike.


5
Dîsa jî, carinan reaksiyonên insanî ji regezên kar girîngtir dibin. Serfiraziya General dibe sebeba wendakirina malî.


6
Karê ku rihela qîza wê (di dema aşîtiyê wê bikaribe) daye ser hev, dema şer wê kirêt dike. Dayika Wêrek bi dirêjiya şer bawer e, her çiqas şer pere tîne jî tê mana ku qîza wê jî li malê maye. A dawiyê, cara ewil naletê li wî şerî dike ku bi nêrînek ticarî ihtiyaca wê pê hebû.


7
Dema aşîtiyê, her çiqas felaketê bi xwe re bîne jî, dîsa xweş e. Piştî aşîtiyê, ji dêvla lawê xwe bistîne, lê bi sewdaya mal wî bi yek carî wenda dike. Li aliyê din, ji bo qîza wê aştî gelek dereng tê. Lawê wê, di dema şer, ji ber ku serî li quralên şer xistiye dimire. Fahîşeya kevn ya ordîgehê Yvette Pottier, di netîca şer dibe xwediyê mal û mulk, û bi serhengekî re dizewice. Şer ji nuh de dest pê dike. Gelo, kar jî wê ji nuh de vebe?


8
Kar baş nabî. Şer ji hedê xwe zêdetir dirêj bûye. Li her derê tevlihevî û bêrêkûpêkî hukum dike. Dayika Wêrek, di stranek xwe de (di qilixê parsekan de) lanet li fezîletên insanî dike ne tenê ji ber ku ew ne-ticarî ne, lê ji ber ku birastî jî bi talûke ne. Ji bo qîza xwe, mecbûr dimîne terka aşpêj bike ku wê malek lê sitar biba bidayê. Merha**************** ji bo qîza xwe, wê dike mehkûmê şer.


9
Qîza wê, ji ber merha**************** xwe ya ji bo zarokên mirovên din, ji jiyana xwe dibe. Dayika Wêrek bi revê û bi tenê erebeya xwe dikêşe û li paş ordiya belavbûyî rê dikeve. [Ji Werner Hecht (edîtor): Materialen zu Brechts “Mutter Courage”, Frankfurt, Suhrkamp, 1967, r.7-9]



Modela Dayika Wêrek


Niha, piştî şerê mezin, jiyan li bajarên me yên xirabe berdewam dike, lê ev jiyanek cuda ye; jiyana civakên ku ji terefî şertên derdora nuh ve –nuh, jiberku her tişt rûxiyaye- tên berbestkirin an bi sînorkirin, cuda an jî bi şêweyek cuda hatine ser hev. Komên mezin ên xurdikan ketibûn ser binesaziya bajêr ya giranbiha, ser qenalên av û qanalîzasyonê, boriyên gazê û qabloyên ceyranê. Hetta, avahiya mezin ku saxlem mabû jî ji xirabeyên derdora xwe tesîr dibû, ji bo plankirinê asteng teşkîl dikir. Avahiyên demborî lazim bû ku bihatana avakirin, hertim jî talûka payîdarbûna van avahiyan hebû. Ev gişt di hunerê de tê deng vedan, çimkî şêweya fikirandina me perçakî şêweya jiyana me ye. Di teatroyê de, ji bo tijekirina valahiyê em modelan bi kar tînin. Ew, derhal li muxalefeta xurt a piştgirên terzên kevn rast tên, li rûtîna ku xwe li paş maskeyên tecrûbê vedişêrin rast tên; û li lihevkirina bi derewa ku xwe weke azadiya afirîner bi nav dike rast tên. Û ji terefê mirovên ku berî bielimin çawa tên bikaranîn, dikevin nav talûkeyê. Model her çiqas ji bo ku karan rihet bikin hatine sazkirin jî bikaranîna wan tiştan ne rihet e. Modelan, ne ji bo ku fikran bêkêr bike, lê ji bo fîtkirinê; ne ji bo afirînera hunerî ji ciyê wê bike, lê ji bo ku zorê bidê hatine sêwirandin.


Tiştê ku berî her tiştî divê bala mirov bikşîne; agahiyên –li vira maceraya Dayika Wêrek û qeybên lê dûçar maye- ku tekstên nivîskî derheqê bûyerên diyar de dest xistine heta dereceyekî hatine temamkirin; çaxa ku meytê lawê Dayika Wêrek tê, rûniştina li cem qîza wê ya lal û rewşên bi vî şiklî êdî hatine sazkirin –weke agahiyek ku çaxa hunermendek ji bo bûyerek dîrokî resm bike, bi ew mirovên ku wê bûyerê dîtine bide ber pirsê, digihêjê ye. Hunermend detayên belû bi vê an jî wê sebeba maqûl dikare biguherîne. Hetta ku kopyakirina(û avakirina) modela bi rêyek zindî û jîr bielime, gelekî serî li kopya nexe baştir be. Mîna maqyaja aşpêj, kostumê Dayika Wêrek dibê neyê kopyakirin. Gerek model ji hedê xwe zêdetir neyên bikaranîn.


Resm an tasvîrên pêşangekê têrê nakê. Heke hewayê hevokê, şêweya herikînê û ajoya li pişt aksiyonê bê dayîn jî –ku ev gelekî zehmet e- bi têderxistina berê karakterekî, mirov nikare zêde tiştan bielime. Kesên ji bo teqlîtê kêrhatî û modelên(pattern) kesan ne eynî ne, bi van kesan model nabe ku bigihêje jiyanê. Kesê ku layiqî navê hunermend e, yekta ye; ew tiştekî gerdûnî pêşkêş dike lê vaya li gorî terza xwe ya xweser dike. Ew, ne bi awayakî mukemmel dikare teqlît bibe, ne jî teqlîtek mukemel pêşkêş bike. Ji bo hunermendan teqlîta hunerê jî, biqasî teqlîta jiyanê ne girîng e. Karanîna modelan celebek taybet a hunerê ye û tiştên ku tu jê bielimî sînorekî wê heye. Dibê armanc, ne kopyakirina modelê, ne jî ji wê pir zû dûrketin e.


Çaxa li ser tiştên li jêr hatine nivîsîn -gelek daxuyanî û dîtinên ku di dema provaya lîstikekê de hatine bi destxistin- bê xebitîn, berî her tiştî, ji bo ku li ser pirsgirêkan bi xwe bê sekinandin, divê ku rêberiya çareseriya pirsgirêkên diyar bê bikaranîn.



Muzîk


Muzîka Paul Dessau ya ku ji bo Dayika Wêrek çêkirbû bi taybetî divê nehata awayekî ku bi rehetî bihata guhdarîkirin; mîna dekora sehneyê wê jî ji bo temaşevan tiştek dihêla ku temam bike; di dema guhdarîkirinê de temaşevan, mecbûr bû ku dengan bi awazê bike yek. Huner ne erdê Cockaigne ye. Kengî straneke ku bi awayekî rasterast ji aksiyonê nehê, an jî ji aksiyonê were jî bi eşkerayî ji wê cihê dimîne hebe, ji bo derbaseya beşên muzîkî û ji bo feraseta ku muzîk peyvên xwe bibêje me ji sofîtayê ber bi jêr ve amblemek muzîkî hejand. Ev, trompetekê, daholekê, alayekê û kadên ceylanê yên dibriqîni dihewand: çaxê digihişt sehneya 9 an bi halekî gelekî xirab derdiket holê jî tiştekî ku seyra wê kêyf dide û, xefîf û nazik e. Hin mirov vêya weke qirfoka hûr û tiştekî dûrî rastiyê nirxandin. Lê, wextê qirfokî di nav sînoran de bê girtin divê di teatroyê de li qiraxekê neye avêtin, li aliyê din muzîkê, ji ber ku alîkarî ji rastiya aksiyonê cihê digre tiştê em dikin ne bi yek carî jî ne nerastî ye. Me, wê, ji bo nîşanek xuya ku çûna astek din –asta muzîkê- a hunerî û ji bo nêrîna rast, yanî vana bi armanca ku ketinên-navbera muzîkî bide hîskirin karanî, ne ji bo fikirandina mirova ji awayekî gelekî xelet ku muzîk “ji aksiyonê tê” karanîn. Yên îtirazî vê dikin, bi her tiştê ku carekê tê xuyanê carekê wenda dibin, ên ne organîk û ên​
 
أعلى