شعر يوسف برازي بيبهار dik u mirishk

:Biji_Kurdistan:( dîk û mirîşk ) /0/0/0/0 [FONT=Times New Roman (Arabic)]ا [/FONT]/0/0/0/0

çaxa em kurd fermandar
zerda
ştî olê mebû
çaxa kurd bûn misilman
gelê kurd pergendebû
em nezan man li gundan
xandingeh lê tinebû
em xizanbûn li gundan
dem jimarek tinebû
çaxa ku rojî dihat
melayên me tunebû
mela nedhat bame
ji ber zekat tunebû
zivistan ewir û baran
ronahî me tunebû
çaxa ku dibû sihûr
dîk ew melayê mebû
dîk bandikir me digot
rabin sihûrê mebû
mirî
şk derdiket ji pînê
medigot nexwin sibebû
êvar mirî
şk ket pînê
medigot fitarê mebû
mirî
şk ew demjimerbû
dîk ew melayê mebû

Ji deh salan carekê
Melak mîvanê mebû
Mi ew dîk serjêdikir
Ew dîk xwarinê melebû
Mela ew dîka dixwar
Parê me têd tunebû
Pesnê ereban dida
Tî kurdan tê tunebû
Go
şt û hêkê mirîşkê
Me dixwar kîjan faydebû
Ewê feyde didame
Mirî
şk bû yan melebû
Wî digot dunya berdin
Cinet bidest mele bû
Mele cinet didame
Cinet ew parê mebû
Kurdê bê bext u nezan
Çima ev karê mebû
Mele bang biperebû
Bangê dîk bê perebû
Dîk mirî
şk bê qîmetbûn
Pir qîmet ê melebû
Ên rind dîk û mirî
şk bûn
Yan ê rindew melebû
Dîk û mirî
şk ên mebûn
Mele neyarê mebû
Ew kolê koledarbû
Kurd ji wîra kolebû
Wek cegerxwîn derketin
Kurd li kurbû çav vebû
Îro gelek kêf xwe
şin
Gelê kurd ew zanebû
Kurd guh nadin melên çewt
Ti
ştê wan xwezt ew nebû
Bêbuhar çîrokê wî
dawî hat û kotebû


dawî​


 
رد: شعر يوسف برازي بيبهار شيخ بكر

( şêx bekir ) /o/o//o​
[FONT=Times New Roman (Arabic)]ا [/FONT]/o/o//o

hey
şêx bekir hey şêx bekir
heylo bira lo
şêx bekir
mirnê tubir dûrî mekir
derdê dilê min zêdekir
0 0 0
ê rast birayê min tu bû
her roj liber çavê mibû
ez pê nizanim ev çibû
mirnê tubir çû wendekir
0 0 0
mi dî kesek hat ber derî
got
şêx bekir îro mirî
hêsrê mi hat min da girî
wayî birînek nuh vekir
0 0 0
ew çax ji bîr nakim tu car
dunya bimin teilbû bicar
dunya bi minrra bû neyar
lal bûm liwir min deng nekir
0 0 0
ew kursiyê ê reng ku zer
ê tim tu rûdin
ştî li ser
kes rûnenişt îdî li ser
ew kursiya min bir çekir
:biji:​
şêx bekirê jar û melûl
hey torinê apê resûl
ê xandinî tim pê mijûl
zana û ti
ştê xar nekir
0 0 0
heylo bira kurdê durust
guhdar tekir pir xwand mirist
tim gotinê xwe
ş nerm u sist
ewya bi minra tim te kir
0 0 0
hednê mi bûyî hey bira
mirna teil wer kir çira
em herd ji hev dûr bûn bira
mirna teil
şerrê me kir
0 0 0
ew bû emawî ew mirin
çaxa ebasî qirkirin
qadê hicaz jê dûr kirin
mirna teil wek wan tekir
0 0 0
herdem dibîra min tuyî
mirna teil çibkim bi wî
tolê te rakim ez ji wî
ez pê nikarim min nekir


ez pê nikarim ew ku bê
wê ew werê min jî bibê
dunya newê warê mibê
adem li dunya war nekir
0 0 0
bavê hemû xelkê dunê
wendaye gorê wî tunê
wê kes negê dawî dunê
gorê binêr dergeh vekir
0 0 0
wê têkevê çûn bê veger
wê kom bikin axê li ser
îdî ji wir ew neye der
ti
ştek ji dunya kar nekir
0 0 0
qarûn dema ewya ku mir
ew xizneyên zêran ku pir
zêrek nebir ew çû ji vir
ew zêr hemû vala çekir
0 0 0
rustum nema ewjî mirî
gorê li wî girtî derî
îran u hind ê zevt kirî
mirna teil ew wek tekir
hey
şêx bekir hey şêx bekir
dawî
 

كول نار

G.M.K Team
رد: شعر يوسف برازي بيبهار dik u mirishk

كل الشكر لالك اخي عكيد شيخو
 
رد: شعر يوسف برازي بيبهار dik u mirishk

اشكرك ايها البطل عكيد على هذه المشاركة الجميلة
وكنت على يقين بان البطل يجب ان يخلف بطلا مثلك0

رشو 0قامشلو
 
رد: شعر يوسف برازي بيبهار dik u mirishk

كل الشكر لكم يا أخواني ويا أخواتي على تعليقكم للشاعر الراحل يوسف برازي بيبهار وبالاخص رشو وكول نار عكيد شيخو
 
أعلى