Ehmed Mustefa:Peyvên Evîndariyê

G.M.K Team

G.M.K Team



Peyvên Evîndariyê​

Ehmed Mustefa​

Gava berbanga sibê xûnav dikevê​

Dengê çivîka û pelên daran​

Awazkî di guha da diçînin​

Gava dilopên baranê yên yekemîn​

Lêvên te maçdikrin…​

((Sor gula min))​

Zanibê Ew ne helbestê minin​

Bo te dibijim​

Hest û gotinên minî Evînî ne​



Ez û Êvarê​

Gava Êvar dibê kela Eşqê​

Û Evînê min diçelqînê​

Û Alem dibê Hilka xewnên min​

Gava Êvar dibê​

Kela dûrbûnê bûf min dikê​

Û Agirê sewdê min diqijlînê​

Gava Êvar dibê​

Di ber bayekî Hênik dikevim​

Û min dibê dûnyayeke din​

Gava Êvar dibê​

Pelên gîyanên min ji dilê min diqetin​

Gava Evar dibê​

Li pişta şevê dinim​

ÊStêrka ji xwe re dikim nîşan​

Û li şifaqa xwe yî hindayî digerim​

Li gava yekemîn çirûska​

Roja sibehê zû meyze dikim​

Û pêrgî şifaqa xwe tên​

Bi şewat​

((Belê))​

Bi şewat​

Li benda zayîna êvarik hênik​

Dimînim​

çavên te​

Kerîyik kewayê​

Di destê min da​

Keşwarên Evînê avadikê​

çavên te​

Ferhengik ji hemî hîvên eşqê û evînê re ye​

çavên te​

Sazik ne (( Bach)) û ne jî ((Beethoven))​

Awaz kirî bûn​

çavên te​

Tabloyek wêneyê ne hatîye​

Çêkirin​

çavên te​

Kevokek kedî ye​

Ji hêlîna keşwarê dilê min nefire​

çavên te​

Destpêk û dawîyê şepala​

Jîyana min e​

Zayîn gur dawîya min e
 
رد: Ehmed Mustefa:peyvên Evîndariyê

kek Ebdo Ez te supas dikim hêja
li Ez bawarim disa şaştî ket helbestê demê te weşend li ser malperê
bi teybat di tîpanda
wek tîb Ê
Û
ê
neyê belav kirin di hundir malperê da
li disa Ez te sipasdikim
bijî û her bijî
malpera kobanî ye
 

كلبهار

مراقبة عامة
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
أعلى