Melayê Cizîrî

G.M.K Team

G.M.K Team
Were wek roj bi ser derê kelhê

'Alemê têkda munewwer ke

Wek gula zer bû serwa te mirim
Me bi qurbana xwe wek gula zer ke

Wek gulek zer di buxçeya te me ez
Tu me têkil xwe wek gula zer ke

Zahidê hişkiteb' û sewda ye
Bi du caman tebî'etê ter ke

Veke carek bi xende şekkeriteng
Têk misra me qend û şekker ke

Pê li ser dîdeyên Melê dayîn
Xelweya sofiyan munewwer ke

Xett û xalan nîşanî Nîşanî de
Me ji navê xwe ra bi defter ke

жMelayê Cizîrî​
 
أعلى