Ay lê Gulê

Ay lê Gulê gula minê
Şêrîna li ber dilê minê
Ez Gulê nadim malê dinê
Ez ser Gulê têm kuştinê

Rengê te yê pir delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te nebînim bi vî halî
Armanc û kedera minê

Gulê kesk û sor û zer e

Nîşana alê li ser e
Êdî reng sipî û gewher e
Şêrîn û peymana minê

Zordar dibê ez gul nadim
Ezê zend û benda badim
Ezê lê gilh û seradim
Azad bibî bi şorşa minê

Bi xudê ez pismamê te me
Bi sûnd pesîndarê te me
Ser ceng û hewarê te me
Qelenê te ji xwîna minê

kurdistan
 

G.M.K Team

G.M.K Team
ery aya
helbsteke zor zor ciwane ji strane rehmeti mehemed sex

spas aya heji u delal deste te saxbin
 
أعلى