Jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî / Tevgera Mistefa Barzanî

G.M.K Team

G.M.K Team
Pêşgotin:

Di dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di bizava siyasiya başûrê Kurdistanê de piştî têkoûna serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêşiya xebata Kurdên başûrê welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex şervanên wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna nirxekî netewî û dîrokî ji bo hemû Kurdên azadîxwaz bûye mîrasek millî û nemir. Li jêr bi awayekî kurt jiyana vî serokê Kurd hatiye nivîsandin.
1064.jpg


Piştî Silêmaniyê, gundê Barzan dibe navenda xebata siyasî li başûrê Kurdistanê:
Piştî şikesta şorşa Şêx Mehmudê nemir barê xebat û karê Kurdayetiyê li başûrê Kurdistanê bi yekcarî dikeve herêma Behdînan ku navenda rêberatiya vê xebat û hereketê gundê biçûkê Barzan e.

Qeza Mêrgesor ku nahiyên Mêrgesor, Barzan û Şêrwan digire ber xwe, girêdayî wilayeta Hewlêrê ye.

Devera Barzan beriya ku piştî çend serhildanên Kurdan bi yekcarî ji aliyê rêjîmên dagîrker ve wêran bibe, 400 gundên avedan têda hebûne û hejmara rûniştvanên herêmê zêdetir ji 40 hezar kesan bûye. Herêma Barzan û navenda wê gundê Barzan di çaxê Şêx Ebdulselamê yekem da ku di sala 1872ê zayînî de wefat kir, ji ber ku têkeya terîqeta Neqşbendî ya girêdayî Şêxên terîqeta Neqşbenî li Nehriyê têde bû, mîna navendeke olî û avedan ku herdem tejî mirîdên vê terîqetê bû, tê hesibandin. Şêx Ebdulselamê yekemîn berevajî şêx û axayên hemdemî xwe, mirovekî dadmend û bi edalet bû. Wek jêderên biyanî didin xuyakirin di çaxê wî de hinek karên baş û xebatên sosyalî ji bo pêşketina jiyan û rewşa civakî hatin kirin ku ger bi pîvanên roja îro bên nirxandin û şirovekirin, di wê serdemê de pir girîng bûn. Ji wan karan: parvekirina zevî û erdê çandinê bi ser gundiyan de, qedexekirina next û qelenê zewaca keçan, qedexekirina milkdariya zêde bi şêweyên feodalî, qedexekirina bi zorê şûdayîna keçan û parastina sirûşta Kurdistanê anku birîna dar û dirextan, şewitandina daristana û qedexekirina kuştina teyr û tiwalan, nêçîra heywanên kovî, bêhinfireyî li hemberî diyanetên derdora coxrafiya jiyana wan û herêma Behdînan( Jiyana hevpar bi Kurdên Êzidî, Kildanî, Yehûdî, Xaçeparêzên Ermenî ku ne misliman bûn û …), jiyana dostanî bi hemû gelên herêmê( Asûrî, Tirkmen, Yehûdî, Ereb û Ermenî ) re û xala herî girîng parastina mafê gelê Kurd û serkêşiya bizava netewiya Kurdan di herêmek coxrafiya girînga Kurdistanê de ku nîşana demokratîkbûna bîr û ramanên birêveberên Barzanî bû, teisîrek mezin li ser bizava siyasî û oliya vê malbatê danî.

Piştî wefata Şêx Ebdulselamê yekem kurê wî Şêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Şêx Mihemed piştî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Şêx Ebdulselam, Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Şêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin.

Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasiya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M.Barzanî kiye, çikiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawaye?

Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîştimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê
Bersiva van pîrsên me bide.

Jiyane nemir Mistafa Balzani, Malbata wan û çend bûyerên din di jiyana wi da:

Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903an(14.03.1903) de li gundê Barzan hat dinê. Beriya ku ew çavên xwe bi jiyana dinyayê veke, bavê wî (Şêx Mihemed) jî di sala 1903an de wefat kiribû.
Li gor çavkaniyên dîrokî herçend nerazîbûn(îtiraz) û bizava Şêx Ebdulselam Barzaniyê duyemîn li dijî Osmaniyan zêde dewam nekir, lê ev serhildan û serhildanên din yên mîna serhildana esîreta Milliyan bi serokatiya Îbrahîm Paşayê Millî û çend serhildanên din li herêmên cur bi curên Kurdistanê, bûn sedemên xweşkirina zemîneya çêbûna şoreşa Îtihadiyan di sala 1908an de.
Çaxê çalakî û lebatên siyasiyên Barzaniyan vedigere bo destpêka sedsala 20an ku bi serokatiya Şêx Ebdulselamê duyemîn di sala 1907an de bi qasî du mehan li herêmê berdewam bû. piştî ku Osmaniyan serîhildan têkşikandin gelek kes zindanî kirin ku Mistefayê 3 salî jî yek ji wan bû ku bi dayika xwe ve di girtîgeha Mûsilê de hatin girtin. Mistefa Barzanî zû tama derdê dûrî û xema bindestiya gelê xwe ji sê saliyê, dema ku hê zarok bû di nava lepên dujiminê dagîrker da kêşand. Salek piştre di çaxê hêrişa îtihadê de gundê Barzan ket ber hêrisa hêzên wan yên di bin serokatiya Silêman Nezîf Paşa da. Ji rûyê neçariyê Şêx Ebdulselam Barzanî pena xwe bo Seyîd Tehayê Nehrî dibe û di gundê Rajan li herêma Mirgewer(wilayeta Urmiyê_ Rojhilatê Kurdistanê) dimîne û bi hevkariya serokê Kurd nemir Simkoyê Şikak bi karbidestên Rusan re dikeve nava peywendiyên siyasî, lê mixabin çaxê ku ew li herêma Tirgewer bû, ji aliyê xwefiroşekî bi navê (Sofî Ebdullah) ve bi şêweyek namerdane hat girtin û ew teslîmî dewleta Osmaniyan kirin. Osmaniyan di 14 Dêsambira sala 1914an de piştî pêkanîna dadgehek formalîte, Şêx Ebdulselamê Barzanî li bajarê Mûsilê xenqandin.

Di etmosfêrek wiha tejî kîna li hemberî dewletên dagîrker û zordariya destgeh û berpirsyarên hukumeta Osmanî de, Mistefa Barzanî jî mîna Ismaîl Axayê Şikak, Şêx Mehmudê Berzencî û gelek serokên din yên Kurd çavên xwe bi jiyaneke tejî eş û elem vedike û di nava malbatek olî de mezin dibe. Ev rewşa jiyanê pêşeroja jiyan û helwesta siyasiya vî lîderê Kurd jî dide destnîşan kirin û ew bîr û ramanên Kurdayetiyê bêtir di hest û mejiyê xwe de dide perwerdekirin. piştî ku Osmaniyan bi bêbextî Şêx Ebdulselam Barzanî şehîd kirin, Şêx Ehmedê birayê wî bû rêber û serkarê herêma Barzan û eşîretên Barzanî. Wê demê temenê Mistefa Barzanî 18 salî bû.

Beriya wê li gor çavkaniyên dîrokî di navbera salên 1917, 18 û 19an de, Şêx Ehmedê Barzanî birayê xwe yê xurt Mistefa Barzaniyê 16 salî bi Şêx Ebdulrehmanê Şirnexî re ji bo lidarxistina kar û barê şoreşek berfireh li bakurê Kurdistanê dişîne bajarê Muşê û ew li wir hevdîtinekê bi Şêx Ebdulqadirê Nehrî û Şêx Seîdê Pîran re pêk tîne. Herwiha Şêx Ehmed bi şêweyek nihînî ji sala 1920an û pêde bi Şêx Mehmudê Berzencî û Simkoyê Şikak re ku sergermî xebata li dijî her du dewletên Îraq û Îranê bûn, dikeve nava têkeliyên polîtîk. Mistefa Barzanî ji çaxê ku xwe famand, zû bi bindestî û tepeseriya gelê Kurd hesiya. Wî dixwest bi hevkariya birayê xwe Şêx Ehmed, xelekên zincîra hereketa Kurdî bi rêk û pêkî bidûmîne.

Herwiha Mistefa Barzanî ji temenê 15 saliya xwe û pêde bo kar û barê parastina hoza Barzan li dijî desthilatdariya dewleta navendiya Îraqê û hozên cîran, roj bi roj weke şervanekî zîrek erk û wezîfeyên zêdetir li ser milên xwe hiss dikirin. Eşîretên Kurd bi giştî û esîretên Barzan bi taybetî di tevaya dirêjahiya dîroka xebata siyasiya xwe de bi wefadariyek mezin û di tengaviyên herî giran de rêberên xwe bi tenê nehiştine û bi dilsojî û fîdakarî ew parastine. Ev rastî di bîranînên wan serleşkerên artêşa dewletên dagirker de ku bi hêzên Barzaniyan re ketine nava şerên giran jî, tê dîtin. Serleşker Teferuşyan, Hesen Erfei û Rezim Ara di pirtûkên xwe de vê rastiyê diselmînin.


Sala 1919Çan M. Barzanî li ser biryara birayê xwe Şêx Ehmedê Barzanî dema ku xurtekî 19 salî bû weke fermandarekî şervan û şareza, bi hêza xwe ve ji bo hevkariya xebatkarên şoreşa Şêx Mehmudê Berzincî xwe gehand herêma Silêmaniyê. Hêza wî bû du qol ku komek ji Dola Piyaw û koma din jî ji navçeya Balek de derbas bûn. Ew herçend di rê de tûşî şerê bi eşîretên hevkarên Inglîzan re rast hatin jî, lê bi fîdakariyek mezin û şehîdbûna çend şervanên Kurd wan xwe gehandin herêma Silêmaniyê. Mixabin berî ku ew bigehin wê derê şoreşa Şêx Mehmudê Berzencî bi hevkariya hêzên Inglîz û hinek esîretên xwefiroş şikeste xwar û Şêx Mehmudê Berzencî jî bi dîlî ji Kurdistanê hat dûr xistin. Mistefa Barzanî bi vê kiryara xwe da îspatkirin ku pêwîste herkes bi şêweyek netewî nêzî pirsgirêka gelê xwe bibe.


Nemir Mistefa Barzanî di navbera salên 1920 û 1921an de bi hinek siwarên mêrxas re, xwe gihand bakurê Kurdistanê ji bo hawar û rizgarkirina Endranîk Paşayê Ermenî û bi vî karê xwe wî sedan kes Ermenî ji kuştina bi destê şovenîstên Tirk rizgar kirin. Wî Entranîk, malbata wî û gelek feqîr û hejarên Ermenî ji riya bajarê Zaxo ber bi welatê Suriyê bi rêkirin. Di vê xebata tejî fîdakarî de 14 kes ji şervanên Mistefa Barzanî jî di şerê bi artêşa Tirkiyê re hatin şehîd kirin. Elbet di çaxê komara Kurdistanê(Mihabad 1946) de jî M. Barzanî sinorên destçêkirî bi fêrmî nasnekirin û xwe gehand paytexta komarê bajarê Mihabadê. Ev nîşanek ji bo selmandinê vê rastiya dîrokî bû ku di navbera Kurdan de hevgirtinek bihêz pêkahtibû. Lê mixabin merc û rewşa siyasiya cîhanê, dîroka Kurdan ber bi rêyek din ya berevajî berjewendiyên Kurdan hajût.

Yekemîn serhildan û şoreşa Barzan di roja 9ê Februara sala 1931an(09. 02. 1931) de bi beşdarbûna 80 şervanên Kurd di bin serokatiya Mistefa Barzanî de di şerekî bi navê (Berqî Begê) li dijî artêşa Îraqê destpêkir. Di vî şerê ku piştre di domandina qedera siyasiya Kurdên başûrê Kurdistanê de rolekî girîng lîst, hêzên artêşa Îraqê bi giranî li hemberî şervanên Kurd şikeste xwarin û xisarek canî û maddî ya zêde bi dewleta Îraqê ket. Li hemberî şehîdbûna 5 pêşmergeyên Kurd û birîndarbûna hejmarek kêm ya şervanên Kurd, artêşa dewleta Îraqê 126 kuştî û bi sedan birîndar li pey xwe hiştibûn.

Ev tê wê wateyê ku di çaxê serhildana sala 1931 û 1932an de êdî tiwan û hêza Mistefa Barzanî wek rêberekî şareza li hemberî hêza dujmin bi temamî hatibû eşkere kirin.​
 
التعديل الأخير:
أعلى