Şoreşê Azad kobani

Sirûda Şoreşê​
Azad Kobanî

Min di deriya çavên te de
Xwa didit
Ji xemê sibeyake bêdeng
Min xwe çêkir ……….min xwe lêkir
Û pirtûkên vala min li ser te mişt kirin
Çi dirêj bû …….
Çi dûr bû ………..
Te ez kirim weke dareke li nav baxan
Ez li hêviya bayê sibehê dimam
Her sibe
Û ku bayê sibê dihat
Min bihn wê nediker
Te ez kirim stêreke melûl
di şevên dirêj de
Û şev bi hezaran derbas bûn
Min ti caran şewqa xwe nedît
Te ez kirim weke tîpeke winda
Di nav deryaya peyvan de
Peyvne pir û
Min dîsa tu nasnekir
Û evîna te ya weke çiyayan
Di dilê xwe de winda nekir
Min pênûsên bê nav
Li ser te bi nav kirin
Û min xewna xwe
min ji bîr nekir
Ey azadiyê.
--------------------------------------------

 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى