Li Kobanê berxwedan e

G.M.K Team

G.M.K Team

Diyarî ji bo berxwedana wan tekoşer u şervanên kobanê re..
Dilawerê Zengî
Li kobanê birîndar im
Dikim gazî bi hawar im
Li kurdên mêr xwedî rûmet
Hilînin tor li binbar im
Ji kobanê ji vî şarî
Penaber bûm ji bêçarî
Nema min kes ne ap û met
Ne dê û bav ne dost yarî
Ji ber Daiş divê yek bin
Xwedî rûmet bi hêz çek bin
Li hember wan neyarên çet
Wekî arê bi dan şek bin
Welatê min cihê mêran
Cihê gernas û tev şêran
Nema bêpişt nema binxet
Bi hêza van ciwanmêran.

652.jpg
 
أعلى