Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê da hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Mîladî, em dikarin hema hema qutûbirr bêjin ku ew di sala 1651-ê Mîladî de hatye dinê. Divê mirov bifikire ku di salekê de 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651-ê, tenê yek hefteyek ketiye sala 1650-yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650-yî de hatibe ji 52-yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651-ê da hatiye dinê, ji 52-yan 51 e. Nexu em'ê vê îhtîmala mezin qebûlbikin û bêjin ku Xaniyê nemir di sala 1651-ê de hatiye dinê6.
Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ahmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de)hatiye dinyayê.
Mesela çil û çar saliya Ahmedê Xanî jî meseleyeka munaqeþê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Hicrî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Hîcrî, ew dibêje ku Ahmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev tarîx jî dike 1693-yê Mîladî7. Her wekî tê zanîn salên Hîcrî yên ku li gora hesabê heyvê hesab dibin 10 rojan ji salên Mîladî kêm in. Gava li gora destnîþankirina Ahmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin teqrîben 42 sal û 9 mehên Mîladî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ahmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (teqrîben 43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li tarîxa Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ahmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêþniyara wî jî Kur-dan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ahmedê Xanî(ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê). M. Emîn Bozarslan sedemê vê yekê gava li ser tarîxa temambûna Mem û Zînê di pêþgotina Hemze Begê Muksî de radiweste, bi vî awayî þîrovedike:
''Hemzeyê Muksî ev tarîx li gora teqwîma Hîcrî hesab kiriye. Wek ku tê zanîn, Xanî di duwayiya 'Mem û Zînê' de nivîsiye ku ew di sala 1061-ê da hatiye dinê, ku ew sal li gora tarîxa Mîladî dibe 1651; her weha, nivîsiye ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê da bûye 44. Tê Zanîn ku Hemzeyê Muksî sala 1061'ê wek bingehek girtiye û li gora teqwîma Hicrî ya ku bi tevgerên Hîvê tê hesabkirin, 44 sal anîne ser wê salê, hingê jî dûwayika wî hesabî bûye 1105; ev sal jî li gora teqwîma Mîladî dibe 1694. Lê belê awayê vê hesabkirinê þaþ e. Lewra Xanî negotiye ku wî di sala 1105-ê Hîcrî da nivîsîna pirtûkê temam kiriye. Wî tenê daye zanîn ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê de gîhaye 44-an. Wek ku her kes dizane, li Kurdistanê umrê mirovan li gora tarîxa Hîcrî nayê hesabkirin. Lewra sala Hîcrî li gora tevgerên Hîvê ye û di salvegerekê da 10 roj kêmê sala Rojê ya adetî ye. Ji ber wê kêmayiyê jî mehên Hîcrî salê 10 roj diçin pêþ û ciyên wan her sal diguherin; bi wî awayî jî, salên Hîcrî di 36 salan de salek zêde dibin. Eger umrê mirovekî li gora salên Hîcrî û tevgerên hîvê bê hesabkirin, ew di 36 salên adetî yên rojê de dibe 37 salî. Ji ber ku her kes bi wê kêmayiyê dizane, umrê mirovan li gora mehên Hîcrî yên Hîvê nayên hesabkirin, lê li gora mehên Rojê tê hesabkirin; mesela ji Adarê heta Adarê yan ji Gulanê heta Gulanê û wd. Li gora vê rastiya Kurdistanê, divê mirov tarîxa temamkirina 'Mem û Zîn'ê weha hesab bike: Xanî di sala 1061-ê Hîcrî de hatiye dinê ku li gora teqwîma Mîladî dibe 1651. Mirovek ku di wê salê de bê dinê, gelo kengê dibe 44 salî? Bêguman di sala 1695-an da. Lewra umrê mirovan li gora meh û salên Rojê tê hesabkirin. Bi vî awayî û ji ber van semedan, em dibêjin ku li gora tarîxa Mîladî, Xanî nivîsîna 'Mem û Zîn'ê di sala 1695-an da temam kiriye''8.