Daxuyaniya Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî)

الموضوع في 'G.M.K - english forum' بواسطة kobani team, بتاريخ ‏5/4/17.

  1. G.M.K Team

    G.M.K Team G.M.K Team

    إنضم إلينا في:
    ‏11/4/08
    المشاركات:
    16,149
    الإعجابات المتلقاة:
    44
    Daxuyaniya Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî)
    ggg.jpg
    Ji bo ragihandin û raya giştî

    Silavekî Germ!

    Wekî ku hemû aliyek jî agahdare, piştî civîna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel her dû Mektebên Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yêkîtiya Niştimaniya Kurdistanê, biryara encamdana rapirsî û referanduma serxwebûna Kurdistanê hate dayîn.

    Helbet ev biryar hemû Kurdên cîhanê dilgerm û dilşa kir. Em jî wekî hemû endamên Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî) û hemû Kurdên Kazakîstanê bi vê biryarê dilxweş bûn. Her çende em vê biryarê bi derengmayî jî dibînin, lê belê dîsa jî, ji aliyê xwe ve û bi hemû şiyanên xwe ve em piştgiriya vê biryarê dikîn û hêvîdarîn piştî vê biryarê jî Kurdistan bibe dewleteke serbixwe û cihê xwe li nav civaka neteweyên cîhanê de bi awayeke serbilindî bigre.

    Ji ber wê hindê jî em wekî Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakistan (Hêvî) piştgiriya vê hewla referendum û serxwebûna Kurdistanê dikîn û amadehiya xwe ji bo her alîkariyeke ku li nav Kurdistanê yan li derveyê Kurdistanê be jî derdibrîn. Li hemû endamên xwe yên Kurd û Kazak û neteweyên dinên Asyaya Navîn û Kazakîstanê ve amadene bi her awayî be alîkariya vê hengavê bikin. Her wiha em jî ji aliyê xwe ve hewl didîn û xebatê dikîn ku welatên Asyaya Navîn jî piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin.

    Bijî Kurdistana serbixwe û bijî dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan.

    Dr Mohamad Ahmad Barazî

    Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan (Hêvî)

    05.04.2017​
     

    تعليقات فيس بوبك

مشاركة هذه الصفحة

  1. هذا الموقع يستخدم ملفات تعريف الارتباط (الكوكيز ). من خلال الاستمرار في استخدام هذا الموقع، فإنك توافق على استخدامنا لملفات تعريف الارتباط.
    إستبعاد الملاحظة