Dr. Alan Kikani pêkenokek ji ofîsa min

G.M.K Team

G.M.K Team
Berî du salan rojekê Dengbêj Baqî Xido yê rehmetî hat Ofîsa min, nexweş bû, piştî min ew dît û dermanê wî dayê. Min jêre got apê Baqî, bila xêra te be ka tu ji biraziyê xwe ra tiştekî bêje ku ez hinekî pê bikenim. Ji min re got:


„Berî pêncî sal ez rojekê çûm bajarê Riha yê, ez li Ordiyê li Seyare yê siwar bûm û me riya Riha yê girt û em di çûn.



Îcar ji kortifaqiyê re bi rê de pîreka heftê salî jî siwar bû, hat li kêleka min rûnişt. Ajovan jî kaseta min avêt Teyîbê û deng hilda.


Îcar ew ê pîra ku min nas nedikir, min dît ew pêra girya û got: "Ez qurbana te bim Baqî, xweziya berî ku ez bimrim min carekî te bidîta.


Min jêra got, pîrê eger ku tu niha Baqî bibînî gelo tu wî nas dikî ?


-Pîrê got kurê min ma ez ê çawa nas bikim. Min caran ew neditiye ku ez nas bikim!


Min jêre got anê Baqî ez im.


-Pîrê got na tu heneka dikî.


Min got anê bi Xwedê Baqî ez im.


-Min dît pîrê baş li min meze kir û got: Tifoooo li te be... Xweziya min tim dengê te bibihîsta, lê ticarê te nedîta. Welahî min digot qey niha Baqî zilamekî çiqas xweşik û bedew e, lê min rebena Xwedê nizanibû ev qirdikê hane!…​
 

kobanisat

G.M.K Team
موضوع رائع جدا كروعتك كل الشكر والتقدير على هذا الطرح الجميل
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى